Dayikên Şemiyê: Bi tu qedexeyan nikarin pêşî li me bigrin

28 kesên ku di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de bi kelebçeyan hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

Navenda Nûçeyan- Tevî biryara ‘îhlalê’ ya Dadegema Bingehîn (AYM) 25 hefte ye nahêlin Dayikên Şemiyê bikevin Qada Galatasarayê. Di çalakiya duh de 28 kesên ku bi destên kelebçekirî hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Dayikên Şemiyê ji ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihandin ku kesên binçavkirî hatine berdan û wiha gotin: “Tu qedexe dê nikaribe pêşî li ketina Qada Galatasarayê, cihê ku em lê li aqubeta zarokên xwe dipirsin bigre.”

Kesên hatin berdan ev in:

"Eren Keskîn, Hanîfe Yildiz, Umît Efe, Alî Newroz Tosun, Alî Ocak, Begalî Kurnaz, Besna Tosun, Coşkun Ustercî, Davut Arslan, Denîz Aytaç, Dogan Ozkan, Hasan Karakoç, Hatîce Korkmaz, Îkbal Eren, Îrfan Bîlgîn, Îsmaîl Yucel, Leman Yurtsever, Masîde Ocak, Mikaîl Kirbayir, Nazim Hîkmet Dîkbaş, Omer Kavran, Salim Derelîoglu, Taylan Bekîn û Turker Demîrcî."