‘Bi Şoreşa Rojava re rûpelek nû vebû êdî veger tune ye’
Berdevka Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Helebê Emne Xidro bal kişand ser bandorên Şoreşa Rojava û got: “Bi serhildana Jin Jiyan Azadî ya piştî vê şoreşê çêbû re, rûpeleke nû vebû. Êdî vegera ji vê nabe.”
DILPAK DAG
Heleb – Şerê navxweyî yê di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, 13 sal in bênavber didome. Di 27’ê Mijdarê de Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), êrişê yek ji bajarên herî girîng ê Sûriyeyê Helebê kir. Bi xwevekişandina artêşê re, Heleb ket kontrola HTŞ'ê. Di 8’ê Kanûnê de jî Şam ket bin kontrolê.
Bi van pêşektinan re Tirkiye û çeteyên girêdayî wê êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Jinan diyar kir ku bi wan êrişan destkeftiyên Şoreşa Rojava hedef tên girtin.
Berdevka Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Emne Xidro ya Tirkmen, li ser guherên ku piştî Şoreşa Rojava çêbûn, û rola jinan a di avakirina Sûriyeya nû de nirxandin kir.
Emne Xidro diyar kir ku înisiyatîf li hemû derên Sûriyeyê xebatên xwe dimeşîne û bal kişand ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo azadiya Sûriyeyê dê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re jî bibe çarererî.
Emne Xidro got ku jin di avakirina Sûriyeya nû de xwedî roleke girîng in û da zanîn ku şoreşa bi pêşengiya jinan li Bakur Rojhilatê Kurdistanê çêbûye, îlham daye wan.
‘Welatên weke Tirkiye û Rusyayê şer anîn heta vê derê’
Emne Xidro diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava, ji bo jinan rê û deriyek nû vebûye û bi gotinên; “13, 14 sal in li Sûriyeyê şer heye. Welatên weke Tirkiye û Rûsyayê şer anîn heta vê derê” diyar kir ku rejîma Baasê gel neparastiye, tenê berjewendiyên xwe fikiriye û got: “Dewleten ku şer li vê derê derxistin hê jî şer ferz dikin. Van çeteyan bi taybetî ji aliyê îslamîstên siyasî ve hatin bikaranîn. Vê polîtîkayê herî zêde dewleta Tirk bi destên çeteyan bi kar anî.”
‘Fikrên Rêber Apo ji me re pêşkêş kirin çareserî ne’
Emne Xidro li ser guherînên ku piştî Şoreşa Rojava bi jinên Sûriyeyê re çêbûne wiha got: “Guherînên li Rojava çêbûn heta tu bibêjî girîng in. Tabloya ku di Şoreşa Rojava de deketiye holê, li tu derê cîhanê tune ye. Di vê şoreşê de fikrên ku Rêbertiyê pêşkêşî me kirine mifteya çareseriyê ne.”
‘Modelay neteweya demokratîk ji bo Rojhilata Navîn bû mînak’
Emne Xidro got ku modela neteweya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve Kürt Halk Önderi Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, ne tenê li Sûriyeyê, li hemû Rojhilata Navîn bûye mînak û bal kişand ser yekparebûna “neteweya demokratîk.”
Emne Xidro diyar kir ku li Sûriyeyê ji aliyekî ve rejîma Baasê, ji aliyekî ve jî çete êrişê jinan dikin û wiha domand: “Jin neçar man bikevin malên xwe. Jin neçar man ji qadên giştî vekişin lê jinan bi projeya Rêbertiyê xwe nas kirin û riya xwe dîtin. Profîla jinên berxwedêr derketin holê.” Emne Xidro bal kişand ku jinan li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dane û li dijî hemû êrişan xwe parastine û got: “Jinan di vê pêvajoyê de roleke bal lîst. Di warê leşkerî û siyasî de xwe bi pêş xistin.”
‘Ger jin nebin serkeftin jî nabe’
Emne Xidro diyar kir ku li cihekî ku jin tunebin serkeftin çênabe û wiha domand: “Saziyeke ku di avakirina wê de jin tunebin serkeftî nabe. Em jin li Rojava û Sûriyeyê tu carî nahêlin bi vê siyasetê keda me vala biçe. Hêza me heye em li dijî vê siyaseta qirêj rawestin.”
‘Em jin naxwazin vegerin salên berê’
Emne Xidro bi gotinên “Ger di rêveberiya Sûriyeya nû de cihê jinan tunebe dê jin vegerên salên berê” û li ser xeterên heyî wiha got: “Îro em li Sûriyeyê rêxistineke bi navê îslamê dibînin. Rejîma Esed li dijî jinan û civakê sûcan kir, cih neda jinan. Em naxwazin di Sûriyeya nû de vê dîmenê bibînin. Em naxwazin vegerên salên berê.”
Rola şoreşê
Emne Xidro got: “Jinên Sûriyeyî xwedî wê hêzê bûn, dikaribûn li ser piyên xwe bisekinin lê di ferqê de nebûn. Şoreşa Rojava li ser jinên Sûriyeyî bandorek mezin çêkir. Jinên Kurd di vê pêvajoyê de pêşengî kirin. Ji bo jinên Ereb, Xirîstiyan, Suryanî, Ermenî, hem pêşengî kirin, hem jî misyona pêşengiyê dan wan.”
‘Jin, Jiyan, Azadî dê riya azadiyê veke’
Emne Xidro diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava, jin êdî ne li paşiya xwe li pêşiya xwe binêrin û bi pêş bikevin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Piştî Şoreşa Rojava em ê bi şiara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidomînin, paşve gav navêjin. Şiara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê ji bo hemû jinan û cîhanê riya azadiyê veke.”