Gardiyanan li Îranê êrîşî girtiyan kirin

Ferdîn Jaferî yê ku dema diçû goristana Seqizê ya Îranê ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve bi guleyan jiyana xwe ji dest da, gardiyanan jî li Girtîgeha Qerçax a Varamînê êrîşî jinan kirin.

Navenda Nûçeyan – Ferdîn Jaferî ku diçû goristana Aiçî ya bajarê Seqiz ê Îranê û dema li derdora goristanê dît û ji tirsan dest bi revê kir, ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin. Ferdîn Jaferî ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Ferdîn Jaferî yê ku ji aliyê derûnî ve astengdar e di înşaetê de dixebitî.

Li gor daxuyaniya Hengaw; Hêzên hikûmetê zextê li malbata Farîn Jaferî dikin da ku daxuyaniyê bidin ku kurê wan ji aliyê hêzên Kurd ve hatiye gulebarankirin.

Zêdeyî 100 kes hatin girtin

Hêzên hikûmeta Îranê di xwepêşandanên li seranserî welat a di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de hat lidarxistin de, herî kêm 100 çalakvan girtin. Nasnameyên Arman Sohrabî, Cebar Mehmûdî, Mêhran Kohî, Omîd Xosrewî û Mihemed Moradînejad jî di nav kesên hatine girtin de ne. Hate diyarkirin ku kesên hatine destgîrkirin li qereqolên cerdevaniyê tên ragirtin.

Êrîşî girtîgehê kirin

Li aliyê din gardiyanan êrîş birin li ser girtiyên jin ên ji bo Jîna Emînî li Girtîgeha Varamînê ya Qerçakê çalakî pêk anîn. Piştî nîqaşa ku ji ber jinan li xwe dan şewat derket. Li girtîgeha ku dûman lê bilind dibû rewşa girtiyan nehat zanîn, telefonên girtîgehê hatin birîn. Ji ber ku girtîgeh dûrî navenda bajêr e, welatî nikarin dengê girtiyan bibihîzin.