Cenazeyê zaroka ku di erdhejê de winda bûbû li Elezîzê hate dîtin

Cenazeyê Alya Kilinç ya 2 û nîv salî ku di erdheja 6’ê sibatê ya Mereşê de winda bûbû li Elezîzê hate dîtin. Meta wê Fatma Kilinç diyar kir ku êşa jiyan kirine nikare pênase bike û got: “Ma mirov ji bo cenzeyên xwe şikir dike? Me hemû got şikir.”

Navenda Nûçeyan – Endama herî biçuk ya Malbata Kilinç, Alya Kilinç ya 2 û niv salî ku li Bloka Z ya siteya Ebrar a di erdheja 6’ê sibata 2023’an li Mereşê hilweşiyayî jiyan dikir, zêdetirî  salek zêdetir bû nedihat dîtin. Cenazeyên dayîk, bav û birayê wan yê 5 salî ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane piştî erdhejê hatin defin kirin. Cenazeyê Alya Kilinç ya 2 û nîv salî nehatibû dîtin. Ji malbatê re beriya 3 rojan hate gotin ku tesbît kirine cenazeyê Alya Kilinc li Elezîzê hatiye definkirin.

Cenaze ji aliyê malbetek din ve hate girtin

Li gora nûçeya Eren Guvendik a di Gazete Duvar de cih digre; hate tesbîtkirin ku cenazeyê Alya Kilinç ya winda ji aliyê xizmên mirovên malbatek din ku di heman avahiyê de jiyan dikir û jiyana xwe ji dest dayî hatiye girtin. Di encama li hevhatina DNA’yê dozgerî gazî meta Alya Kilinç Fatma Kilinç kir. Fatma Kilinç têştên ku jiyan kirine wiha anî ziman:

“Keça me li gel birayê xwe piştî erdhejê 10 rojan hate derxistin. Birayê min di nava heman rojê de derdikevin, cenazeyên wan di nexweşxaneya zanîngehê de 3 rojan li morgê hate hêlan. Li wê derê malbetek ji Elezîzê ku wê malbatê jî li gel birayê min, li Bloka Z ya sîteya Ebrar dijî. Wan hemû malbata xwe winda kir, biraziya min dibin li Elezîzê defin dikin. Me bi lihevhatina DNA birazaya xwe dît. Di lihevhatina DNA de hertim hevdîtina me li dozgeriyê hebû, hefteyê rojek em diçûn û dihatin. Ji dozgeriyê li me geriyan û gotin; ‘sibe werin bawerke hate dîtin’… ji xwe êdî tu hêviyek ya me nemabû. Me got em nabînin û weke hatî gotin yekê biribû.”

Cenaze hat guhertin û carek din hate definkirin

Fatma Kilinç da zanîn ku zaroka malbata ji Elezîzê ku zarokê wan winda kiribû 8 salî bûyê wiha got: “Li vê derê tişta ecêb ewe ku, zaroka malbata ji Elezîzê 8 salî ye, zarokek mezin e. Biraziya min 2 û nîv salî ye, zarokek biçûk e. Hun çawa xeletiyê dikin, hûn çawa dibin? Tevliheviyek wisa çêbûye, ger windayên din jî wisan çûbe hezar mixabin.” Fatma Kilinç destnîşan kir ku piştî çareserkirina tevliheviyê cenazeyê zaroka malbata Yilmaz a li Mereşê hatiye definkirinşandine Elezîzê û cenazeya Alya jî ji Elezîzê derxistine û anîne Elbîstanê.

 ‘Ma mirov ji bo cenazeyên xwe şikir dike? Me hemû şikir kir’

Fatma Kilinç ya anî ziman ku êşa jiyan kirine nayê pênasekirin, da zanîn ku cenaze roja pênçşemê defin kirine û wiha got:

“Em ji roja me birayê xwe defin kirin hê xirabtir bûn. Biryên min yên din ev 3 roj e neçûne kar. Rewşa me xirabtir bû, me ew kêlî cardin jiyan kir. Ji xwe mirovên ku cenazeyên wan winda bûne hertim dibêjin ‘gelo’ jiyan dikin… Mirov hestek gelek ecêb jiyan dike, bendewariyek heye, tirs heye, li ser vê yekê jî wisa... Rebbê min şikirkirinê bi awayek cûda fêr kir. Ma mirov ji bo cenazeyê xwe şikir dike? Me hemû got şikir, lê belê êşa me jiyaye nayê pênasekirin. Gelek zehmet e.”