Cezayê girtîgehê li hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan hat birîn

Li hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç ku ji doza ku bi hinceta beşdarî daxuyaniya ji bo 25’ê Mijdara 2022’an bûye dihat darizandin sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç jî di nav de gelek jinan, bi boneya 25’ê Mijdara 2022’an Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ya Cîhanê li navçeya Qilêbana Şirnexê daxuyanî dan. Der barê Guler Yerbasan Tunç de ji aliyê Serdozgeriya Qilabanê ve bi îdiaya "Qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin. Îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Qilabanê ve hat erêkirin. 

Guler Yerbasan Tunç beşdarî rûniştina biryarê ya li Dadgeha Cezayê Asliyeyê nebû, parêzerê wê amade bû. Rûniştinê bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir û dozgeriyê xwest Guler Yerbasan Tunç bê cezakirin. 

Piştî parastinê heyeta dadgehê bi îdiaya ku sûcê "binpêkirina qanûnên civîn û xwepêşandanan" kiriye sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Guler Yerbasan Tunç.