Civînên gel ên DBP’ê: Fikarên gel bi qanûnên çarçoveyî dikarin bên çareserkirin

Hevseroka DBP'a Amedê Rûçem Elyakut daxwazên ji civînên gel ên DBP’ê nirxand, got ku fikarên gel hene lê ger qanûnên çarçoveyî werin Meclîsê dibe çareserî çêbibe û da zanîn ku peyama herî girîng azadiya Abdullah Ocalan e.

ARJÎN DÎLEK ONCEL                                                             

Amed – "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir, ji ber gav neavêtina dewlet û îqtîdarê bi pêş nakeve.

Di ser pêvajoyê de salek derbas bû. Merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê ku di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya Silêmaniyê hat lidarxistin, mîna gava herî girîng a pêvajoyê û "qonaxa erênî ya entegrasyonê" tê hesibandin jî nêzî salvegera xwe ya yekem dibe.

Koma Aştî û Civaka Demokratîk a 30 kesî ku çekên xwe îmha kirin, di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha yasayên entegrasyona demokratîk berdewam bike. Ji bo ev armanc pêk were, em îro di hizûra we de bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin.”

Piştî vê xala dîrokî, tê payîn ku "qanûna çarçove" ku ji bo civakîbûna aştiyê vegerê dihewîne,  di meha Tîrmehê de bê Meclîsê.

Her çendî dirêjbûna vê pêvajoyê û nezelaliya heyî, di civakê de nerehetiyê diafirîne jî partiyên demokratîk ji bo mayîndekirina aştiyê ya di qadê de hewldanên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di meha Hezîranê de pêngavek da destpêkirin. Civînên gel ên bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” hatin destpêkirin, bajarên Kurdistanê digre nava xwe.

Di van civînan de,  Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û endamên Komîteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya DBP’ê bi gel re dicivin û guh didin daxwazên gel. Civînên gel dê di meha Tîrmehê de jî berdewam bikin.

Hevseroka DBP'a Amedê Rûçem Elyakut, girîngiya civînên gel û peyamên derketine pêş nirxand. Rûçem Elyakut, diyar kir ku DBP’ê heta niha li gelek bajarên Kurdistanê civînên gel li dar xistine û got: "Armanca me ew e ku em têkilî deynin, guh bidin pirsgirêk û daxwazên wan û bi hev re çareseriyan bibînin.”

Rûçem Elyakut got ku diçin deverên hilberînê yên gel û li pirsgirêkên ku dijîn guhdar dikin, wiha axivî: "Li şûna ku em li cihên girtî bicivin, em diçin bazar, sûk, deverên hilberînê, nava zeviyan, kolan û taxên ku mirov lê hene. Em digihîjin her beşa civakê, Elewî, Sunî, Ereb û hemû pêkhateyên ji nijad û baweriyên cuda."

Peyamên ku di civînan de derdikevin holê

Rûçem Elyakut, destnîşan kir ku di civînên gel de gelek peyam û pêşniyar derketine holê û bi taybetî peyamên ciwan û jinan nirxand.

Rûçem Elyakut, wiha got: "Peyamên ciwan û jinan pir zelal in. Diyar dikin ku şer ji bo serdest û desthilatdaran sûdmend e û yên ku winda dikin jî jin, zarok û beşên din ên civakê ne. Dibêjin ku di vê pêvajoya şer de yên winda kirine jin û zarok in.”

Rûçem Elyakut, bi bîr xist ku di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir de, ji aliyê Kurd ve gavên cidî û girîng hatine avêtin û got: "Dema ku em behsa vê pêvajoyê dikin, dibêjin 'diyalog', ji ber ku ji bo em bibêjin 'danûstandin' divê şertên herdu aliyan wekhev bin. Birêz Ocalan her çendî şert nehatibin bicîhanîn jî hewl dide diyalogê bimeşîne û pêvajoyê bi pêş bixe."

