Dadgehê di doza destdirêjiyê de îfadeyên bersûcan esas girt

Hinceta biryara beraetkirina 21 kesên ku li Amedê bi awayekî daîmî destdirêjî li zarokekî 12 salî kirin, hat eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan- Hinceta biryara der barê bersûcên doza zaroka 12 salî ya ku di navbera salên 2014-2015’an de li navçeya Pasûra Amedê ji aliyê 21 kesan ve rastî destdirêjiyê hatibû de, hat eşkerekirin.

Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, di darizandinên ku li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatin kirin de, der barê bersûc Bayram Baran, Raydin Eren, Bunyamîn Can, Emrah Zengîn, Erhan Oruç, Ersîn Şahîn, Mehmet Şahîn, Mustafa Şahîn, Fuat Gulsun, Huseyîn Çelîk, Mehmet Kara, Mehmet Taş, Melîk Seyîtvan, Akîf Kahraman, Mustafa Yildiz, Yakup Alu, Selahattîn Avci, Serhat Eren, Ugur Kahraman, Yucel Akdenîz û Mustafa Altin de bi hinceta "kembûna delîlan" biryara beraetê hat dayîn.

Di doza ku nêzî 8 salan berdewam kir de, cara ewil di 11’ê Nîsana 2019’an de mûtala hat dayîn û ji bo kiryaran ceza hat xwestin. Lê belê bi hinceta guhertinên heyetê dosya ji nû ve hat lêkolînkirin û danişîn hatin taloqkirin. Di dozê de di tevahî 7 danişînan de her dem dubarekirina raporên heyî hat xwestin, di danişîna biryarê ya 28'ê Îlonê hat ditîn de jî di lehiya kiryaran ve biryar hat girtin. Dadgehê, di hincetê xwe de diyar kir ku  îfadeyên zarok esas nayên girtin.”

Îfadeyên bersûcan esas hatin girtin

Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de, hem di lêpirsînê hem jî darizandinê de îfadeyên kiryaran a redkirina îdiayan esas girt.

Rapor hatin paşguhkirin

Di biryara ku hat diyarkirin rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê ya sala 2015'an, belgeyên muayeneyê û raporên Midûriyeta Tiba Edlî ya Amedê ya sala 2015'an a der barê zarok de, ji bo îsbatkirina sûc ji aliyê bersûcan ve hatiye kirin têrê nake.

Îspat hat xwestin

Dadgehê di biryara ku bi zêdebûna dengan girt de wiha îfade kir: “Di encamê de qenaat çêbû ku bersûcan bi berdewamî diyar kirine wan vê sûcê ku tê gotin kirine nekirine û tu delîlên teqez ên tune ne. Bûyer û îdiayên ku awayê pêkhatinê bi guman û bi tevahî nehatine ronîkirin; nabe ku li dijî bersûc were şîrovekirin, ji ber ku divê mehkûmkirina sûcan ne li ser qenaeta îhtîmal a ku li ser bingeha hin delîlên di pêvajoya dadgehê de hatine berhevkirin û hin beşên hatine paşguhkirin pêk were, pêwîst e li ser bingeha delîlek teqez û vekirî be…”

Di şerhê de ceza hat xwestin

Yek ji endamên dadgehê di şerhê de diyar kir dema rapora ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hatiye girtin, Rapora 6’emîn Daîreya Pisporiyê ya Tiba Edlî ya 1’ê Hezîrana 2022’an, raporên ku li Navenda Şopandina Zarokan a Amedê hatine girtin û dema hemû çarçoveya dosyayê tê destgirtin di wê qenaetê de ne ku kiryarên bersûcan ê li dijî zarokê sabît e û kiryaran ji sûcên "îstîsmara zayendî ya bi wesf" û "kesê ji azadiya wê bêparhiştina” yên li gorî kiryarên bersûcan a hatiye îspatkirin, bên cezakirin.