Bi rêzefîlma ‘Leylet El-Siqût’ rastî tên berevajîkirin

Endama Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemager a di xebatên li ser Şengalê de cih girt Safînaz Evdikê der barê rêzefîlmê Iraqê 'Leylet El-Siqût' ê ku der barê êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê hatiye çêkirin de axivî û got rastî tên berevajîkirin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Fermana ku li ser Şengalê, jin û civaka Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve di 3'ê Tebaxa 2014'an de çêbû, cîhanê tev dît çawa qawimî. Niha di heyva Remezanê de rêzefîlmekî dramayî ya Iraqê bi navê "Leylet El-Siqût" an jî ‘Şeva Ketinê’, tê weşandin ku rastiyên hatiye jiyankirin bi berevajîkirinê diteyisîne.

Der barê fîlmê hatiye kişandin û rastiya ku li ser erdê hatiye jiyîn de Endama Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemager û xebatkara Post production a fîlmê Nameyên ji Şengalê û Siwariyên Şengalê Safînaz Evdikê axivî.

‘Rastiyan nîşan nade’

Safînaz Evdikê got ku beriya em behsa êrîşan bikin divê ku em rastiya civak, nasname û çanda Êzidî li Şengalê bînin ziman û wiha domand: "Rêzefîlmê "Leylet El-Siqût" bi zimanê Erebî hatiye çêkirin, rêz ji zimanê Êzidî re nehatiye girtin û zimanê bingehîn ê xwediyê wan çîrokan nehatiye bikaranîn. Lêkolîneke baş ji çanda wê herêmê re nehatiye kirin, ji ber civaka Êzidî xwedî çandeke resen û kevnar e. Lê di rêzefîlm de wisa xuya dike ku giştî gelê Iraqê ne, devoka Iraqê, bikaranîne çanda wir jî baş nîşan nadin. Civaka Êzidî xwedî bîr û baweriyeke kevnar û pir taybet in, ji ber ola herî kenvar di Rojhilata Navîn de ya wan e û li ser wê jî lêkolîneke baş nehatiye kirin. Her wiha cil û berg, şêweyê avahiyan û dîkor Êzidiyên Şengalê nayne ziman. Ji bo ku rêzefîlmek were çêkirin, beriya wê bi salan lêkolîn tê kirin da ku berhemeke rast ku xwe dispêre rastiyên hatine jiyîn derkeve holê. Lê filmê "Leylet El-Siqût" pir seranser hatiye çêkirin."

‘Ji rastiya 2014’an dûr e’

Safînaz Evdikê dibêje ku DAIŞ bi armanca qirkirinê êrîşî Şengalê dike lê di rêzefîlm de propogandeyeke ne rast hatiye kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Civaka Êzidî bi 74 fermanan re rû bi rû maye lê kûrbûyîneke dîrokê jê re nehatiye çêkirin ku çima DAIŞ bi taybetî êrîşî wê herêmê dike? Gel, çand, ziman û ol mijara serpêhatiyê ye. Di warê rastiyan de rastiyên ku li Şengalê di 2014'an de hatine jiyîn, ev rêzefîlm nayne ziman. Li dijî wê propogandayeke dûrî rastiyê ye tê kirin. Ew ast û dijwariya êrîşên DAIŞ di 2014'an de, ji ya ku di rêzefîlm de dide xuyakirin, qet ranaxe ber çavan û pir jê dûr in. Em bi xwe derbasî Şengalê bûn û me rastiya hatibû jiyîn, belge kir."