'Divê qanûn bên derxistin'

Rûçem Elyakut, diyar kir ji ber sekinandina pêvajoyê bi gelê Kurd re fikar derketine holê û axaftina xwe wiha domand: "Fikarên gel hene. Belê Tevgera Azadiya Kurd gavan avêt. Gelê Kurd, zêdetirî salek û nîv e, hemû gavên pêwîst avêt. Lê hê ji aliyê dewlet û hikûmetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin. Belê behsa qanûna çarçove tê kirin lê ev qanûna çarçove tenê di gotinan de dimîne. Pêvajo dûvedirêj dibe. Lê ger qanûn were derxistin û ji aliyê parlamentoyê ve bê pejirandin dê bawerî çêbibe. Pêvajoyên aştiyê dijwar in. Ne tiştek e ku di şevek de çêbibe. Lê belê divê herî kêm fikarên gel werin kêmkirin. Di destpêkê de ji bo aştiyê hêviya gel hebû lê ev rewşa nediyar rê li ber fikar û nebaweriyê vedike."

'Gel baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tîne û daxwaza azadiya wî dike’

Rûçem Elyakut, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî salek bandora dîtin û bihîstina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi riya peyama vîdyoyî hê jî berdewam dike û wiha axivî: "Lê pir bi qîmet bû ku Abdullah Ocalan peyamek da ku azadiya xwe nexist pêşiya azadiya gel. Gel baweriyeke bêhempa nîşanî birêz Ocalan ê ku tevî şert û mercên tecrîdê jî rojê 24 demjimêran ji bo azadiya vî gelî dixebite dide. Gelê me daxwaz dike ku ji bo birêz Ocalan ê ku xwe nade pêşiyê û tevî hemû şert û mercên neyînî yên jiyane, hê jî ji bo azadiya gel têdikoşe, bêguman divê di zûtirîn demê de şert û mercên jiyan û xebata azad û wekhev werin avakirin. Gelê me dizane ev pêvajo tenê dikare bi vî rengî veguhere aştiyeke mayînde. Li 4 bajaran Mîtîngên Azadiyê hatin lidarxistin. Me hemûyan dît û temaşe kir ka beşdarbûn çawa ye. Bêguman, peyama ku di civîn û kombûnên giştî de derket holê jî eynî ye. Hêvî û daxwazên pir zelal hene ku divê niha şert û mercên jiyan û xebata azad ji birêz Ocalan re bê mîsogerkirin.”

Rûçem Elyakut, tekez kir ku rojeveke din a di civînên gel de derket holê jî pirsgirêkên aborî û civakî bûn û got: "Dibe ku pêvajoya pevçûnê bi pêvajoyê re bi dawî bûbe, dibe ku girtinên girseyî yên li dijî Kurdan tunebin lê gelo ev bes e? Bêguman na. Hê jî bajarên ku ji aliyê qayûman ve  tên birêvebirin hene û aştî hê nehatiye civakîkirin û qanûn neketiye Meclîsê. Di heman demê de pirsgirêkên din bêhtir xuya bûne. Ciwan bi salan e ji ber polîtîkayên şer ji siyasetê dûr in. Em bi ciwaniyeke ku di bin bandora madeyên hişbir, fihûş û tiryakê de ye re rû bi rû ne. Ciwan niha bi van tiştan re têdikoşin. Ango bi taybetî ciwan ji jiyana civakî û nirxên exlaqî dûr ketin û hatin dûrxistin."

Pirsgirêkên aborî û jin

Tevî ku em li erdnîgariyek dewlemend in jî şer bandoreke neyînî li ser aboriyê kir. Di dema şer de xizaniya herî zêde gel jiya. Em dikarin bi zelalî bibînin ku ev xizanî û krîza aborî bi şer ve girêdayî ye û krîza aborî ciwan û malbatan kişandiye nava tarîtiyê. Polîtîkayên şerê taybet zêdetir xwe nîşan didin. Daxwazek din a gel ev e ku divê hemû beşên civakê di zûtirîn demê de werin cem hev û li dijî avakirina çeteyan, şerê taybet û gendeliyê siyaseteke berfireh hilberînin.”

