Dayika Aştiyê Hanse Bulut hat berdan

Dayika Aştiyê Hanse Bulut a ku tevî nexweşe berdana wê hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Dayika Aştiyê Hanse Bulut a 65 salî ku di 10'ê Îlona 2021'an de li Îzmîrê hat girtin, ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan.

Hanse Bulut, di dema qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an a li Nisêbînê de nekaribû ji mala xwe derkeve û bi vê sedemê, derheqê wê de bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 2 sal cezayê girtigehê hatibû dayîn û piştî erêkirina cezayî, Hanse Bulut di 10’ê îlona 2021’ê de li navçeya Konak a Îzmîrê hatibû girtin. Nexweşiyên Hasne Bulut ên tansiyon û qelewiyê hene. Di 24’ê adarê de derketibû pêşberî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê û zexta “poşmantiyê” lê hatibû ferzkirin û ji ber ku Hasne Bulut ev zextê qebûl nekiribû, tehliyeya wê hatibî taloqkirin.

‘Ez ê dev ji vê dozê bernedim’

Hanse Bulut di dema derketina girtîgehê de ji aliyê endamên Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin. Hasne Bulut, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Ez ji Doza Nisêbînê hatim girtin. Ez serbilind im. Poşman nînim. Heta ku hebim û li ser lingên xwe bim bi hemû hêza xwe bixebitim û dev ji vê dozê bernedim. Gelek silavên hevalan hene. Dibe ku bedena min li derve be lê nîva ruhê min li hundir ma.”

Pirsîn ka poşmane an ne

Hanse Bulut a diyar kir tevî ku girtinê jî di nava girtîgehê dadgeheke din hatiye avakirin, der barê zexta poşmantiyê de wiha axivî: “Midur û dozger gazî me dikirin û dipirsîn ka em poşmanin an ne. Me jî got ger em poşman bin em çima ceza digrin. Ji min pirsîn tu çima naçî nava girtiyên edlî. Min jî got ka li dosyaya min binêrin, çi dinivîse? Ji min re gotin, ‘Ji xwe tu êşa vê bijî, ger tu poşman nebî tuyê zêdetir ceza bigrî'. Min jî bi zimanê wan got ‘bi kêyfxweşî, bi xwestek’. Ez jî ‘bi kêyfxweşî, bi xwestek’’ ceza dan.”

Hanse Bulut têkildarî jiyana girtîgehê jî wiha got: “Li me zilm dikirin. Lê heta ku em negihêjin armanca xwe, serê me bilind e.”