Cezayê hefsê li dê û bavê Berkîn Elvan hate birîn
Bi îdiaya “heqaret li serokkomar kirine” cezayê hefsê li dê û bavê Berkîn Elvan ê ku di dema berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hatî kirin hate birîn.

Navenda Nûçeyan – Zarokê bi navê Berkîn Elvan di sala 2013’an di dema berxwedana Geziyê de li Stenbolê bi guleya bombeya gazê ya polîsan hatibû qetilkirin. Der heqê dayika Elvan, Gulsum Elvan û bavê wî Samî Elvan de bi îdiaya “heqaret li serokkmar kiriye” doz hatibû vekirin. Di dozê de biryar hate dayin.
Dadgehê bi vê îdiayê salek û 2 meh cezayê hefsê da Samî Elvan û 11 meh û 20 roj cezayê hefsê da Gulsum Elvanê jî. Cîbicîkirina biryarê hate taloqkirin.