Cemre Işik: Mirina jinan a bi guman tune ye!

Di salên dawî de her ku diçe mirina bi guman a jinan wekî 'xwekuştin' zêde dibe. Parêzer Asya Cemre Işik jî diyar kir ku mirina bi guman a jinan rêbazeke ku mêr ji bo xwe rewa nîşan bide ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

AMED- Di salên dawî de mirina jinan a bi guman zêde bûye. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, di 9 mehên ewil ên sala 2023’an de 176 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di van demên dawî de yek ji mînakên herî zêde yên mirina bi guman jî ew e ku kesên “ji bilindahiyê ketine” jiyana xwe ji dest didin. Gelek caran der barê mirina jinan de lêpirsîn nayê vekirin û beriya ku bibe doz, dosya wekî "xwekuştin" tên girtin. Dosyayên ku der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin, bi hinceta ku delîlên têr nîn in, biryara neşopandinê ji bo wan tê dayîn.

Em bi nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Asya Cemre Işik re li ser gavên ku ji bo bi bandor li ser van dosyayên lêpirsînê bên meşandin axivîn. Asya Cemre Işik, anî ziman ku bi taybetî di dozên mirina bi guman de berpirsyariyeke mezin a malbat û parêzeran heye û got: "Eger em neşopînin dê ev dosya bê lêpirsîn bên girtin."

'Mirina bi guman a jinan tune ye'

Asya Cemre Işik, anî ziman ku di demên dawî de hewl tê dayîn mirina jinan di dosyayên kuştina wan de "gumanbar" be û anî ziman ku ev rewş bi taybetî piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê rêbazek e ku ji bo ji ceza xilas bibin ji aliyê sûcdaran ve hatiye tercîhkirin û got: "Mirina bi guman a jinan tune ye."

Asya Cemre Işik, diyar kir ku di dosyayên birine edliyeyê de wan jî ev feraset di civakê de dîtiye û dosyaya Şûlê Çet a 5 sal berê li Enqereyê ji qata 20'an a plazayê ketibû jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got: “Me gelek caran dît ku li pişt gelek bûyerên mirina bi guman a jinan qetilkirin heye. Şûlê Çet a li Enqereyê dijiya ji ber ku hat gotin 'ji bilindahiyê ketiye' jiyana xwe ji dest da lê piştre derket holê ku Şûlê hatiye qetilkirin. Di vê dosyayê de hemû delîl bi berfirehî hatin lêkolînkirin. Vê yekê kir ku rastiya bûyerê derkeve holê. Dema em li îstatîstîkê dinêrin, em dikarin zêdebûnê bibînin. Rewşeke giştî heye.”

'Mînaka ketina ji bilindahiyê taktîkeke xweparastina kiryaran e'

Asya Cemre Işik, anî ziman ku piştî sala 2021'ê dozên bi navê "ji bilindahiyê ketine" di mirina bi guman de zêde bûne û destnîşan kir ku bi taybetî bi navê "xwekuştin" dixwazin van dozan bên girtin û bi awayekî bi bandor nehatine lêkolînkirin. Asya Cemre Işik, anî ziman ku bi lêkolîneke kûr a di dosyayên payîzê de wê rastî bi zelalî derkeve holê û wiha got: “Di van bûyeran de piştî ku cînayet pêk hat, tiba edlî dikare diyar bike ku bûyer ji ber zextan bûye yan ketiye. Li ser vê yekê, em vegerin ser gotina xwe, mirina jinan a bi guman nîn e. Divê ev bi awayekî cidî bên lêkolînkirin. Ev ji bo her kesê pir girîng e. Kiryar ji bo xwe rewa bikin her tiştî dikin. Di vê mijarê de lêpirsînek bi bandor ji bo ku em jin xwe di ewlehiyê de bibînin pir girîng e. Li ser vê yekê divê parêzer û rêxistinên jinan ên di vê mînakê de jiyana xwe ji dest dane dosyayê ji nêz ve bişopînin. Aşkerekirina van di serî de ji bo jinan û piştre ji bo civakê xwedî girîngiyeke cidî ye.”

'Divê em dosyayan bişopînin û rastiyê eşkere bikin'

Asya Cemre Işik, der barê polîtîkayên bêcezakirinê yên li darazê de jî axivî û diyar kir ku rûyê zîhniyeta mêr di darazê de jî wekî her qada civakê heye. Asya Cemre Işik, anî ziman ku berpirsyar hêza herî mezin ji polîtîkayên bêcezakirinê yên di vê demê de tên meşandin digrin û got:

"Di dosyayên ku em li vir dişopînin de dibin şahidên gelek mînakên polîtîkayên bêcezakirinê. Yek ji van jî bûyera Kubra Yurt a ku beriya çend mehan bi ketina ji bilindahiyê jiyana xwe ji dest da ye. Di vê mijarê de yekem tişta ku Kubra ya ji bo jiyanê têdikoşiya got: “Hevjînê min ez avêtim." Bi hewldanên malbatê û Kubrayê rastiya bûyerê derket holê. Lê belê, carna rewşa ku di dosyayan de tê xuyakirin ji ya ku bi rastî qewimî pir zêdetir e. Ev dosya ji aliyê kesên ku naxwazin rastiya bûyerê eşkere bikin ve tên şopandin. Dibe ku em di her qonaxa darizandinê de bi kesên ku rastiyê nabînin an jî çavên xwe digrin re rû bi rû bibin.”

'Ji bo eşkerekirina heqîqetê divê raya giştî bê avakirin'

Asya Cemre Işik, anî ziman ku divê li dijî vê rewşa "gumanbar" a ku tê afirandin raya giştî were avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vir karê herî mezin dikeve ser mekanîzmayên darazê. Lê belê em dizanin ku ev ne bi bandor tên kirin. Ji bo eşkerekirina van dosyayan divê em her tiştî bikin. Divê civak di vê xalê de hişyar be. Heke em neşopînin, dibe ku gelek dozên kuştina jinan weke mirina bi guman an xwekuştin werin dîtin û wisa bimînin."