Dayîkên Şemiyê li qada Galatasarayê ne: 28 kes hatin binçavkirin

Dayîkên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan, vê hefteyê dema ku xwestin li meydana Galatasarayê daxuyanî bidin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin, hatin binçavkirin. Rojnameger û perlementer jî aliyê polîsan ve hatin derbkirin.

Navenda Nûçeyan - Çalakiya Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 952’yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 11’emîn de astengiyên keyfî berdewam dike.

Di çalakiyê 952’an de Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan bi qurnefîl di destên wan de xwestin heta Qada Galatasarayê bimeşin. Di çalakiyê de parlementerên Partiya Çepên Kesk Celal Firat, Ceylan Akça, Kezban Konukçu, Çiçek Otlu ve Ozgül Saki û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek parêzavanên mafê mirovan beşdar bûn.

Dîmen girtina rojnemegran hate astengkirin

Vê heftiyê jî dayîkên Şemiyê û parêzvanên Mafê Mirovan hêj neketin qadê cara 11’an polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kirin û nehiştin dayîkan qurnefîl dêynin û daxuyaniyê bidin. Di nava dorpêçê de gelek rojnamegerên ku xwestin dîmen bigrin hatin derbkirin û ji nava dorpêçê derxistin. Polîsan piştre jî ji bo rojnamegeran asteng bikin li pêşiya wan 3 barîkatên cûda danîn.

28 kes hatin binçavkirin

Dayîkên şemiyê, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û parêzvanên mafê mirovan jî di nav de 28 kes destê wan ters hatin kelebçekirin û ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Navê kesê ku hatine binçavkirin wiha ye: “Hanife Yildiz, İrfan Bilgin, Îkbal Eren, Mikail Kirbayir, Maside Ocak, Hasan Karakoç, Eren Keskin, Gulseren Yoleri, Leman Yurtsever, Umit Efe, Merîç Eyuboğlu, Hatice Onaran, Cuneyt Yilmaz, Cîhan Kaplan, Ayşe Çelik, Îsmail Yucel.”

‘Dayîkên Şemiyê ne bi tenê ne’

Parlementerên ku hatin dorpêçkirin helwest nîşanî binçavkirinan dan. Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ozgul Saki destnîşan kir ku li gel Dayîkên Şemiyêne û wiha got: “Her hefte dayîkên şemiyê tên kelebçe kirin û dixwazin çavtirsandî bikin. Piştî biryara dadgeha Destura Bingehîn vê yekê dikin. Dayîkên Şemiyê ne bi tenêne.” Parlementera Partiya Çepên Kesk Çîçek Otlu da zanîn ku ji bo Dayîkên Şemiyê hatine û got: “Hunê hesab bidin, hezar sal jî derbas bibe em ê hesabê hemû canên xwe bi pirsin.”

Parlementer û rojnameger hatin darbkirin

Di dema axaftina parlementeran de her tim dirûşmeya ‘Dayîkên Şemiyê ne bi tenê ne’ hatin berzkirin. Piştî durûşmeyan Polîsan bi mertalan parlementer derb kirin. Di dema derbkirinê de alîkarê Muduryeta Emniyetê ya Stenbolê ku navê wî hertim bi tacîzan tê zanîn Hanifi Zengen li parlementeran zivîrî qêrkirina wî ya ‘Bêjin Komara Tirkiye’ bal kişand.

Ji hemwelatiyên derdor bertek

Rojnamegerên ku ji derveyî dorpêçê xwestin dîmen bigrin ji aliyê polîsan ve rastî tacîzê hatin. Bi berzkirina dirûşmeyan re rojnegeran car din hewl dan dîmen bigrin, ji aliyê polîsan ve cardin hatin astengkirin.  Polîsan piştre hemû rojnamegerên ku çalakî di şopand derb kirin û hewl dan ji qadê dûrbixin. Pevçûnên ku di dema rojnemeger li dijî astengiyan derketin de, polîsan heqerat li rojnamegeran kirin, ji qadê dûr xistin. Gelek welatiyên li derdor li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar kirin.

Êrîşên polîsan ên li dijî rojanmegeran berdewam dikir, di wê demê de kûçikek li qadê parlementera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça gez kir û Ceylan Akça ku rastî êrîşa kûçik hat rakirin nexweşxaneyê.