Daxwaza berdana girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir hat kirin

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxwaz kir ku girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir ku li girtîgeha girtî ya jinan a Tarsusê ye rewşa wê giran dibe, şert û mercên tedawiyê li ber çavan werin girtin û were berdan.

Enqere- Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 467’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakiya xwe berdewam kir û daxuyanî da. Rêveber û endamên Partiya Çepên Kesk, HDP tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin.

‘Divê Semîran Erbaga Çakir were berdan’ 

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê tê girtin û got: “Di sala 2018’an de hatiye girtin û wê şandine Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê. Li girtîgehê gelek nexweşî pê re çêbûne û hinek ji van nexweşiyan jî nexweşiyên kronîk in. Semîran Erbaga Çakir bi gelek nexweşiyan re rûbirû maye û yek ji van nexweşiyên giran jî nexweşiya çolyakê ye, ji bo vê nexweşiyê nahatiye dermankirin. Semîran Erbaga Çakir ji Girtîgeha Wanê sewqî Girtîgeha Amedê hatiye kirin û ji ber nexweşiya kovîdê tedawiyek hewcedarî lê nahtiye kirin. Nexweşiyên wê yên kronîk bi raporan hatine tesbîtkirin her wiha heta sax be wê dermanan bi kar bîne. Piştî tedawiya Semîran Erbaga Çakir a li Amedê ew dîsa birine Girtîgeha Wanê û piştî hatiye berdan tedawiya wê hatiye destpêkirin. Ji ber cezayê Semîran Erbaga Çakir teqez bûye dîsa hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Jinan a Tarsûsê lê şandeya nexweşxaneyê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye Çakir. Semîran Erbaga Çakir ji ber nexweşiyên ku pê re çêbûne nikare di girtîgehê de bimîne û divê şert û mercên wê yên tedawiyê, li ber çavan were girtin û em dixwazin demildest bê berdan.