Rûçem Elyakut, destnîşan kir ku jinan pêşengiya pêvajoyê kirine û ji ber vê yekê herî zêde beşdarî civînên gel dibin, pirsgirêkên xwe radigihînin û ji bo çareseriyan têdikoşîn. Rûçem Elyakut, axaftina xwe wiha domand: "Jinan rolên xwe yên civakî girtin ser milên xwe. Yên ku pêşengiya aştiyê dikin jî jin in. Em di cîhaneke newekheviya zayendî lê heye de dijîn. Lê jin êdî dixwazin gotinên xwe bînin ziman. Dayîkên me tevî hemû êşên kişandine, dixwazin pêvajo bi aştiyeke mayînde bi encam bibe. Em dizanin ku di her şerî de, dayîkên me li eniyên pêş sekînin û hewl dan şer rawestînin. Em jin û jinên ciwan, ji bo aştiyê pir xebitîn.”

‘Jin êdî kirdeyên civakê ne’

Rûçem Elyakut bi gotinên; "Yek ji xalên girîng ên ku di civînên gel de derket holê jî ewe ku jin êdî kirdeyên civakê ne û di hişmendiya vê yekê de ne” wiha axivî: "Jinên ku bi hewldanên bêdengkirinê yên feraseta serdest a mêr re rûbirû man, îro bi paradîgmaya rizgariya jinan xwe îsbat kirine. Jinên Kurd bi dengê xwe bûn pêşengên civakê. Jinan îro bi hişmendiya xwe di vê pêvajoyê de erk û berpirsiyariya herî girîng girtin ser xwe, biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna berpirsyariyên xwe nîşan didin."

'DBP bi gel re li çareseriyan digere'

Rûçem Elyakut, der barê pêşniyarên çareseriyê yên DBP’ê ji bo pirsgirêkên gel de wiha got: "Rêveberiyek navendî bi gel gelek tişt dan windakirin. Me serdana gundan kir û li gundekî jinan ji bo zarokên xwe cihê fotbolê xwestin. Di destpêkê de di nava bendawariyek de bûn lê piştî hinek nîqaşan, wiha gotin, 'Em ê bi hev re cih diyar bikin, bi hev re qadê ava bikin û li vir bi zarokên xwe re merasîmek vekirinê li dar bixin.' Bi rastî jî dibe ku tiştê herî baş em dikarin bikin ev e ku em bi hev re çareseriyên hevpar bibînin. Lê belê sedema bingehîn a vê rewşê, navendîbûn, objebûyîn û kirdenebûyîn e. Ji ber ku em dizanin mirovên li vê erdnîgariyê dijîn, civakê baştir nas dikin. Tenê ew mirov dikarin ji bo pirsgirêkan çareseriyan hilberînin. Lewma pergala ku em jê re dibêjin rêveberiya herêmî û demokrasiya herêmî, dikare çareseriyan biafirîne.”

Rûçem Elyakut, tekez kir ku divê tevahiya civak berpirsyariya aştiyeke mayînde bigre ser milên xwe û got: "Em dikarin aştiya mayînde bi dest bixin. Ji bo vê yekê jî divê Elewî, Sunî, Kurd, Tirk, Ereb, Ermen, Suryan, mirovên ji her zimanî, her rengî û her nijadî xwe di vê pêvajoyê de berpirsyar bibînin û êdî di demeke kurt de ev zimanê şer û pêvajoya şer biqede, aştiyeke mayînde bê mîsogerkirin.”

Rûçem Elyakut, diyar kir ku civînên gel ên DBP’ê dê heta dawiya meha Tîrmehê berdewam bikin, piştî wê daxwazên gel bikin rapor û pêşkêşî meclîsê bikin.