Canan Yuce: Li Hatayê piştevanî hêvî ava kir
Hevseroka SYKP Canan Yuce anî ziman ku desthilatdar bi alîkarî nebirina ji mexdûrên erdhejê re û pêşxistina îşkence û kaosê re hewl da demografya Hatayê biguherîne û bang kir ku piştevaniya gel dem dirêj bidome.
BÊRÎTAN SARYA
Navenda Nûçeyan – Ji roja duyemîn a erdheja navend Mereşê de, li Hataya ku ji ber erdhejê derbek mezin xwar Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP - Sosyalist Yeniden Kuruluş Partisi) xebatên piştevaniyê dimeşîne. Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce der barê pirgirêkên ku piştî erdhejê rû da bersiva pirsên me da.
Canan Yuce bal kişand ku karesata bi erhejê re hat jiyankirin polîtîk, çînî û her wiha patrîarkal e û got, “Ji ber vê yekê dema ku ev sal em ber bi 8’ê Adarê ve diçin divê em weke jin hê bi hembêzkirina hev û bi xurtkirina piştevaniyê têkoşînê bilind bikin, teqez divê em dirûşma xwe ya ‘Piştevaniya Jinê Jîn e’ hê bilindtir bikin û di hemû qadan de piştevaniyê xurtir bihûnin.”
Hevseroka SYKP’ê Yuce bal kişand ser rojên ewil ên erdhejê û ev got: “Ji erdhejên ku di 6’ê Sibatê de li navend Mereşê qewimî, 10 parêzgehan bandor bûn û hilweşînên mezin rû da. Ez di roja 2’an a erdhejê de zû gihîştim Hatayê. Bi rastî jî ez rastî tabloyek ku ji bendewariya me girantir bû, hatim. Navçeyên Îskenderun, Kirikhan, navenda Antakya, Defne û Samandag bi hilweşînek pir giran re rû bi rû bûn. Dema ku em gihîştin, ew roja 2’emîn a erdhejê bû û lêgerîn û rizgarbûn li her deverê tune. Li bajêr jî av tunebû, mirov nekaribû av jî bibînin. Di destpêka her avahiyê de, bi dehan kes hewl didan ku xizm û windahiyên xwe bibînin, da ku ji bo wan tiştek bikin.
‘Ne AFAD û ne jî Kizilay li wir bû’
Me bihîstibû ku çend komên dildar ketine ser rê, lê li me li wir ne AFAD, ne Heya Sor a Tirk (Kizilay) ne jî ti berpirs nedît. Piştî bi 3 rojan tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hatin. Her der bûbûn kavil û ziyanek mezin li ber wan bûn. Bi xwezayî têra vê nekirin. Ji xwe roja ewl ve me ev yek got. Divê hemû kargeh û cihên kar bên rawestandin û mekîneyên kar bên ji bo lêgerîn û rizgariyê bikevin nava xebatê. Ji ber ev yek pêk nehat, gelek kesî canê xwe ji dest da. Li aliyekê mirov di bin kavilan de canê xwe didan, li aliyê din berpirsên ku hesab jê bê xwestin nebûn û gotinên ‘Her tişt di bin kontrolê de ye’ dihatin belavkirin.
‘Ji ber xemsariyê û direngketinê gelek kesî canê xwe ji dest da’
Piştî erdhejê xetên telefonê ne dikişand. Ne şaşbim roja 6’an bû hê jî li Hatayê xetên telefonê nedikişand. Amûrên ku bikişînin neşandin. Nebûna xetên telefonê di warê lêgerîn û rizgariyê ku bikarin xwe bigihînin xizmên xwe ku tîmên dildar bikarin wan rizgar bikin, pêknehatin. Dîsa tiştên ku diviya bû bi lezgîn bihata kirin, berpirsan nekirin. Dikaribûn xetên telefonê kontrol bikin û çêbikin, her wiha amûrên pêwîst bişînin ji bo dildaran ku bikarin xebata rizgariyê bilezînin. Li Hatayê bêkordîneyeke cidî hebû. Dewletê ti mekîneyên xwe yên kar nedaxebitandin. Ji bo vê li qadê dikarim vê bêjim, hejmara kesên canê xwe ji dest dayî li gorî ya hatî ragihandin sê qatê wê ye.”
