Delegasyona Jinê ya Navnetewî der barê serdana KE de agahî da

Delegasyona Jinê ya Navnetewî serdana Konseya Ewrupayê ki û bal kişand tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Navneda Nûçeyan - Şandeya Delegasyona Jinê ya Navneteweyî  ji bo ragihandina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 22 meh e bi tu awayî xeber jê nayê girtin û di nava tecrîdek girankirî de ye, serdana Konseya Ewropayê (KE) kir.

Delegasyonê der barê serdana xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand û armanca serdanê parve kir. Diyarkirin ku ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giringî dide jinê û ew kesên ku li Tirkiyeyê ji azadiyê bê par mane, bi taybet ji ber sedemên siyasî û piraniya wan ji ber piştgiriya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin jin di girtîgehan de ne û rastî binpêkirina mafê mirovan tên.

Delegasyonê destnîşan kir ku fikrê Rêberê Gelê Kurd ji aliyê jinên Ereb li Rojhilata navîn û Başûrê Afrîqayê tê lêkolînkirin û ji bo belav kirina wê Direktora însiyatîfa Nun ya Lubnanê Sawsan Chouman erkdar kirin. Aktîvista mafê mirovan û profesora Hiqûqê Diana Restrepo derbarê jinên girtî de xebat da meşandin û hat zanîn ku di nav de Sylvie Jan ya ku ji Parîsê hatiye cihê xwe girtiye.

‘Endamên Konseya Ewropa divê bi erka xwe rabin’

Der barê armanca serdanê de di daxuyaniya delegasyonê de wiha hate gotin:

“Ev şande tev li hin rûniştinên li komîteyên cuda yên Konseya Ewrupayê bû, li gel hevdîtina bi hin parlamenteran re her wiha bi hin kesên ku di nava komên cuda yên konseyê de dixebitin hevdîtin kir. Mînak xebatên Hiqûqê û ofîsa mafê Mirovan û Tirkiyeyê jî di nav de hemû ew dewletên ku endamên konseya Ewrupa ew erkê li ser milê wan bi cih tînin yan ne ji bo kontrolkirina wan li gel ofîsa çavdêriyê civîn hatin çêkirin. Ev nêzîkatiyên Saziyên Ewrupa ji derveyî xususên din, Dadgeha mafê mirovan ya Ewrupa (DMME) ji sala 2014’an heta niha  li Tirkiyeyê ji derveyî gelek kesên din berçav negirtina dayîn cezayê girtîgehê yê heta hetayî ya ji bo guherîn tê de were çêkirin emir hatibûn dayîn. Di hevdîtinan de girîngiya 'mafê hêviyê' hatiye destnîşankirin û hate bibîrxistin, ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê destnîşan kiriye ku girtî divê karibin bi malbat û parêzerên xwe re timî hevdîtinan bikin. Endamên Konseya Ewrupayê soz dan ku di raporên xwe de yên ji niha û pê ve biweşînin, wê balê bikişînin ser van mijaran.”

‘Ji bo hevdîtinan divê bikevin nava tevgerê’

Di hevdîtinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li gorî hikumên Peymana Mafên Mirovan a Ewrupayê (PMME) tevnagere. Şandeyê diyar kir ku muxatab jî li gorî lezgîniya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re tevnagere û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şande bi israr dixwaze ku hemû parlamenterên Konseya Ewrupayê divê zextê li medyayê bike ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê baş bê famkirin bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo ev welat li gorî pêwîstiyên hurmeta li mafên mirovan tevbigere û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrupayê (CPT) bi cih bîne, hewil bê dayin.”