Ciwanên Mexmûrê li dijî komplaya 15’ê Sibatê meşiyan
Li Mexmûrê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM), meşekî meşaleyî hat li dar xistin.
Mexmûr- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de di encama Komployeke Navdewletî hat girtin û 24 sal in dibin tecrîdê girankirî de li greva Îmraliyê tê girtin. Li Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM), ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşekî meşaleyî li dar xistin. Meşê bi tevlîbûna şeniyên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi meşaleyan destpêkir û heta parka 4’ê Nisanê domkir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan hatin hildan û timî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, “Kesek Nikare Roja Me Tarî bike”, “Bimre Îxanet” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Her wiha çalakvanên çalakiya gireva birçîbûnê ya bi demkî û dorveger ku di 1’ê Sibata 2023’an de ji bo şermezarkirina Gelê Rêberê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin jî tevlî meşa meşaleyî bûn.
Beriya daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiyê deqeyek rêz hat girtin, daxuyaniya ciwanan ji aliyê Çîdem Urek ve hat xwendin.
Daxuyaniya TCM û TJCM wiha ye:
“Em wek Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê di serî de di şexsê welatparêz Veysî Taş û ciwanê Kurd Mehmet Akar de hemû şehidên di pêngava ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ de ku bi agirê bedena xwe plan û konsepta komplogeran vala derxistin bi rezdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Di heman demê de di şexsê Şehîs Soro Gabar de hemû şehîdên ku li Qadên Parastina Medya bi fedayiyane şer kirin û canê xwe ji bo azadî feda kirin bi bîr tînin û em soz didin ku em ê bîranina wan bi têkoşîna xwe bidin jiyankirin.
Wek tê zanîn em dikevîn sala 25’emîn ya komploya navdewletî ku em wek ‘Roja Reş’ bi nav dikin. Rêber Apo bi têkoşîna xwe re Gelê Kurd ku bibûn qurbanê êrîşên dewleta Tirk ji xewa mirinê hişyar kir û bi avakirina Tevgera Azadiyê xeta têkoşînê ji nû ve avakir. Rastiya dijmin derxist holê û bi fikir û felsefeya xwe di serî de ji bo jina Kurd û hemû jinên cihanê re bû hêza hêvî ye. Ji ber vê jî hêzên emperyalist ji tirsa serkeftina gelên azadixwaz, ji bo bikaribin berjewandiyên xwe biparêzin û emrê xwe dirêj bikin, di şexsê Rêber Apo de Tevgera me ya Azadiyê, gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn kirin hedef. Bi hevkarî û politîka xwe yên qirêj roja 15’ê Sibata 1999’an de bi awayekî bêhiqûqî Rêber Apo dîlgirtin. Lê Rêber Apo bi têkoşîneke mezin armanca hêzên dij-şoreş vala derxist. Dîsa berxwedanî û hêrsa gelê Kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiyê bi taybetî jî bi têkoşîna Jinên Kurdistanê nîşan dan ku Rêber Apo ne kes e, Rêber Apo temsîliyeta tevahî gelên bindest e.
Em ji wek ciwan û jinên ciwan ên Mexmûrê dibêjin ku heta yek ciwanek Kurd jî hebe dê xwedî li Rêber APO derkeve. Em ê di vê pêvajoya hebûn û tunebûnê de bi rihê APOYî li hemberî hemû êrîşên dewleta faşîst berxwedaniya xwe bilind bikin û weke Rêber APO dibêje ‘Me bi ciwantî destpêkir, em ê bi ciwantî ser bikevin’. Li ser ve esasî em bang li hemû ciwan, jinên ciwan û tevahî gelê Kurd dikin ku “Dem Dema Azadiya Fizîkî Ya Rêber Apo Ye.” Bi rol û mîsyona ku dikeve ser milê me di xeta fedayiyan re faşîzmê û xiyaneta hilweşînin û teqez serkeftinê bi dest bixîn.”