‘Hê jî gelek kes winda ne’
Yuce qala xemsarî û piştevaniya gel kir û wiha domand: “Em dildarên ji bo alîkariyê hatin Hatayê me hewl da tişta ji destê me bê bikin. Li vir karkerên madenê û kargehan hatin tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn. Di roja 3’an de ji ber nebûna, av, xwarin û dîsa beteniyan zehmetiyên mezin re rû bi rû man. Dîsa dildar, saziyên civaka sivîl, rêxistinên demokratîk ên girseyî, sendîka, partiyên siyasî, sosyalîst, jin, ciwan û kesên dixwestin li herêmên erdhejê kar bikin, ji bo pêwîstiyên mexdûrên erdhejê kar kirin. Tişta ji destê me hat, me hewl da alîkariyên tên em bigihînin mexdûran. Mixabin tevî ku 20 roj in li ser erdhejê re boriye hê jî pirsgirêkên xorek, germbûnê û konan heye. Hê gelek kes winda ne. Gelek kes nikarin xwe bigihînin kesûkarên xwe û ketine rewşekê ku bi dîtina cenazeyê xwe bi hêvî bibin. Mixabin rewşek wiha heye.
‘Pêwîstî bi piştevaniyeke xurt û domdirêj heye’
Di rewşek wiha de erdheja duyemîn pêk hat, ji ber nebûn kon, mirov ketibûn avahiyên nîv xisar bûyî. Êdî mirov nikaribûn bikevin wan avahiyan jî. Roja duyemîn baranê lê kir û mirov man ji derve. Welatiyan daxwaza konan dikir, derfetê me têra vê nedikir. AFAD a digot; ‘Me kon birine wir’ dikarim bêjim li herêmê ti kon belav nekirine. Konên hatin piranî yên kesên dildar, bi taybet rêxistinên ewlewî bûn. Me ev li ser xelkê belav kir. Hê jî li Hatayê pêwîstiya me bi pir tiştan heye. Pêwîstî bi piştevaniyeke xurt û domdirêj heye.”
Li gelek cihî tirên ku alîkarî dianîn hatibûn sekinandin û astengkirin. Her wiha roja 4’an, me bihîst ku rêya Samandagi girtiye. A rast ne girtî bû, li wir polîsên tirafîkê nebû. Rê xirabe bû, kes nebû ku rê nîşan bide. Gel bi xwe tevdîrên xwe girtibû; wan bi xwe rê nîşanî wesayîtan da. Em hê jî li navenda koordînasyonê kar dikin. Diyare hê dor nehatiye me. Yek armanca dewletê heye ew jî kara zêde ye. Di mijara pêçana birînan de hê jî dewlet li Hatayê nîne.”
‘Leşker û polîsan xebatên alîkarî û rizgariyê astengkirin û kaos derdixistin’
Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce bal kişand ser astengiyên polîsan û hêzên dewletê û ev nirxandin kir: “Di roja 3’an de Rewşa Awarte hate ragihandin. Ji ber vir xeteke ya sînor be, bi hezaran leşker û hêzên ewlekariyê hebûn. Ev leşker tevlî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nebûn. Roja 5’an me dît ku komên bi qasî 50-100 kesî bi hev re dixuyên. Gotin ji bo diz û talanan li wir in. Ez ji roja ewilê ve li qadê me, leşker û polîsan qet alîkarî nekirin û heta asteng dikirin û kaos derdixistin. Karê wan bû astengkirina alîkarî, pirsîna nasnameyan, kesên bê guneh dana êşkencekirin bû. Me li ser vê rapor amade kir. Koçberek ku ji sedî 70’ê kesê xwe winda kiribû û hatibû bi dildarî 3 rojbûn li wir kar dikir, bê pirs û pirsyar bi hesinan êşkence kirin. Me li ser vê hevrêyên parêzer raporek amade kirin. Dest danîn ser nasnameya wî.
