Danişîna Narîn Guran: Em destûr nedin dosya were girtin

Danişîna ewil ya doza Narîn Guran didome. Dema danişîn berdewam dikir, jinan li ber edliyê daxuyanî dan û gotin: “Narîn temsîla hemû zarokên hatine qetilkirin e. Em destûr nadin dosya were girtin.”

Amed- Danişîna ewil a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin. Bersûcên girtî tên darizandin dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar anîn edliyeyê. Derbarê herçar bersûcan de tê xwestin ji ber sûcê “Hevkariya hev kirine û zarok bi qesdî kuştine” bi cezayê muebbeta giran bên dayîn.

Beriay danişîna li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dêtin ber edliyê bi bariyerên polîsna hatin girtin, di heman demê de di hindirê edliyê de jî bariyer hatin danîn.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên jin li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji ewil Seroka Baskê Jinan a CHP’ê Asu Kaya axivî û got ku ji destpêkê heta niha lêpirsîneke baş nehat meşandin. Kaya, diyar kir ku tu endamên malbatê yên ku bikarin mafên Narînê bi wêrekî biparêzin tune ne û ev tişt anî ziman: “Lê Narîna me bêxwedî nîne. Em naxwazin êdî navên zarokên me li eywanên dadgehan bê gotin.”

Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bersûcên girtî ji hêla leşkeran ve anîn eywanê. Bavê Narîn Guranê, Arîf Guran jî di danişînê de amade bû.

Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan piştî tespîtkirina nasnameyan axivî û xwest ku ew dixwazin ji bo pêvajoya darizandinê sûdewer bin.

‘Selîm got vê bive biavêje cihekê’

Bersûc Nevzat Bahtiyar got; “Roja bûyerê ji bo avê li Salîm (mamê Narînê) geriyam. Ava me hatibû birîn.” Nevzat Bahtiyar, bi domdarî got: “Gelo mafê min ê bêdengmayinê heye?” Serokê dadgehê jî got; “Erê.” Dadgehê pirsa “Tu dixwazî bûyerê vebêjî yan na” ji Nevzat Bahtiyar kir û wî jî got “tune ye.”

Serokê Dadgehê destnîşan kir ku Nevzat Bahtiyar heta niha du îfade dane û jê pirsî bê ka kîjan jê rast e. Nevzat Bahtiyar jî got; “Îfadeya min a dawî rast e.”

Serokê dadgehê diyar kir ku "Tu dibêjî min cara yekem cenazeyek dît, lê tu pir xwîn sarî."

Serokê Dadgehê destnîşan kir ku Nevzat Bahtiyar heta niha du îfade dane û jê pirsî bê ka kîjan jê rast e. Nevzat Bahtiyar jî got; “Îfadeya min a dawî rast e.”

Nevzat Bahtiyar, wiha got: “Ez bi meşê çûm mala Narîn Guranê. Wesayîta min li jêrê bû. Salîm Guran jî wê demê li jor bû. Li jêra mala me bû. Ev der, devera axûrê ye. Ez û Salîm tenê li wir bûn. Ji bilî Salîm min tu kes li wir nedît. Salîm Guran li jorê bû. Min jî li jêrê avdanî dikir. Salîm Guran li derve bû, wesayîta wî tune bû.”

‘Got cenaze parçe bike’

Serokê dadgehê îfadeya Salîm Guran a di demên berê de digot; “Ji min re got tavilê ji wesayîtê dakeve û min bişopîne” jê pirsî. Nevzat Bahtiyar, got; “Tiştekî wisa tune ye.” Serokê dadgehê îcar pirsa “Başe lê çima tiştekî wiha li dozgeriyê got?” kir. Nevzat Bahtiyar jî ev bersiv da: “Ez wê demê tirsiyabûm. Bi çekê gef li min xwarin.”

 Nevzat Bahtiyar gelek pirs bi gotina “Tune” bersivand.

Nevzat Bahtiyar, ji bo pirsa; “Salîm ji te re got were kar heye û tu çûy wê derê. Di wê kêliyê de tu deng, qêrîn, mirina zarokê û hwd. ji malê bihîst yan na?” Nevzat Bahtiyar jî got; “Na.” Nevzat Bahtiyar, ev îdiaye kir: “Ez ketim malê. Çûm odeyekê û Narîn li wir li erdê bû. Ji min re got. Bûyereke wiha heye. Ji ber ku di navbera min û dayika wê de têkilî heye. Ji min re gotin; ‘Ez di têkiliya zayendî de bûm, Narînê dît, min jî kuşt.’”

Nevzat Bahtiyar, pêvajoya piştî dîtina cenazeyê Narînê jî wiha vegot: “Ji min re got dê vê bibî û tune bikî. Salîm ji min re got vê bibe biavêje cihekî.”

Ji bo pirsa “Te beriya niha qet cenaze dîtibûn?” jî Nevzat Bahitiyar got; “Na.” Nevzat Bahtiyar, got ku gefa kuştinê lê tê xwarin. Nevzat Bahtiyar, anî ziman ku Salîm Guran derketiye derve û betaniyeyek bi xwe re aniye û wiha pê de çû: “Min ji ewil bi betaniyeyê pêça û piştre bir axûra mala me. Kesekî nedît. Piştre jî me xist tûrikî.”

