‘Dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê dê riya vegera gelê me veke’

Endama Yekitiya Jinan a Beth Nahrîn Sebah Şabo piştgirî da biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ'ê û got: “Dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê dê bibe sedema vegera Aşûrî-Suryaniyên ji welat koçber bûne.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Şerê ku hêzên hegemon di sedsala 21'ê de bi riya çeteyan û komên çekdar didin meşandin, hemû neteweyên li ser axa Mezopotamiyayê dijîn hedef digre. Dewleta Tirk a dagirker ku bi riya çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê êrîşan pêk anî, bandorê li ser tevahî jinên Kurd, Ereb, Aşûrî, Suryanî, Çerkez û jinên Çeçen kir û gelek zirarê jê dîtin.

DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de, li dijî gundê Aşûriyan ê Til Temirê yê girêdayî Kantona Hesekê êrîşek pêk anî, zêdetirî 200 kes piraniya wan jinên Aşûrî û jinên Êzidî hatin revandin. Jinên Aşûrî-Suryanî jî zirar ji hovîtiya çeteyan di aliyê fizîkî û derûnî de dîtin.

Rêveberiya Xweser di dema dawiyê de behsa dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê yên girtî dikin. Li ser nêrîn û daxwazên jinên Aşûrî-Suryanî der barê darizandina çeteyan de, endama Yekitiya Jinan a Beth Nahrîn Sebah Şabo axivî.

‘Êrîşa qirker bi bêdengiya navdewletî hat pêşwazîkirin’

Sebah Şabo behsa êrîşên ku li qiraxa çemê Xabûrê di sala 2015'an de hatin kirin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelê me yê Aşûrî-Suryanî yê li ser qiraxê çemê Xabûrê li Til Temirê, bi êrîşeke qirkirinê re rûbirû ma. Berxwedan, destan û efsane li ser axa mozayîka gelan hatin jiyîn. Di wir de xwîna Kurd, Ereb, Aşûrî-Suryranî û Ermeniyan weke kaniyek herikî. Êrîşek wisa bû ku hovîtî û binpêkirinê jî bi xwe re anî. Ev êrîş qetilkirina jin, mêr û zarokan, koçberiya bi darê zorê, wêrankirina mal û zeviyan, binpêkirina rûmeta gel û şikandina sembolên me yên pîroz bû. Binpêkirinek mezin li dijî gelê me yê ku bi sedan salan e li ser vê axê dijî hat kirin. Em ji bîr nekin! Jin hatin firotin û neçarî guhertina ola xwe hatin kirin û ji bo her jinek fîdye girtin. Heta niha çarenûsa du jinan nediyar e, dema hatin revandin jî hê zarok bûn, yek ji wan 14 û ya din jî 12 salî bû.”

Sebah Şabo bal kişand ser helwesta hêzên navdewletî û wiha domand: “Mixabin, êrîşek wiha qirker bi bêdengiyeke navdewletî hat pêşwazîkirin. Tenê bang li gel kirin ku ji welatê xwe koç bikin, ew hewandin û bi cih kirin. Daxwaz û hêviya me ne ew bû ku em di welatê wan de bi ewle bijîn. Wekî gelekî resen koka me li ser vê axê, daxwaza me girtina tola her zarokek, jinek û mêrên li ser vê axê hatin qetilkirin bû.”

'Aşûrî-Suryanî ji dewletên cîhanê dixwazin çeteyên DAIŞ'ê bidarizînin'

Sebah Şabo bal kişand ser dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: “Îro mijara dadgehkirina DAIŞ'ê di rojevê de ye, weke jinên Suryanî daxwaza me dadgehkirina wan e, ji ber ku destên wan ne tenê di xwîna jin û gelê me yê Aşûrî-Suryanî de ye, di ya tevahî gelên herêmê de heye. Ji lewre em bang li civaka navdewletî dikin ku piştgiriyê bidin rêveberiya xweser da ku çete werin darizandin û cezayê herî giran bigrin. Ji ber ku heta niha em qêrîna zarok û jinên ji ber wê hovîtiyê êşê kişandine, dibihîsin. Dengê qêrîna wan jinan ji guhên me naçe. Li hawirdora cîhanê îro gelê me yê ku ji ber êrîş û qirkirinê berbelav bûye, yek bi yek daxwaza darizandina çeteyan dikin û daxwaza pêkanîna edaletê dikin.”

‘Di sedsala 20 û 21'ê de biryara tunekirina jinan dan’

Sebah Şabo destnîşan kir ku di sedsala 20 û 21'ê de qirkeran hewldana tunekirina nasnameya jinan dane û got: “Êrîşên li ser jinên Êzidî yên li Şengalê û jinên Aşûr-Suryanî yên li gundên Xabûrê, ji qirkirin û komkujiyên di sedsala 20'an de çêbûn ne cuda ne. Komkujiya Seyfo ya ku ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Suryaniyan di 15`ê Hezîrana 1915’an de pêk hatibûn hê jî di bîra me de ye. Ev komkujî  hovîtiya Osmaniyan di serdema 20'an de radixe ber çavan. Du sed sal in hewl didin jinan qir bikin. Di vê komkujiyê de dayik û bav li ber çavên zarokan hatin qetilkirin, bi heman awayî zarok jî li ber çavên dayik û bavan hatin qetilkirin û li ber çavên malbatan destdirêjî li jinan kirin. Em vê ji bîr nakin! Di komkujiya Seyfo de jin bi awayê tazî bi erdê ve hatin kaşkirin. DAIŞ’ê jî heman tiştî bi jinên Êzidî, Aşûrî, Suryanî, Ermenî kir. Di hovîtî û êrîşên DAIŞ’ê de, em careke din Osmaniyan û kujerên gelê xwe, dibînin."

‘Duh jinên ku ji jenosaîdê re şahidî kirin îro xwe birêxistin dikin'

Sebah Şabo da zanîn ku ger jin ji komkujiyan tirsiyabûna, îro dê nikaribûna careke din ligel rêxistin û tevgerên jinan xwe birêxistin bikin û wiha domand: “Jinên ku bûn şahidên qirkirina gelê xwe, tirseke ne normal jiyan. Tevî vê yekê jî bi xwedîkirina zarokên xwe hewl dan wan li ser ola xwe mezin bikin. Ji wan jinan tirsiyayî, îro me di nav rêxistin, tevger û yekitiyan de jinên birêxistinkirî ava kir. Yekitiya Jinên Suryan dikaribûn hemû jinên Suryan bînin cem hev û di bin sîwana yekitiyê de birêxistin bikin, dîroka wan bi wan bidin naskirin û xwendin. Em serbilind in ku îro di Rêveberiya Xweser de jin û jinên Suryan digihîjin asta çêker û dayîna biryaran. Ev serkeftina şoreşa me ya 19'ê Tîrmehê, diteyisîne."

'Dadgehkirina DAIŞ'ê, vegera gelê me yê Aşûrî-Suryanî misoger dike'

Sebah Şabo di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku bandora darizandina DAIŞ'ê li ser gelê ku derveyî welat e heye û wiha bang kir: "Gelê me ji ber êrîşan neçarî koçberiya bi darê zorê bû. Em bang li gelê xwe yê derveyî welat dikin ku vegerin hembêza welat û erdîngariya xwe geş bikin. Çûk çiqasî bifire, wê vegere hêlîna xwe divê ku gelê me jî vegere hêlîna dîrok û nasnameya xwe. Lewre darizandina DAIŞ'ê dê bandorê bike, wextê ku mafê gel û mexdûran were girtin û çete cezayê herî giran bigrin, wê demê wê vegera gelê me teqeztir bibe.”