Ciwaniyek ji bo azadiyê xwe feda kiriye: Avesta Xabûr
Fermandara fedayî Avesta Xabûr di temenek ciwan de tevlî refên berxwedanê bû û li dijî tankên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve êrîşê çeperên şervanan dikirin, çalakiya fedayî lidar xist.

AVRÎN TOLHILDAN
Qamişlo – Fermandara fedayî Avesta Xabûr bi çalakiya xwe, di nava refên YPJ’ê de bû deng û vîna jinên azad û navê xwe di rûpelên zêrîn ên dîrokê de nivîsand. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi awayek hovane dest bi êrîşeke li ser bajarê Efrînê kir. Ev êrîş li ser sînorê herêmê bi awayekî bejahî û hewayî û bi riya çeteyên wek El Nusra, Ehrar El Şerqiyê pêk hat.
Dema ku şervanên YPJ û YPG’ê bi awayekî xurt li hemberî êrîşên dagirkeriyê liberxwe dan û parastina herêmê kirin, derbên giran li çeteyan xistin. Dewleta Tirk ji bo ku çete paş ve neçin, hemû teknîka xwe ya şer bi taybetî jî balafirên şer kir dewrê. Berxwedana li bajarê Efrînê bi beşdariya şervanan û gel, 58 rojan berdewam kir. Gelek şervanên YPJ û YPG’ê di ‘Berxwedana Serdemê’ de cîhê xwe girtin û bi lehengiyek mezin gihîştin asta şehadetê.
Di temenek pir ciwan de tevlî nav refên azadiyê bû
Zelîxe Hemo bi nasnav Avesta Xabûr, di sala 1998’an li Helebê ji dayîk dibe. Ew bi xwe ji gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye. Avesta li Şamê mezin dibe. Çawa ku di sala 2014’an de şoreşê nas dike, di heman salê de li Efrînê tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. Avesta Xabûr di demeke kin de kesayeta xwe bi pêş dixe û bi erkên giran radibe. Li gel ku fermandareke ciwan bû, di heman demê de jî bû perwerdekarek pispor a leşkerî. Bi tevlibûna pêngavên rizgarkirina Tinib, Keştear, Til Rifat û Um Elhûş tecrubeyên mezin qezenc dike. Di sala 2015’an derbasî saziya Yekîneyên Antî Terorê dibe. Di wê derê de zêdetir di warê leşkerî de bi pêş dikeve.
Mîrasa rêhevalên xwe dewr girt
Şehîd Avesta Xabûr ji bo rê li dijmin bigre, bi cesaretek mezin çalakiyek pêk anî û bû fermandara fedayî ya Berxwedana Serdemê. Çalakiya fermandar Avesta Xabûr, careke din nîşan da ku ruhê Zîlan û Arînan zindî ye û wê ev ruhê fedayî ku ji jinên Kurd re bûye mîras, bidome û her dem zindî bimîne. Çawa ku li Kobanê Arîn, Rêvana, Zehra, Viyan û Cûdî mohra xwe li dîroka qehremaniyê xistin, li Efrînê jî fermandar Avesta dubare ev xet domand.
Bi bîranîna şehîdan jiya û di riya wan de meşiya
Avesta Xabûr di jiyana xwe de xwedî armancên mezin bû. Xeyal û armanca wê ya sereke ew bû ku riya Zeyneb Kinacî bi nasnav Zîlan û Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan, bişopîne. Fermandar Avesta Xabûr di axaftineke xwe de behsa armancên xwe dike û wiha dibêje: “Armanca min ew e ku ez xwe bighînim asta şehîd Zîlan û şehîd Bêrîtan.” Di ‘Berxwedana Serdemê’ de, ji bo ku rê nede dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, di 27’ê Çileyê de li gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê, li dijî tankên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve êrîşê çeperên şervanan dikirin, çalakiya fedayî lidar dixe.
Gelê herêmê bi bîranîna nirxên giranbuha xwedî li şehîdên xwe derdikeve
Fermandar Avesta li pey xwe çanda parastina rûmetê û esaleta jinên şerker ên ku serî li hemberî dagirkeran natewînin hişt. Vê çalakiyê di nava YPJ’ê de vîndarî û biryardariya jinên azad zêdetir bi pêş xist û ji bo gelê heremê bû çavkaniya hêz û baweriyê. Gelê heremê jî bi bîranîna van nirxên giranbuha, xwedî li şehîdên xwe derdikeve û li ser şopa wan dimeşe. Îro ev bi awayekî pir baş li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê tê dîtin. Li seranserê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mîrasa Avesteyan ji hêla şervanên azadiyê û gelê berxwedêr û bi rûmet ve tê parastin. Eger îro ev gel xwedî bîr û baweriyeke wiha pîroz be; ji ber ku xwedî lehengên mîna Avesta Xabûr e. Wê demê bêguman wê serkeftin bibe para gelên berxwedêr.