‘Dewlet li qadên erdhejê jî nêzîkatiyên xwe yê faşîzan domand’
Berdevka Meclîsa Jinan ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku dewlet nêzîkatiyên xwe yê faşîzan li qadên erdehejê jî berdewam kir û got ku kesên nikaribûn xwe bidin femkirin terkî mirinê hatin kirin.
Êlih – Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) ku li Êlihê xebatên xwe dike, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, endamên Hewldana 78’an, rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepa Kesk jî di daxuyaniyê de amade bûn.
‘Bi her awayî em li cem gelê xwe ne’
Di çalakiyê de Hevseroka ARÎ-DER'ê Elîf Kivircîk axivî û diyar kir ku erdheja ku navenda wê Mereşê pêk hat, ji bilî wêrankirinê, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî zimanê Kurdî jî careke din nîşan da. Elîf Kivircik û got: “Ger yekîtî û piştevaniya gelê me nebûya wê encama karesatê mezintir bibûna. Ji vir şûn ve pêwîst e em piştevaniyê xurtir bikin. Ji ber ku ji vê sîstema xwînxwar xwe xelas bikin tu riyeke din nîn e. Em diyar dikin ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de em di her şert û mercî de li cem gelê xwe ne. Em ê gelê xwe û zimanê xwe yê zikmakî li ber rehma pergalê nehêlin. Heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê em ê têbikoşin.”