Nevzat Bahtiyar,  got: “Dema me Narîn xistî wesayîtê, Yuksel digiriya.” Ji bo pirsa bê ka çima piştî cenaze xistî tûrikî biriye axûrê jî Nevzat Bahtiyar wiha got: “Ez li ser vê fikirîm. Min bir axûrê dît ku tûrik di nav de ye. Li ser cilûbergên Narînê hebû.”

 Nevzat Bahtiyar, diyar kir ku Salîm Guran tûrik hilgirtiye û xwestiye ku li devera jê re dibêjin “gol” parçe bike û got: “Lê belê min xwe têkilî cenazeyê nekir.” Di vê navberê de bav Arîf Guran dest bi girî kir.

Nevzat Bahtiyar, îdia kir klu ji ber tirsa Salîm Guran nekariye bûyerê vebêje. Nevzat Bahtiyar ji bo pirsa “Narîn çawa hate kuştin?” jî wiha got: “Ez nizanim lê li gorî min dibe ku girê dabin û wisa kuştibin.”

Nevzat Bahtiyar, ji bo pirsa “Tu çima îtîrafan ji bo dadgehê dikî?” jî wiha got: “Wijdana min qebûl nake lewma min îtîraf kir.”

Nevzat Bahtiyar, da zanîn ku birayê wê hefteyek berê hatiye serdana wî û jê re gotiye ku heke sûcî li xwe bigire dê pereyan bidin wî. Nevzat Bahtiyar, got: “Min qebûl nekir.”

Ji bo qeyda Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) were kirin, navber hate dayin. Piştre jî Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren hinek pirs ji Nevzat Bahtiyar kir. Nevzat Bahtiyar, ji bo pirsa “Tu ji kengî ve ye Salîm nas dikî?” got “30 sal in nas dikim. Em dostên hev ên nêz in. Em li hev digeriyan. Li qehweyê rûdiniştin. Demekî nêzî bûyerê neçûm mala wî.”

Nevzat Bahtiyar, got ku dema cenazeyê Narînê dîtî tu bertek nîşan nedaye û ji bo gelek pirsan bersivên “Min nedît” û “Nayê bîra min” da. Nevzat Bahtiyar, got; “Dema min cenaze dixist nav betaniyeyê, serekê wê Salîm serê din jî in girt. Piştre jî min cenaze girt. Salîm got ku şimika wê jî bibe. Min jî girt û xist nav betaniyeyê.”

Nevzat Bahtiyar, ji bo pirsa “Salîm betaniye da kê?” jî got; “Nizanim.” Nahît Eren, îcar pirsa “Dema hûn ji bo tespîtkirina cih çûn, di çala Narîn lê hatibû dîtin av hebû. Dema te Narîn birî wê derê, di wê çalê de av hebû?” kir. Nevzat Bahtiyar, ji ewil got “Di bin avê de nebû” û piştre got; “Erê di bin avê de bû.”

Nevzat Bahtiyar, ji bo pirsa “Hemû qeydên di telefona Salîm de ku jê biribûn paşve anîn. Bi taybet jî peyamên WhatsAppê. Gelo agahiya te jê heye?” jî got; m”Haya min jê nîne”; ji bo pirsa “Tu saet di 17.46’ê de li wirî geriyayî” jî got; “Ez nizanim. Tenê saet di 15.08’ê de lê geriyam.” Ji bo pirsa “Saet di 17.46’ê de Salîm ji te re çi got? Hûn di wan 41 saniyeyan de çi axivîn?” jî got; “Nayê bîra min.”

Ji Nevzat Bahtiyar îcar hevdîtina bi kesê bi navê “Vecdî” re ku li Hatayê dixebite û xizmê wan e hate pirsîn û Nevzat Bahtiyar got; “Dibe ku li min geriya be. Nizanim. Nizanim ka em li ser çi axivîne.”

  Îfadeya Enes Guran

Danişîn, bi îfadeyên bersûcê girtî Enes Guran berdewam kir. Enes Guran, têkildarî roja bûyer qewimî wiha got: “Ez ji Arguvan a Meletiyê hatim. Li xurbetê dixebitîm. Bi şev hatim malê, bavê min ez ji otogarê girtim. Dema min hewl dida xwarinê germ bikim, dayika min hat. Ez dayika xwe çûn ser banî. Dema sibehê hişyar bûm, min dayika xwe dît. Piştre jî bavê min Arîf Guran û kekê min daketin jêr. Me xwarin xwar. Muzaffer Guran jî hate xwarinê. Ew û bavê min çûn Êlihê. Narîn hat. Narînê ji dayika min re got; ‘Ez ê biçim mizgeftê’ û çû. Ez jî razam. Saet derdora 16.00’ê ji malê derketim. Çûm dikanê û min vexwarina enerjiyê kirî. Min ji bo zarokê astengdar ê bi navê Suleyman Kaya jî heman tişt kirî... Muhammet Yagmûr û Şevket çûn malê û ez û Muhammet Kaya jî çûn aliyê kaniyê. Saet derdora 17.30’ê nîvê hatim malê. Min li telefona xwe nihêrt û dît ku hatiye girtin. Xwendin û nivîsandina dayika min tune ye lewma li bavê xwe û kekê xwe geriyam û min got ez ê neyêm xwarinê. Piştre min bi hevalên xwe re cigare dikişand.”