‘Ketin nava rewşekê ji canê dildaran ketin fikarê’
Rewşe pir xirab bû, li aliyekê fikarên me yên li ser jiyana kesên di bin kavilan de hebû, li aliyê din jî fikarên me li ser jiyana hevalên me yên dildar ji bo alîkariyê hatibûn, derketibû. Tevgera leşkeran a wiha bi çek li nava kolanan geriyan, xelkê tirsandibû. Dema ez hatim Hatayê min qet agahiya ku dizî û talan hatiye kirin nebihîst. Nebûm şahid jî. Dibe di nava 3 rojên ewil de xwarin ji marketan û derman jî ji dermanxaneyan hatibin girtin. Ew jî pêwîstiyên binghîn û neçarî bûn. Ji xwe dewlet jî dizaen heta roja 3’an ne av û ne xwarin nebû. Mirov av û biskuwîtek bigire nabe diz, dalankar.”
‘Polîtîkayên dijminahiyê di erdehejê de jî dewam kir’
Yuce qala polîtîkayên cihêkariyê yên dewletê jî kir û got: “Dewletê polîtîkayên xwe yên cihêkariyê di vê karesata erdhejê de jî domand. Me polîtîkayên dijminahiyê yên vê desthilatdariyê ya li Kurd û Elewiyan di vê erdhejê de jî dît. Em bûn şahidê qêrîn û hewaran, ez bûm şahiyê hewara ‘Ev tax ji ber ya Elewiyên Erebin, nayên lêgerînê nakin û kesê rizgar nakin.’ Bi rastî jî rast dibêjin. Roja 5’an nû tîmên AFAD’ê me dîtin. Li Samandagê 6 taxên mezin hilweşiyabûn. Li Defne û Armutliyê dewletê polîtîkayên ‘yên ji me û ne ji me’ kirin. Ne em vê dibêjin, xelkê herêmê vê dibêjin.”
Hevseroka SYKP’ê Yuce bal kişand ser biratî û hevrebûna xelkê herêmê û ev anî ziman: “Polîtîkayên koçberkirin û valakirina herêmê salên dûr û dirêj li vê herêmê bûne. Ji sala 1960-80’ê li Hatayê piranî civakên Elewiyên Ereb, Xiristiyan, Ermenî û yên ji çandên din xwestine koçber bikin. Di vê pêvajoyê de jî xwestin wê bikin. Antakya di ferqa vê yekê de ne û ji roja ewilê ve bi hestê Antakyabûnê xwe parastin.
‘Hêviyên ji nû ve avakirinê’
Dildarên hatin Antakya ji bo parastina vê kar kirin, piştevanî kirin. Niha Dêra ku ne hilweşiyayî bûye cihê belavkirina xwarinê. Dîsa goristana Elewiyên Ereb hene, odeyên biçûk hatine danîn. Goristan bûne cihê stirîna welatiyan. Her wiha mizgeftên nehilweşiyayî bûne stargeh. Niha em Tirk, Kurd, Eremî, Çerkez, Elwiyên Ereb û Xiristiyan dubare ji bo careke din bi hev re bijîn, ji nû ve bajar ava bikin, dest bi xeyal û nîqaşê kirine. Tevî evqas polîtîkayên cihêkariyê jî mirovên Hatayê dibêjin ku; ‘Em ê ji nû ve vir ava bikin. Bi hev re kodên çandî rêkupêk ava bikin. Em ê rê nedin polîtîkayên asîmlasyon û guherîna demografî’. Ev yek jî hêvî dide me.”
‘Divê piştevaniya jinan bê xurtkirin’
Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce ji bo 8’ê Adarê ku li pêşiya wan e jî ev peyam da: “Divê 8’ê Adarê hê zêdetir jin piştevaniya hev bikin û têkoşîna piştevaniyê xurtir bikin. Divê bi teqez dirûşma me ya ‘Piştevaniya Jinê Jîn e’ hê zêdetir bê xurtkirin, li her qadê tevna piştevaniyê bê bihêzkirin.”