‘Dewleta Tirk û PDK’ê zemînê fermaneke nû ava dikin’

Hevseroka Desteya Xwecihî Felek Yusif bi salvegera fermana Şengalê re bal kişand ser xeteriyên ku li ser Êzidiyan berdewam dikin: “Çeteyên beriya 10 salan ferman pêkanîn, îro bi hevkariya heman hêzan li Başûrê Kurdistanê ne.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşeke mezin bir ser Şengalê. Di encama îxaneta PDK’ê de zarok, jin û gelê Şengalê fermana 74’an jiyankirin ku di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran zarok û jinan hatin revandin.

Îro piştî derbasbûna 10 salan li ser vê fermanê re ku niha jî di bîra gelê wê de zindî ye, dîsa bi hevkariya PDK’ê ew di nava xeteriya qirkirineke nû ya çeteyan de ne.

Hevseroka Desteya Xwecihî ya kantona Firatê Felek Yusif bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an axivî.

‘Piştî 10 salan xeteriya DAIŞ kêm nebûye’

Felek Yusif bûyera ku di 2014’an de hatiye jiyîn, wiha bi bîr xist: “Her sal di dîroka 3’ê Tebaxê de fermana ku li Şengalê hatiye jiyankirin, xwe di bîra me de nû dike. Di 2014’an de çeteyên DAIŞ bi hezaran zarok, jin û gelê me yê Êzidî qetilkirin, revandin û wêrankirin. Her wiha bi hezaran jin û zarok di bazaran de hatin firotin ku di şert û mercên gelek dijwar e rû bi rû hatin. Ew komkujî fermana 74’an bû ku civaka me ya Êzidî di dîroka xwe dijî, lê vê carê qaşo ew Şengal di bin parastina pêşmergeyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ango malbata Barzanî de bûn. Mixabin dîmen û wêneyên ku wê demê derketin holê ku ew pêşmerge dest ji Şengalê berdan, çekên xwe avêtin û reviyan. Berevajî vê yekê, me dît ku şervanên tevgera azadiyê bi hawara gelê Şengalê ve hatin û dikarbûn karîdorek ava bikin û xwe bighînin wan. Ev şervanên ku em dikarin bi parêzvanên mirovahiyê bi nav bikin, dikarbûn gelek kes û malbatan ji çeteyan rizgarbikin û xwedî li Şengalê derkevin û wê êrîşê bişkînin.”

Felek Yûsif anî ziman ku piştî ew fermana dijwar ku hat jiyankirin, gelê Şengalê dikarbûn xwe komîserhev bikin û ji bo xwe pergaleke nû ava bikin û wiha domand: “Di warê parastinê de YJŞ/YBŞ û her wisa meclîsên gel hatin avakirin. Tevî ku Şengal xwedî rêveberiyeke xweser e û di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistinkirin jî, lê dîsa jî xeteriya DAIŞ  û hêzên ku destek didin wan hîna jî li ser wan, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heye.” 

 ‘Tevî tunekirina erdîngarî hîn jî hewildanên zindîbûnê hene’

Felek Yusif behsa êrîşa DAIŞ ya hemwext a li ser bajarê Kobanê jî wiha kir: “Piştî êrîşa li ser Şengalê, heman xeleka komployê li ser Kobanê jî pêk hat. Rast e, li ser Kobanê jî êrîşeke dijwar çêbû lê di heman demê de berxwedaneke mezin jî hat raberkirin. Kobanê û giştî Rojavayê Kurdistanê bi salan xwe bi bîrdoziya Rêber Apo perwerde û rêxistin kirin. Her wisa hêzên wê yên parastinê ji YPJ/YPG’e û yên hundirîn jî hebûn. Lewra gelê Kobanê çarenûsa Şengalê jiyan nekirin ku şervanên wê gel û axa xwe parastin. Ji bo vê jî êrîşa DAIŞ vala derket û heta li wan berevajî bû ku tunekirina wan ji Kobanê de destpêkir û li Baxozê jî bi dawî bû. Di van 10 derbasbûyî de, liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê ranewestiya. Heta niha jî destek ji bo wan tê dayîn ku her tim hewildanên wan yên ji nû ve xwerêxistinkirinê hene, her wisa dem bi dem êrîşên wan pêk tên.”