‘Ez ji mamê xwe ketim şigê’

Balkêş e ku Enes Guran got qet neçûye axûrê. Enes Guran, wiha domand: “Di roja duyemîn de me tevî cendirmeyan dest bi lêgerînê kir. Ez ketim paca biçûk a Nevzat Bahtiyar.”

Ji bo pirsa têkildarî têkiliya di navbera dayika wî û Salîm Guran de jî Enes Guran, wiha got: “Ev pirs divê ji min neyê kirin, di dawiya dawî de dayika min e.” Serokê dadgehê jî lêborîn xwest û got ku ji bo faîl were dîtin dipirse. Ji bo pirsa têkildarî şopa leqê ya li ser milê wî jî Enes Guran wiha got: “Rewdeyeke zilaman li benda bêdengkirina jinan e.”

Dema pirsa “Tu çima li vê derê yî?” jê hate kirin jî Enes Guran got; “Nizanim.” Serokê dadgehê pirsa “Dema xwişka te Narîn mirî te guman ji kê birin?” jî Enes Guran wiha got: “Ji ewil min guman ji mamê xwe Salîm Guran birin.” Serokê dagehê pirsa “Gelo îxtîmal heye ku Salîm Guran kuştibe?” kir û Enes Guran got; “Ez wê nizanim.” Ji bo pirsa “Îxtîmal heye ku Nevzat Bahtiyar kuştibe?” jî got: “Dibe ku ji ber firotina wesayîtê be. Di dema cemaeta mezinan de bavê min jê re got; ‘Wî pereyî tu bi ku de bibî bîne.’ Serokê dadgehê pirsa “Baş e Enes, bavê te di daxuyaniyên çapemeniyê de dibêje ‘Ma Nevzat kî ye?’ Ji xwe ma Nevzat kî ye.. Ma ew qanaeta te heye ku kesekî wiha plan çêkiribin?” kir. Enes Guran jî got; “Dibe ku Nevzat pere dabe Narînê û hînî xwe kiribe.”

Ji jinan daxuyanî

Dema danişîn di doma, ji bo şopandina dozê nûnerên rêxistain civaka sivîl hatin Amedê lê nahatin girtina edliyê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de ji ewil Seroka Baskê Jinan a CHP’ê Asu Kaya axivî û got ku ji destpêkê heta niha lêpirsîneke baş nehat meşandin. Kaya, diyar kir ku tu endamên malbatê yên ku bikarin mafên Narînê bi wêrekî biparêzin tune ne û ev tişt anî ziman: “Lê Narîna me bêxwedî nîne. Em naxwazin êdî navên zarokên me li eywanên dadgehan bê gotin.”

‘Fail tên parastin’

Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî jî destnîşan kir ku belge û delîl ji hêla medyaya nêzî îktîdarê ve bi zanebûn hatine berovajîkirin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya lêpirsînê de bi leha faîlan pêvajo hate domandin. Hinek hêzên di nava dewletê de bi zanebûn hewl dan faîlan biparêzin. Ev jî gumanan çêdike. Di dosyayê de derheqê 4 faîlan de ji ber sûcê kuştina biqesdî doza cemaweriyê hatiye vekirin û ev yek jî vê rewşê piştrast dike. Em dixwazin ku derheqê kesên di çarçoveya lêpirsînê de cih digirn de ji sûcê kuştina biqesdî ya zarokê doza cemaweriyê were vekirin û bên cezakirin. Saziya malbatê ya ku pîroz tê nîşandan, bûye sedema mirina Narînê.”

‘Ji bo civakeke bê tundî em ê têkoşîn bikin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî destnîşan kir ku ew ê dosyayê bişopînin û heta darizandineke zelal, adilane û serbixwe tê kirin û faîl tên cezakirin dê dev ji dozê bernedin.

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî diyar kir ku qada zarokan ji hêla îktîdara AKP-MHP’ê ve tê îstîsmarkirin û weke DEM Partiyê ew ê ji bo parastina zaroka têbikoşin. Guneş, got ku ew ê destkeftiyên zarokan biparêzin, mezin bikin û wiha pê de çû: “Faîlên bûyerê ji hêla siyasî ve tên parastin. Hêj niha jî nayê zanîn ka faîl kî ye û ev yek girîng e.”

 ‘Em ê destûr nedin dosya were girtin’

 Herî dawî jî Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û ev tişt anî ziman: “Narîn hemû zarokên hatine qetilkirin temsîl dike. Emniyeta ku di bin çavan de telefonê nade, wesayîta ku delîla sûc e bêyî lêkolîn bike radest kir. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin. Em ê destûrê nedin dosyaya Narînê were girtin.”