Dayîkên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan

20 Dayîkên Şemiyê yên di hefteya 963’an de hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Mirov û Dayikên Şemiyê duh tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn dîsa bi hinceta biryara ‘qedexeyê’ ya qeymeqamtiyê hatibûn astengkirin û binçavkirin. 20 kesên ku hatin kelebçekirîn û hatin binçavkirin, piştî karên li midûriyeta polîsan hatin berdan.

Dayîkên Şemiyê ku li ser medyaya dîjîtal berdana girtiyan ragihandin, di daxuyaniyên xwe de wiha gotin: “Em ê li hemberî vê zîhniyeta ku destûr, hiqûq û edaletê nas nake û sazûmaniya dewletê tune dike serî natewînin.”

Herwiha navên kesên hatin berdan jî wiha ne: “Newroz Alî Tosun, Mikaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Alî Ocak, Hanîfe Yildiz, Nazim Dîkbaş, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Melîke Ersoy, Mete Demîrcîgîl, Davut Arslan, Hunkar Yurtsever, Dogan Ozkan, Cuneyt Yilmaz, Turker Demîrcî, Necîf Kuru Arpaçay, Gulendam Ozdemîr, Hanîfe Yildirim, Gulseren Yolerî û Hatîce Onaran.”