Aisha Hamouda: Divê em dengê jinên Filistînî bigihîjînin hemû cîhanê

Seroka Komîteya Jinan a Herêma Ereb Aisha Hamouda banga hevgirtina bi gelê Filistînê re kir û got: "Divê em li dijî êrîşên Îsraîlê dengê jinên Filistînî li hemû cîhanê bidin bihîstin.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza –pevçûnên Îsraîl û Hemasê du hefte li pey xwe hişt, rayedaran ragihandin ku di pevçûnan de herî zêde jin û zarokan zirar dîtine. Herî dawî jî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hezar û 400 kes li Xezayê winda bûne ji wan 720 zarok in, hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 4 hezar û 137 kes jiyana xwe ji dest dane ji wan hezar û 524 ji wan zarok 976 ji wan jî jin in. Têkildarî mijarê seroka Komîteya Jinan a Herêma Ereb Aisha Hamouda ji ajansa me re axivî. Aisha Hamouda bal kişand ku jinên Filistînî têkoşer in û wiha got: “Jinên Filistînî dema ku ji bakur ber bi başûr ve hatin koçberkirin ji bo parastina malbatên xwe zehmetiyên mezin kişandin. Em bûn şahidên êrîşên xayîn ên Îsraîlê yên li ser koçberan. Wan 120 kes qetil kirin ku ji nîvê zêdetir jin û zarok bûn. Yekane sûcê kesên hatine qetilkirin ew bû ku ji mirinê direviyan.”

‘Jin li ser piyan in’

Aisha Hamouda diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên vê dawiyê li ser şerîda Xezayê bûne sedema mirina bi sedan jin û zarokan û birîndarbûna bi hezaran kesan û wiha got: “Piraniya birîndaran ji ber nebûna pêdiviyên tenduristiyê pêwîstiya wan bi lezgînî bi dermankirina li derveyî welat heye. Rewşa jinan a tenduristiyê her ku diçe xirabtir dibe û kes jî nemaye ku alîkariya wan bike û ji bo dermankirinê wan bibe navendên tenduristiyê. Îsraîlê rê neda jinên birîndar û nexweş ji bo dermankirinê derkevin derve . Ev wekî cezayê darvekirinê tê dîtin lê dîsa jî jin li dijî van pêkanînan radiwestin.”

‘Jinên Filistînê xwedî îrade ne’

Aisha Hamouda da zanîn ku jinên Filistînî tevî êrîşên tundiyê jî bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe didomînin û got: "Îradebûna têkoşîna jinên Filistînî mînakeke ku hemû cîhan dikare jê îlhamê bigre. Di her şerê li dijî Şerîda Xezayê de jinên Filistînî tevî zextên psîkolojîk ên mezin ên ji ber binpêkirinên derqanûnî û pêkanînên faşîst ên mêtinger pêk tên, hêza xwe nîşan dan û birînên xwe derman kirin. Piştî ku dîmenên binpêkirin û dîmenên xwînrêj di medya Erebî û Rojavayî de hatin belavkirin hê jî dadmendiya navdewletî ji bo jinên Filistînî pêk nehatiye û Îsraîl jî ji ber kiryarên tundî û îşkenceya li dijî wan hatiye kirin, berpirsyar nehatiye girtin. Berevajî vê, provakasyon û êrîşkariya wan zêde bû, ev jî bû sedem ku îşkence zêde bibe. Hejmara jinên hatine kuştin û birîndarkirin her saet zêde dibe.”

‘Jin her dem di nava hewldana dîtina cihekî bi ewle de ne’

Aisha Hamouda diyar kir ku berpirsyariya jinên di êrîşan de hevjînên xwe winda kirine ji bo debara malbatên xwe zêde bûne û wiha got: "Jin berpirsyariya malbatên xwe digrin ser xwe û êşên xwe vedişêrin, ev jî êş û barê wan zêdetir dike. Ji ber ku bombebaran berdewam dikin, jin her dem di nava hewldana dîtina cihekî bi ewle de ne. Ew neçar man tevî zarokên xwe malên xwe biterikînin. Min dît ku yek ji hemşîreyan birîndaran derman dike. Piştî ku mala wan wêran bû xebera mirina malbata xwe girt. Dema ku li ser kar bû, bi tirsa xeberê qêriya lê tevî vê bûyera bi êş jî erka xwe domand.”

‘Ji sala 1967’an ve heta niha bi deh hezaran jin û zarokên Filistînî hatine girtin’

Aisha Hamouda da zanîn ku ji sala 1948’an vir ve zêdetirî 11 hezar jinên Filistînî û ji sala 1967’an vir ve jî zêdeyî 50 hezar zarokên Filistînî yên di bin 18 salî de hatine girtin û got ku mezinahiya sûcên li dijî jinên Filistînî hatine tomarkirin pir e. Aisha Hamouda got: “Divê hemû jinên Ereb li dora doza Filistînê bicivin û dengê jinên Filistînî bigihîjînin qada navneteweyî. Divê em hevgirtina bi gelê Filistînê re zêde bikin û piştgiriya madî û manewî bikin.”