'Bi rû bin jî bi qrawat bin jî divê em li dijî çeteyan şer bikin’

Saba Şahîn der barê çarenûsa Efganistan û Sûriyê got: "Çi rih berdin çi krawat li xwe bikin navên DAIŞ, HTŞ, El Nûsra, El Qaîde çi dibe bila bibe, fikrên wan yek in” û li dijî polîtîkayên li dijî jinê banga têkoşîna hevpar kir.

BAHARÎN LEHIB

Nangarhar- Armanca şerên ku hêzên emperyalîst li welatên Rojhilata Navîn dane destpêkirin xurtkirina hêza xwe, serweriya li ser dewlemendiyên li Rojhilata Navîn û ji nû ve dîzaynkirina cîhanê ye. Bi ser de, şer derfetê dide hêzên emperyalîst ku çekên xwe bifroşin aliyên nakok. Ji bo vê jî piştgiriya piraniya komên çete yên bingehîn ên weke DAIŞ, El Nûsra û El Qaîde dikin. Hêzên desthilatdar ên ku nexwestin li welatên Rojhilata Navîn jiyaneke demokratîk, azad bi ser bikeve, bi şerên ku afirandin bûne sedema mirin û koçberkirina bi hezaran jin, zarok, mêr û extiyar.

Hêzên desthilatdar mîna li Efganistanê, Sûriyê jî diyarî çeteyan kirin. Dewleta Tirk û Îsraîl hewl didin li Sûriyeyê ji vê derfetê sûd werbigirin û parekê bigirin. Ji bo vê jî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi çeteyên ku destekê dide êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike, gel derdixe ber koçberî û komkujiyan. Lê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne dişibe Afganistanê û ne jî mîna herêmên din ên Sûriyê. Ji ber ku li vir berxwedan heye û gel ji bo xak û azadiya xwe têkoşîna xwe didomîne.

Yek ji parêzvanên mafên jinan ên Efxanistanê Saba Şahîn ku mijar ji ajansa me re nirxand got, "Ez ti cudahiyê di navbera Efganistan û Sûriyeyê de nabînim."

'Ez çarenûsa gelê Sûriyeyê wekî welatê xwe dibînim'

Saba Şahîn anî ziman ku di sala 2011'an û vir ve  rûdanên li Sûriyeyê dişibin Afganîstanê û wiha got: "Dema ku li Sûriyê şer û bêîstiqrarî destpê kir, min di hevdîtinên xwe yên bi hevalên xwe re her tim wiha got: Ez çarenûsa Sûriyê dibînim. Gelê Sûriyê mîna ku welatê min be. Welatên emperyalîst bi xurtkirina bingehên olî û pêkhateyên wek Birayên Misilman hewl didin gelan bitepisînin bikin. Welatê min tenê di sê salên desthilatdariya Talîbanê de rastî îslamiyên radîkal nehat. Ji dema ku Efganistan hat dagirkirin, bi alîkariya aborî û leşkerî ya Amerîka, Pakistan, Erebistana Siûdî û Îranê, partiyên bingehîn hatin damezrandin û gel mexdûr kirin, bi taybetî jin, û bi hezaran rewşenbîrên welatê min wêran kirin."

'Rih jî hebe krawat jî hebe fikrên wan yek in'

Saba Şahîn anî ziman ku zextên rêveberiya Talîbanê paşguh tên kirin û li gorî ku dixwazin reklam tên kirin û wiha axaftina xwe domand: “Lê belê dîroka dirêj a têkoşîna tevgera jinan a li Afganistanê ji bîr dikin. Di dawiya gotinên min de divê gelê Sûriyê vê baş bizane; Di cewhera xwe de  ferq di navbera îslama radîkal û Birayên Misilman de nîne. DAIŞ, HTŞ, El Nûsra, El Qaîde, navên wan çi dibe bila bibe, çi bi rîh, çi bi krawat, fikrên wan yek in. Çawa xuya bikin bila xuya bikin fikrê wan eynê ye. Tenê rûyê wan guheriye, û divê em bi hev re li dijî ramanên wan ên dijmirovahî şer bikin da ku wan hilweşînin.”