FAO: 673 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ye

Tê texmînkirin ku ji dawiya sala 2024’an û vir ve nêzî 673 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Navenda Nûçeyan - Roja Xurekê ya Cîhanê ku her sal di 16’ê Cotmehê de di asta kûrewî de tê pîrozkirin, bale dikşîne li ser rewşa bi mîlyonan kesan ku hêza wan a mîsogerkirina xureka tendurist nîne û hewceyê xwegihandina birêkûpêk a xurekê bi tendurist.

Li gorî daneyên Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), ji dawiya sala 2024’a û vir ve li seranserê cîhanê nêzî 673 mîlyon mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Li seranserê cîhanê bêewlehiya xurekê digihîje astekên pir mezin û tê texmînkirin ku ji dawiya sala 2024’an û vir ve 673 milyon kes dê bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Rûxmê ku mafê xurekê mafekî mirovî ya gerdûnî ye jî, gelek kes di xwegihandina xureka ewle, bisûd û erzan de zehmetiyan dijîn. Li seranserê cîhanê, 2.6 milyar kes nikare pergala xwe ya xwarina bi tendurist mîsoger bike.

Pergalên xurekê yên çandiniyê, bi dijwariyên nehatin dîtin re rû bi rû dimînin û pevçûn, bandorên bûyerên hewayê û avhewayê yên dijwar, şokên aborî û newekheviya zêde, zirarê dide erdên çandiniyê, çavkaniyên avê û biyolojîk cihêrengî ya jiyanê piştgirî dike.