‘Daxuyaniya ‘rakirina polîsên exlaqê' zelal nîn e’
Hêzên rejîmê di serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin de zext û girtina xwe berdewam dikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişand ku daxuyaniyên “polîsên exlaq hatin belavkirin” zelal nîn in.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li dijî rêjimê li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlonê de ji aliyê “polîsên exlaq” ve dest pê kirin, tevî hemû zext, girtin û komkujiyan jî didomin. Xwendekarên zanîngehên Îranê, ji bo piştgirîdayîna girtiyan û serhildana gel dest bi greva 3 rojan kirin.
Weşan hat rawestandin
Lîstikvana şano û sînemayê Gulab Adeneh ji bo piştgirîdayîna serhildana gel, bernameya "Barada Khana" bê hicabê pêşkêş kir. Di vîdeoyên ku hatine weşandin de tê dîtin ku temaşevan dema bernameya “Barada Xana” çêdike, sirûda jinan dibêj. Saziya weşanger neçar ma bernameyê rawestîne.
Sedema girtinê nayê zanîn
Rayaderên Îranê her wiha di 5’ê Kanûnê de yek ji endama tîma jinên Îranê yên hilkişîna cemedê Sarah Rashidî ya di qada zanista siyasetê de doktorayê temam kiriye girt. Nayê zanîn ku Sarah Rashidî ya ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin, birine ku derê û çima hatiye girtin.
Li zanîngehan greva didome
Tevî gef û girtinên kêfî jî li gelek dibistan û zanîngehan çalakî, çalakiya rûniştinê û grevan berdewam kir. Dibistanên ku xwepêşandan lê didomin ev in: Zanîngeha Azad a Tebrîzê, Koleja Endezyariya Azad a li Şîrazê, Zanîngeha Azad a Tahranê, Koleja Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Khajeh Naser, Kazeroun, Zanîngeha Salman Farsî ya li Allamahê, , Zanîngeha Tabatabaî, Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Elî Sîna, Zanîngeha Tahranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Zanîngeha Sepehrê ya Îsfehanê, Zanîngeha Malayê, Zanîngeha Kurdistanê, Zanîngeha Noşîrvan Babolê, Fakulteya Teknolojiyê û Zanistê, Zanîngeha Tahranê, Zanîngeha Shahid Beheshtî, Zanîngeha Şerîf, Akademiya Hunerên Bedew a Kirmaşanê.
Broşur hatin belavkirin
Xwendekaran di çalakiyê de daxwaza berdana xwendekarên girtî kirin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Her wiha xwendekaran broşur jî belav kirin. Di dema van çalakiyan de xwendekar bi binçavkirin û zextan re rû bi rû man. Agahiya ku hin rayedarên zanîngehan ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî gefan hatine jî hat belavkirin. Duh Konseya Sendîkaya Mamosteyan jî daxwaz kir ku xwendekara 16 salî Priya Faramazî demildest were berdan.
Daxuyaniya Rêxistina Efûya Navneteweyî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî der barê îdiayên ku li Îranê “polîsên exlaq hatine belavkirin” de daxuyanî da. Rêxistinê ku daxuyaniya Serdozgerê Îranê Muhammed Jafar Montazerî ya di 3’ê Kanûnê de dabû de diyar kiribû ku “Polîsên Exlaq hatine betalkirin” wek “ne zelal” pênase kir û diyar kir ku divê civaka navneteweyî bi “îdiayên bi guman” neyê xapandin.
Dîrektora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Heba Morayef wiha got: “Rayedarên Îranê ku li hemberî vê cudahiya girêdayî zayendî û tundiyê bi hêrsa gel re rû bi rû dimînin, ji bo ji berpirsyariyê birevin, navê xwe diguherînin.”