‘Dewleta Tirk dixwaze bi revandinê mirovan bike sîxur’
Endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo kiryarên dewleta tirk a dagirker eşkere kir û got “Dewleta tirk bi revandina jinan dixwaze sîxurên xwe di nava koçberên Efrînê de ava bike."
HESNA MIHEMED
Şehba - Dewleta tirk a dagirker ku kiryarên xwe li dijî gelê Kurd li her derê dide meşandin serî li revandin, qetilkirin, îşkencekirin û tecewizê dide. Asta kiryaran sûcên şer derbas kiriye û bêdengiya dewletan jî hevkariya van kiryaran nîşan dide.
Beriya 3 mehan îstîxbaratên dewleta tirk a dagirker jineke Efrînî ya bi navê Dîcle Bekir tevli 4 zarokên wê li bajarê Stenbolê ku bi malbata xwe re lê dima, revandin û tu agahî ji wan tune ye. Piştî demekê ji operasyona revandinê komek çete bi hevjînê Dîcle yê bi navê Îdrîs Mûsa re dikevin nava têkiliyê û daxwaz dikin ku birayê Dîcle bi wan re bibe alîkar û karê sîxuriyê bike. Jê re dibêjin ku ger birayê Dîcle yê ku li kantona Şehbayê dimîne, sîxuriye qebûl neke wê çarenûsa Dîcle û zarokan nebaş be.
Der barê kiryarên dermirovî yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de, endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo nirxandin kir. Ferîde Îbo bal kişand li ser rêbazên şerê taybet ê dewleta Tirk li ser gel dimeşîne û dixwaze bi vê awayê sîxuran ava bike û got, “Armanc bi vê yekê ew ku bi riya sîxuran derbeyek li projeya Neteweya Demokratîk bide lê dê tu carî negihîje xeyalên xwe.”
‘Dewleta tirk li her derê kiryarên xwe dimeşîne’
Farîda Îbo di destpêka axaftina xwe de kiryarên dewleta tirk ên li ser gelê Kurd tên meşandin wekî sûcên şer pênase kir û wiha got: "Pênc sal di ser dagirkirina Efrînê de derbas bûn. Di van salan de rojane êrîş û binpêkirin li ser mafên mirov û xwezayê tên kirin. Li Efrînê ne bes bû êdî li bajarên dewleta tirk jî kiryarên xirab li ser welatiyên Kurd didin meşandin. Bûyera revandina jineke Efrînî û zarokên wê li bajarê Stenbolê ji aliyê îstîxbaretên dewleta tirk a dagirker ve vê yekê nîşan dide."
‘Dagirkeriya tirk hewl dide mirovan bixe sîxur’
Ferîda Îbo behsa revandina Dîcle Bekir kir û diyar kir ku kiryarên dewleta tirk tu sînoran nas nakin û da zanîn ku hewl dide bi riya malbatên kesên koçber sîxuriyê bidomîne û wiha got: "Dîcle û malbata xwe ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ji Efrînê berê xwe dan Tirkiyeyê da ku xwe ji dagirkeriyê biparêzin. Ji ber ku dema li Efrînê bûn, ji aliyê çeteyan ve rastî kiryaran dihatin û çend caran Dîcle hatibû dîlgirtin lewre ji ser axa xwe koçber bûn. Piştî demekê hevjînê Dîcle çû Ewropayê ji bo ku dûre malbeta xwe jî bibe gel xwe û li wê derê bijîn. Mixabin piştî derketina hevjînê Dîcle, MÎT’a Tirkiyeyê Dîcle û 4 zarokên wê revandin. Piştre hin çete bi hevjînê Dîcle re dikevin nava têkiliyê û jê re dibêjin ‘ger malbata xwe dixwazî divê birayê hevjîna te yê li Şehbayê dijî bi me re karê sîxuriyê bike û agahiyan bide me. Ger ew nebe alîkar wê hevjîn û zarokên te rastî kiryar û qetilkirinê bên.’ Armanc bi vê yekê ew ku bi riya sîxuran derbeyek li projeya Neteweya Demokratîk bide lê dê tu carî negihîje xeyalên xwe."
‘Bila zextê li Tirkiyeyê bikin’
Di dawiyê de Ferîda Îbo bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta tirk a dagirker bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em jî bang li tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û zextê li dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bikin, dev ji kiyarên xwe berdin. Em jî weke saziyên jin hewl didin bi saziyên navneteweyî re bikevin nava têkiliyan da ku rewşa malbata hatiye revandin zelal bikin û wan rizgar bikin."