‘PDK’ê zemînê fermana 75’an vekiriye’

Felek Yusif di domandina axaftina xwe de behsa bicihbûna çeteyên DAIŞ a niha li Başûrê Kurdistanê kir: “Çeteyên DAIŞ ku beriya niha bi 10 salan komkujî li Şengalê pêk anî, a niha careke din li Başûrê Kurdistanê hatine bicih kirin. Ji bo vê jî em her tim di guman û metirsiyên dubarebûn ango pêkhatina fermana 75’an in. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê çeteyên DAIŞ li Başûrê Kurdistanê kom kiriye û di êrîşên xwe yên dagirkeriyê de bikar tînin. PDK’ê di 2014’an de zarok û jinên Êzidî neparastin, îro jî ew çete li cem xwe pêşwaz û hemêz dike. Mesûd Barzanî ku piştî rizgarkirina Şengalê rondik barandin û xwe kir ku bandor bû ye. Îro Erdogan jî heman tiştî dike, ji bo zarokên Filistînê heman hestiyariyê nîşan dide û li ser maseyê jî hevkariyê bi Îsraîlê re dike. Îro jî malbata Barzanî heman siyasetê bikar tîne ku xemgîniya di 2014’an de nîşan daye, rastiya wê di roja îro de xwe dide der.”

‘Dîrok her tim derfetan dubar e nake’

Felek Yusif dirêjî da şiroveyên xwe yên li ser girîngiya teşhîrkirina îxaneta PDK’ê û wiha domand: “Di vê mijarê de, êdî siyaseta van hêz û hikûmetan îflaskiriye û hatiye naskirin. Ev hêz siyasetê li gor berjewendiyên xwe yên malbata teng û kesayetî didin meşandin. Ji bo ku armanca xwe bînin cih zarok, jin, ax û welatê xwe pêşkêş dikin û radestî dagirkeriyê dikin. Di vî warî de banga me ji bo gelê Başûrê Kurdistanê ye, dîrok her tim derfetên bi vî rengî dubare nake. Me ji ber hevpeymana Lozanê 100 salên parçekirin û dagirkeriyê jiyan kir, lewra a niha ev hêz hewil didin ku 100 saleke din bi me bide jiyîn. Ji bo vê jî, divê ku em li dijî siyaseta ku dixweze Lozanê dubare bike bibin bersiv. Pêwîst e di asta yekê de weke Kurd  bi taybet û pêkhateyên li ser erdîngariya Rojhilta Navîn dijîn têgihêjin ku pêşeroja me yek e û em çawa diyar bikin wê ew pêk were. Em bikaribin di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn ku li ser sînga Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewime pêşeroja zarokên xwe biparêzin û misoger bikin.”

‘Divê helwest di asta êşa tê jiyîn de raber bibe’

Felek Yusif di dawiya axaftina xwe de banga têkoşîna li dijî siyasetên ku rê li ber qirkirin û fermanan vedike kir: “A niha weke Kurd destkeftî û derfetên dîrokî di nava destên me de hene. Ev derfet bi temenên giranbuha hatin qezenckirin, lewra erka me ye ku em jî biparêzin û xwedî li projeya Netewa Demokratîk û vê şoreşê derkevin. Her wiha divê em li Başûrê Kurdistanê weke Kurd û gelên li wir dijîn rê li pêşiya xeta îxanetê bigirin. Bi taybet pêwîst dike ku em helwestên di asta êşa ku tê jiyankirin de, li dijî îxanet û hevkariya bi dijminê gelê Kurd û mirovahiyê re, berz bikin. Bi vê rêbazê emê bikarbin rê li pêşiya fermanên nû bigirin û nehêlin ku fermana 75’an were jiyankirin. Bi taybet ji bo gelê Şengalê jî, her jineke ku hat qetilkirin, tecawiz û revandin em xwe di nav de dibînin. Xebat û têkoşîna me jî wê berdewam bike ku tu jin jî di sukan de neyên firotin û komkujiyan jiyan neke. Bîrdoziya Rêber Apo jî ev e, lewra em di azadiya jin de bi biryar û îsrar in ku dê bi xwe re azadiya civakê jî bîne.”