Rol û rastî bi nakok in

Safînaz Evdikê bal kişand ser rola pêşmergeyan û ev tişt anî ziman: "Di rêzefîlmê de pêşmergeyan wekî parêzvanên Şengalê didin nîşandan lê ev rol û rastiya heyî pir bi nakok e. Yê ku dest ji parastina gelê Şengalê berda û gotin em ne li gorî wê ne û reviyan, pêşmerger bûn û dîmenên ku van gotinan piştrast dikin jî hene. Eger bi rastî pêşmerge xwedî li Şengalê derketana, bi hezaran jin nedibûn esîr, pîr, zarok û zilam nedihatin kuştin. Em bûn şahidên wê yekê ku korîdorek di navbera Şengal û Rojava de hat vekirin û gelê Êzidî derbasî vir bûn. YJA Star/HPG, YPJ/YPG'ê ew korîdoreke mirovî ava kirin, jin, zarok, kal û pîrên Êzidî ji mirinê xilas kirin. Bêguman dîmen û belgeyên ku van rastiyan radixin ber çavan hene. Lê ev hemû rastiyên ku dîrok şahidî ji wan re kir, di rêzefîlmê de qet nîn in."

‘Dixwazin bi rêzefîlmê îxaneta xwe veşêrin’

Safînaz Evdikê bal kişand ser aliyên ku ev rêzefîlm dikeve xizmeta wan û wiha pêl da gotinên xwe: "DAIŞ û Êzidî mijareke pir balkêş in di cîhanê de. Nêzî 10 xebatên wekî fîlm li ser vê mijarê hatine çêkirin hinek li Mexrib hin jî li Urdinê. Derhênerê rêzefîlmê "Leylet El-Siqût" ereb ê Sûriyeyê ye, em baş dizanin ku dê bibêje kê Şengal xilas kir, nikare bibêje û ihtîmala herî mezin heye ku naxwaze bibêje jî. Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî heye, ev çend sal in hewl dide li hemberî Şengalê rûyê xwe spî bike. Ji bo vê rûspîkirinê jî çiqas pere û hewldan, hewce bike biçe ji Şamê derhênerekî Ereb bîne û rêzefîlmekî bi zimanekî Erebî ji bo Şengalê çêbike, wê bikin tenê ji bo ku reva ji ber xelikê Şengalê nerast derbixin."

Rola jinên Êzidî di rêzefîlmê de

Safînaz Evdikê rola jinên Êzidî di vê rêzefîlmê de wiha vegot: "Rol û misyona jinên Êzidî jî baş nehatiye lîstin û nîşandan. Mînak karakterê jineke Êzidî heye wekî xwendevan û bijîşk e lê li şûna ku bêtir vê rola wê derbixin pêş, berovajî wê kirine. Wisa kirine ku ew jin jineke xweşik e û emîrekî DAIŞ'ê dil dikeve wê lê di rastiyê de jî tiştekî wiha nebû. Di hundirê DAIŞ'ê de jî jin bê rol bûn, jinên Êzidî tenê wekî esîr ku her dem dihatin kirîn û firotin bûn û ji wê astê jî dernketin di rêzefîlm de. Pir dûrî rastiyê ye, ji ber heta niha pir jinên Êzidî windayî hene. Hêzên leşkerî li Reqayê dema ku jinên DAIŞ'ê rizgar kirin, dîtin ku di çi rewşe de bûn. Heta niha gelek jinên Êzidî yên di kampan de newêrin bibêjin ku ew Êzidî ne. Ji ber ew êşa li Mûsil û Reqayê dîtin ne hêsan bû. Rol, têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî nehatiye teyisandin."

'Fîlmên Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemeger xwe dispêrin rastiyên li Şengalê'

Safînaz Evdikê bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Wekî ekîba Kolektîfa Kezî ya Jin ê Sînemeger der barê êrîşa li ser Şengalê û serpêhatiyên jinên Êzidî xebatên me hebûn, yek jê Nameyên ji Şengalê û ya duyemîn jî Siwariyên ji Şengalê ye. Hewldanê me yê pir mezin heye ku em bikaribin bandoreke mezin li gel bikin û fîlm bidin tamaşekirin. Fîlmê me yê Nameyên ji Şengalê vîdyoyên ji rastiyê nav de hene. Lê mixabin siyaseta dewletên qirker ên li ser rêzefîlman bi rengekî din dimeşe. Em bi hêvî ne ku ew siyaset were guhertin da ku em bikaribin rastiya gelê xwe herî kêm wekî jin bînin ziman."