Bi vegera sivîlan re li Xezayê hişyariya ji ber madeyên neteqiyayî

Saziya alîkariya navneteweyî ya bi navê Handicap International, diyar kir ku madeyên neteqiyayî yên li Xezayê xeterek mezin in û hişyarî kir. Rêxistinê xwest bi vegera şêniyên bajar divê ku komên paqijkirina mayînan dest bi xebatê bikin.

Navenda Nûçeyan Di şerê li Zîvala Xezayê de binesazî, mal û saziyên xizmetê yên li bajar bi tevahî hilweşiyan. Bi hezaran avahî hilweşiyan, bi deh hezaran kes bê mal man. Li bajar krîzeke mirovî heye û tu xizmeteke bingehîn tune ye.

Di nava vê hilweşîn û xirbeyan de saziya sivîl a pispor Handicap International ku ji bo paqijkirina mayînan û desteka mexdûran li Xezayê ye; roja 14’ê Cotmehê diyar kir ku li Xezayê ji ber madeyên neteqiyayî, jiyana sivîlên ku vedigerin bajar di nava xeterê de ye.

Rêxistinê bal kişand ku ji bo operasyonên paqijkirina mayînan divê destûr ji komên ku pêdivî bi wan heye re were dayîn ku bikevin herêmê.

‘Bi deh hezaran ton teqemeniyan avêtin Xezayê’

Dîrektora saziyê ya li Filistînê Anne Claire, bi daxuyaniyek diyar kir ku xetera li Zîvala Xezayê pir mezin e. Li gorî texmînan piştî şerê ku 7’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kir, 70 hezar ton teqemeniyan avêtine Xezayê. Claire, wiha got: “Rêjeya xirbeyan û asta kombûna wan heta tu bibêjî mezin e. Ev rewş li bajarê teng ku hemjara sivîlan lê zêde ye, paqijkirina mayînan zortir dike û xetera birîndarbûnê zêdetir dike.”

Daîreya Xebatên Mayînan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) bi daxuyaniyek, diyar kir ku di du salên dawî de astengiyên li Xezayê bûne sedem ku li herêmê lêgerîna mayînan bi awayekî berfireh neyê kirin û wiha hat gotin: “Li ser rêjeya hebûna madeyên neteqiyayî, tabloyek zelal di dest me de tune ye.”

Îsraîl nahêle komên paqijkirina teqemeniyan bikevin Xezayê

Her wiha bal hat kişandin ku Îsraîl nahêle komên ji bo paqijkirina mayînan bikevin Xezayê, niha li ketina Xezayê sê wesayîdên zirxî li benda ketinê ne û hat diyarkirin ku ger destûra ketina bajar ji van wesayîdan re were dayîn dê operasyoneke berfireh a paqijkirinê were destpêkirin.

UNMAS’ê di daxuyaniya ku di serê salê de dabû de, diyar kiribû ku ew texmîn dikin ji teqemeniyên ku avêtine Xezayê ji % 5 û ji % 10 ji wan neteqiyane. Vê rewşê jî ji bo kesên ku vedigerin bajar tê wateya xeterek mezin.