Ciwan bi ferzkirina hişbir, gundî bi ferzkirina sîxurtiyê rû bi rû ne
Li Pîranê welatiyên ku vegeriyan gundên xwe yên di salên 90'î de hatin şewitandin, tên xwestin bi ferzkirina 'sîxurtiyê' re ji nû ve bên koçber kirin, li ser ciwanên bi belavkirina bikaranîna madeya hişbir, polîtîkaya şerê taybet tê domandin.
Amed – Li dijî Kurdên ku bi taybetî ji salên 1980’an û vir ve bi dayîna berdelên giran têkoşîna hebûnê didin, hemû curên rêbazên zextê hat pêkanîn. Bi polîtîkayên şerê taybet re gundên li qadên gundewarî ya herêmê cih digrin hatin şewitandin, wêrankirin, mirov ji koçberiyê re neçar hatin hiştin û îşkence, asîmîlasyon, muameleya xerab, cînayetên kiryar nediyar, komkujî û gelek binpêkirinên mafan jiyan kirin. Li herêmê di nava salên dawî de polîtîkayên şerê taybet ên wekî madeya hişbir, fuhûş û asîmîlasyonê jî xistin meriyetê, rêjeya mirinên bi awayekî guman zêde bûn.
Polîtîkayên şerê taybet berdewam dike
Yek ji navçeyên ku ev polîtîka tên meşandin jî navçeya Pîran a Amedê ye. Tê îdiakirin ku di salên dawî de li navçeyê ji ber bikaranîna madeya hişbir gelek ciwanên di navbera temama 15-20 salî de hewil didin întîxar bikin, bûyera dawî jî hefteya borî hat jiyîn. Hat îdiakirin ku li navenda navçeyê zarokê 16 salî xwestiyê dawî li jiyana xwe bîne. Hate hînbûn ku zarok di lênerîna giran de ye, êrîşa zayendî ya sala borî li dibistanekê li navenda navçeyê hat jiyîn jî di raya giştî de belav bibû. Derket holê ku D.B. yê ku li navendê mamostetî dikir, li dijî hejmarek zêde xwendekaran êrîşa zayendî pêkanî ye.
Di nava ciwanan de bikaranîna madeya hişbir belav dibe
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zulfiye Kişmir a der barê mijarê de nirxandinan kir, balkişand li navçeya ku tijî bi kamera ye, bi hêsanî xwe gihandina madeya hişbir ya ciwan bifikar e. Zulfiye Kişmir bi van gotinan tiştên tê jiyîn vegot: “Li seranserê Pîranê kamera hene. Dema kesek destê xwe bixurîne dibînin, lê dema ciwan madeya hişbir bikar tînin nabînin. Bi taybetî li ser ciwanan polîtîkaya tund tê meşandin. Ev rewş veguherî rewşek bipergalî. Wek li hemû herêmê, li Pîranî jî întexarên ji ber madeyên hişber tên jiyîn, derket asta herî jor. Ev hemû sedemek polîtîkayên wan a şerê taybet e. Li dibistanan mamoste li dijî zarokan êrîşa zayendî pêktîne lê kes nayê cezakirin."
Li gundên veger tên jiyîn ferzkirina sîxurtiyê heye
Zulfiye Kişmir a bal kişand ser zextên li gundan, anî ziman ku gundên di salên 90'î de hatin şewitandin ji nû ve hatine avakirin û gel vedigerin gundên xwe. Zulfiye Kişmir da zanîn ku bi polîtîkayên li gundan tên meşandin re ew bi xwe jî di nav de bi sedan welatî rû bi rû hatine hiştin û wiha got: “Dema em van tiştan dibînin, em difikirin ku ji bo van polîtîkayên şerê taybet Pîran wek herêmeke pîlot hatiye hilbijartin. Gelek gundên ku li bakurê Pîranê cih digrin û di salên 90’î de hatine hilweşandin û valakirin hene. Di van gundan de vegera dest pê kir, lê vê carê li ser gundiya sîxurtî tê ferzkirin.”
Gef li gundiyan hat xwarin: Ger hûn dixwazin bijîn agahî bidin!
Zulfiye Kişmir balkişand ku heman polîtîka li ser gundê wê jî tê meşandin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez li mezrayek girêdayî gundê Kirkpinarê dijîm. Ez ji bo çandina zeviyan çûm gundê xwe, li pey min wesayîtek ranger hat. Li wir gef xwarin. Li ser mirovan vê yekê ferz dikin, 'ger hûn bixwazin li vir bijîn an jî hûn dixwazin jiyana we ewle be hûn ê agahiyan bidin'. Ji gundiyan re dibêjin hûnê ‘di berdêla herikîna agahiyan de dikarin li vir bijîn’. Îro li gelek gundên wir ev tişt tê jiyîn. Gundên li wir ev demek dirêj e di bin gefa aliyê îstixbaratê de ne. Mirov ji bo li gundê xwe bijîn û zeviyên xwe biçînin jî bi zor dikarin biçin gundên xwe. Bi vî awayî dixwazin mirovan hem koçber bikin û hem jî mexdûr bikin. Em li dijî van polîtîkayan e.