‘Bi yekitiyê em ê bersiva êrîşan bidin’

Êrîş û bombebarana dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Sekretera jinên Partiya Kesk Cîhan Salih got: “Yekitiya jinan dikare van êrîşan rawestîne.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Dewleta Tirk bi nêzbûna 9’ê Cotmehê roja komploya navneteweyî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên xwe li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye. Li Başûrê Kurdistanê mizgefta wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî Mexmûr bombaran kir, di encama vê bombabaranê de jinek û du zarok birîndar bûn û ziyan gihîşt bi dehan malên derdor. Li Rojavayê Kurdistanê jî navçeyên xizmetguzariyê weke av, îstasyonên kehrebê, benzînxane û kampan bombebaran kirin k udi encamê de bi dehan sîvîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Êrîşa ku di 4’ê Cotmehê ve destpêkir hîn jî berdevam dike.

Van êrîşên dewleta Tirk bandorê li ser Kurdistan û azadîxwazan kir, jin daxwaz dikin ku bi yekitî û çêkirina zextan li ser rêxistin û civaka navdewletî êrîşên dewleta tirk rawestînin.

‘Sedemên êrîşên dewleta Tirk tirsa ji îradeya gelê Kurd e’

Sekretera jinên Partiya Kesk Cîhan Salih da zanîn ku ev demek dirêj e dewleta Tirk êrîşê Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û got: “Bi taybetî di van çend rojên dawî de êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê dijwar kiriye. Ji ber ku dizanin li wê derê hêzeke mezin û rêxsitinkirî heye. Dewleta Tirk jî ji vê yekê ditirse, ji ber her dem ji hêz û îradeya Kurdan tirsiyaye û dixwazin bi van êrîşan tirsê ava bikin û ji çalakiyan sar bikin.”

‘Êrîş li ser mafên mirovan in’

Cîhan Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e û naxwazin Kurd bi tu awayî bigihîjin armanc û serkeftinê û wiha pêde çû:” Cihê fikarê ye ku dewletên zordest bêdeng in. Tenê ji ber Tirkiye endamê NATO’yê ye û ji ber berjewendiyên xwe bêdeng in. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Mixabin li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ev hemû xelkê bê sûc tên hedef girtin û mafê wan tên binpêkirin kesek dengê xwe nake. Her çendî li ser gelê Kurd êrîşan tund bikin, em jî hin zêdetir bi xebatên xwe ve tên girêdan û daxwaza mafên xwe û bi destxistina azadiyê bikin. Van êrîşan wisa kir ku em bihêztir li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”

‘Bi yekitiyê em ê bersiva êrîşan bidin’

Cîhan Salih di dawiyê de wiha got: “Ji bo çareserî û rûbirûbûna van êrîşan divê helwesta me hebe û bi yekitiyê em bersiv bidin. Ji ber nakokiyên di nava aliyên Kurd de ev jî dijmin kêfxweş dike. Ger em nava yekiti, yekdengî û yek biryariyê de bin em ê wisa bikin ku êrîşan bisekinînin. Divê jin yek bin û xwe rêxistin bikin, da ku xak û netewa xwe ji dijmin biparêzin. Ji ber dijmin her dem ji hêz, îrade û yekitiya jinê tirsiyaye. Ji ber ku bi jinan re hêza guherîna mezin heye û ji şoreşê re bûne pêşeng.”