Der barê Dayikên Şemiyê de dozek nû hat vekirin

Dayikên Şemiyê ruxmê biryara AYM’ê li dijî qedexeya qada Galatasarayê çalakiya ku her hefte li dar dixin, lêpirsîna ku hatibû destpêkirin veguherî dozê.

Navenda Nûçeyan- Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara ‘binpêkirinê’ daye jî çalakiya Dayikên Şemiyê bi hinceta biryara ‘qedexeya Qeymeqamtiya Beyogluyê’ 24 hefte ye tê astengkirin, der barê Dayikên Şemiyê de dozek nû hat vekirin. Dozgerê ku biryara dadgeha Destûra Bingehîn nas nake, lêpirsîna ku der barê Dayikên Şemiyê de vekir veguherand dozê.

Li gelek kesan doz hat vekirin

Ji mirovên Şemiyê der barê Alî Ocak, Alî Tosun, Besna Tosun, Cuneyt Yilmaz, Hanîfe Yildiz, Hasan Karakoç, Hatîce Korkmaz, Hunkar Hudayî Yurtsever, Îkbal Yaricu, Îrfan Bîlgîn, Îsmaîl Yucel, Leman Yurtsever, Masîde Ocak Kişlakçi, Meryem Bars, Mikaîl Kirkbayir, Mukaddes Şamîloglu, Oya Merîç Eyupoglu, Saime Abla Arcan, Selvî Gulmez, Ummugulsum Aylîn Tekîner de li gorî qanûna çalakî û xwepêşandanan a civînê ya hejmara 2911’an a 32/1 û 5237 û madeya TCK 53 doz hat vekirin. Danişîna ku wê li 36’emîn dadgeha Ceza ya Asliyeyê were dîtin weke 27’ê Sibata 2024’an hate diyarkirin.

Di hefteya 950’an de doz hat vekirin

Di îdianameya ku ji aliyê serdozgeriya Komara Stenbolê ve hatiye amadekirin de wiha hat gotin: “Di dîroka; “10/06/2023’an de di bin navê ‘Dayikên Şemiyê de di hefteya 950’an de’ bersucên ku zanyariyên der barê nasnameyên wan de di jor de hatiye nivîsandin, di encama ku navçeya Beyogluya li qada Galatasarayê ya cadeya Îstîklalê kom bûn, ji aliyê erkdaran ve biryara qedexekirinê li ruxmê ragihandine, protestoya bê destur li dar xistin. Ji bo bi dawî bikin der barê bersûcan de kar û barên lêpirsînê hatine destpêkirin.”