Dayikên Aştiyê gore û qazaxên ku hunandin şandin Îmraliyê

Dayîkên Aştiyê û xebatkarên TJA'yê gore û qazaxên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hunandin şandin Îmraliyê.

Amed- Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê û xebatkarên Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) di çarçoveya kampanyaya“Bi Jin Jîyan Azadî'yê ber bi Azadîyê ve” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gore û qazax hunandin.

Dayikên Aştiyê û xebatkarên TJA'yê gore û qazaxan şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya dîjîtal a TJA’yê de ev tişt hatin gotin: “Çalakvan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, di çarçoveya kampanyaya “Bi Jin Jîyan Azadî'yê ber bi Azadîyê” di sersalê de bi rêya PTT’ê gore û qazax ji bo pêşengê Modernîteya Demokratîk Birêz Abdullah Ocalan şandin Îmraliyê.”