Cenazeyên Êzidiyên hatin qetilkirin radestî malbatên wan hate kirin

Cenazeyên 39 Êzidiyên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hatibûn qetilkirin, radestî malbatên wan hate kirin.

Navenda Nûçeyan- Xebatên lêgerîna welatiyên Êzidî yên di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya sala 2014'an de li Şengalê hatin qetilkirin û aqûbeta wan nayê zanîn berdewam dike.

Rêveberiya Tiba Edlî ya Nînovayê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeyek ya beşa vekirina gorên komî bi pêşengtiya Rêveberiya Giştî ya Beşa Tiba Edlî, ji gorek komî nêzî 39 cenazeyên welatiyên Êzidî hatiye derxistin.

Hate diyarkirin ku bi amadebûna aliyên peywendîdar ên Nînovayê û Şengalê, piştî testên DNA’ê û temamkirina zanyariyan, her 39 cenaze radestî malbatên wan hate kirin.