Dayikên cangoriyan: Parastina civakê erka hemû jinan e

Dayikên cangoriyan li hemberî êrişên li ser herêmên rizgarkirî helwest nîşan dan û gotin ku li hemberî van êrişên dijwar ên li ser xaka wan tên kirin xweparastina civakê erka hemû jinan e.

PERWÎN AMARA

Qamişlo- Li ser herêmên rizgarkirî her diçe metirsî û gef zêdetir dibin. Rojane bi êrişên ku ji aliyê çeteyan ve li ser destkeftiyên gelên Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin, dixwazin bi van êrişan re metirsiyê di nava gel de çêbikin. Gel jî ji bo parastina xaka xwe xwedî helwest e û êrişên ku rojane tên kirin, şermezar dikin. Metirsiya pergalên serdest, ji pêşengiya jinan di van êrişan de jî derket pêş. Dayikên cangoriyan têkildarî êrişên dawî û li hemberî êrişan divê xweparastina civakê di kîjan astê de be, nirxandin kirin.

Dayikan diyar kirin ku ew ji destpêka van êrişan ve heta niha, li ser piyan in, her kes taxa xwe diparêze û ew ê nehêlin çeteyên girêdayî dawleta Tirk bi hêsanî bikevin xaka wan.

‘Êriş li ser pergala neteweya demokratîk tên kirin’

Cewahîr Osman êrişên li ser destkeftiyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: “Êrişên li ser projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk a ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin bi armanca  wekhevî û demokrasiyê ye. Pergala ku îro me li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, bandora xwe li tevahî gelên Rojhilata Navîn kiriye. Metirsiya pergalên serdest di serî de li hemberî vê heye dizanin ku ev pergal li dijî berjewendiyên wan e.”

Di hemû êrişan de jin hedef tên girtin’

Cewahîr Osman da zanîn ku di hemû şeran de destpêkê jin tên hedefgirtin û wiha domand: “Di hemû êrişan de destpêkê jin hedef tên girtin, ev dîmen di êrişên li ser Minbicê de jî bi awayekî pir hovane derketin holê. 3 jinên Kombûna Jinên Zenûbiya ku ji bo parastina vê xakê bi salan li hemberî wê hişmediyê têkoşiyan, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Rêber Apo dibêje ‘Jina rêxistinkirî, civaka bi rêxistinkirî ye’ ji bo wê pergalên serdest evqas ji hişmendiya jinên pêşeng ditirsin. Em rojane dibin şahidên vê rastiyê, di hemû qadan de jinên ku pêşengî ji civakê re dikin destpêkê êriş li ser wan tê kirin.”

Cewahîr Osman xweparastina li hemberî êrişan jî wiha nirxand: “Wek dayikên şehîdan, li hemberî van êrişên dijwar, xweparastin û şerê gelê şoreşgerî divê bi pêş bikeve. Ji bo parastina vê civakê li hemberî van êrişan erka yekem dikeve ser milên jinan. Ev destkeftiyên dîrokî yên bi xwîna hezaran şehîdan hatine bidestxistin, divê ji aliyê me jinan ve werin parastin.”

Ji bo parastina xaka xwe çi pêwîst be em ê bikin’

Yek ji dayikên cangoriyan Semîra Xelîl jî got ku dayikên cangoriyan wê xaka xwe ji çeteyan re nehêlin û wiha domand: “Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, bi rêbazên şerê taybet diwazin metirsiyê di nava civakê de ava bikini gelan ji ser xaka wan bidin koçberkirin. Lê ev civaka ku bi salan e rastî êriş û qirkirinan tê êdî dijminê xwe baş nas kiriye. Ev xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin wê wisa rehet ji çeteyan re nemîne. Em ê heta dawî parastina xaka xwe bikin û li kêleka şervanên ku ji bo parastina vî gelî şer dikin bisekinin.”