Dayikên Şemiyê careke din hatin astengkirin

Daxuyaniya ku Dayikên Şemiyê dixwest li meydana Galatasarayê bidin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Nêzî 20 kes û xizmên windayîyan û parêzvanê mafê mirovan hatin binçav kirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê li meydana Galatasarayê xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin û li ruxmê biryara îhlalê ya dadgeha destûra bingehîn (AYM) ji aliyê polîsan ve careke din hat astengkirin.

Daxuyaniya hefteya 950’an hat astengkirin

Dayikên Şemiyê bi daxwaza zanîna aqubeta windayan û kujer darizandin û cezakirina kujeran, xwestin di hefteya 950’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Ev 9 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî lê careke din çalakiyê asteng dikin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk û Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglu jî piştevanî dan çalakiyê.

Vê carê maça lîga şampiyoniyê weke hincet hat nîşandan

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi gulên di destên xwe de ji Cadeya Îstîklalê ber bi Qadê ve meşiyan. Polîsan li qadê dayikan û parêzvanên mafên mirovan dorpêç kirin. Polîsan vê hefteyê jî maça Lîga Şampiyonana UEFA’yê kirin hincet, destûr nedan çalakiyê û daxuyaniyê. Ji xizmên windayan Masîde Ocak di nava dorpêçê de bertek nîşanî polîsan û qedexeyê da û got: “Vê hefteyê jî bi hinceta maçê çalakiya me asteng kirin. Em ê careke din werin binçavkirin. Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”

20 kes xistin binçavan

Polîsan rojnamevanan ji dorpêçê dûr xistin û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 20 kesî kirin binçavan.

Ji 20 kesên ku kirin binçavan 12 jê jin, 8’jê mêr bûn. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Twitterê diyar kirin ku 20 kes hatine binçavkirin û navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ye: “Besna Tosun, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Merîç Eyuboglu, Cuneyt Yilmaz, Leman Yurtsever, Alî Tosûn, Alî Ocak, Selvî Gulmez, Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Îrfan Bîlgîn, Hunkar Yurtsever, Sebla Arcan, Hatîce Korkmaz, Îsmaîl Yucel, Meryem Bars, Îkbal Eren, Mukaddes Şamîloglu, Aylîn Tekîner. 

Hemwelatiyê ku helwest nîşan da hat binçavkirin

Welatiyê ku bertek nîşanî binçavkirinan da û got: “Dayikên Şemiyê 28 sal in li vir li aqûbeta zarokên xwe dipirsin 9 hefte ne tên binçavkirin. Tenê edaletê dixwazin” ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin.