Bi Komeleya Kesk a Idlibê re jin fêrî pîşe û mafên xwe dibin

Ji sala 2019’an ve, Komeleya Kesk a Idlibê li Reqayê armanc dike ku bi xebatên perwerdehiyê yên ku ji jinan re li ser mafên wan pêk anîne hişmendiya civakî zêde bike, di heman demê de bi qursên pîşeyî derfetên kar ava bike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa- Komela Kesk a Idlibê ku li bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe dimeşîne, bi projeyên cuda piştgiriyê dide jinan. Rêvebera Komeleya Kesk a Idlibê Safaa Taha, Berpirsa Komîsyona Şopandin, Nirxandin û Şêwirmendiya Derûnî Fatima Helebî û Perwerdekara Qada Elektronîkî Areej El-Qaddûr têkildarî xebatên xwe ji ajansa me re axivîn.

‘Armanca me ew e ku hişmendiya civakî zêde bikin’

Rêvebera Komeleya Kesk a Idlibê Safaa Taha diyar kir ku komele di sala 2019’an de hatiye avakirin û got ku ew li ser mafên jinan xebatên hişyarkirinê li dar dixin. Safaa Taha anî ziman ku yek ji armanca komeleyê komkirina jinên xwecihî ku ji cih û warên xwe ji ber pevçûnan bandor bune di bin sîwanekê de kom bike û wiha got: “Armanca me ew e ku hişmendiya civakê li ser mafên jinan zêde bikin. Em piştgiriyê didin tevlîbûna jinan a di pêvajoyên avakirin, guhertin û tevlîbûnê de. Her wiha armanca me avakirina aştiyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de û têkiliyên di navbera kesên ku bandor bûne de xurt bikin.”

‘Em bi astengiyên ku qalib girtine re rû bi rû man’

Safaa Taha diyar kir ku di dema xebatên xwe de rastî hinek zehmetiyan hatin û wiha destbi axaftina xwe kir: “Em dikarin bibêjin ku fikra jinan a ku bi tena serê xwe projeyekê pêk bînin, karên bazirganiyê bikin, beşdarî îhaleyan bibin rastî astengiyan hatin. Ji bo jinên ku xwedî projeyên biçûk in û ji bo pêşxistina wan dixebitin, me bi organîzekirina danişînên diyalogê karî piştgirî û alîkariyê bikin.”

Piştgiriya zarokan jî tê kirin

Berpirsa Komîsyona Şopandin, Nirxandin û Şêwirmendiya Derûnî Fatima Helebî diyar kir ku ji bilî lîstikên zarokan, ji bo pêşxistina perwerdekar, kapasîte û jêhatîbûna wan jî dixebitin. Fatima Helebî da zanîn ku ji bo piştgiriya derûnî ya zarokan jî xebatên perwerdehiyê li dar dixin û wiha pê de çû: “Em ji bo rakirina tundiyê û parastina zarokan xebatan dimeşînin. Me bi beşdariya jin û zarokan dewreyan li dar xist û me di qadê de encamên girîng bi dest xist.”

‘Jin dikarin projeyan bişopînin

Fatima Helebî got ku wan ji bo pêşxistin û xurtkirina rola navbeynkariya herêmî ya jinan di çareserkirina nakokiyan de komxebat li dar xistin. Fatima Helebî ev tişt anî ser ziman:

“Em ji bo zêdekirina guhertin û bandora civakî, pêşxistina rola pêşeng a jinan di civakê de, li gorî pêwîstiyan pêşxistina plan û çareseriyên pirsgirêk û hewcedariyên civakî, formulekirina ramanên afirîner û piştgirîkirina jinan li cihê ku lê kardikin de dixebitin. Jin dikarin çavdêriya cîbicîkirina gelek projeyên ku xizmetê didin herêmê bikin, di nav de sererastkirina parkan û ronîkirina hin tax û rêyan ji heye.”

‘Me bi qursan hewl da ku derfetên kar ji jinan re peyda bikin’

Perwerdekar Fatima Hallaj jî diyar kir ku qursên pîşeyî yên wek dirûtinê, salona bedewiyê, hunerên tevnên bi destan, çêkirina şîrîniyê û qursên xwendin û nivîsandinê hatin vekirin û wiha berdevam kir: “Di encama şer de qutbûna xwendina zarokan ji bo zarok û mezinan kursên xwendin û nivîsandinê hatin vekirin. Her wiha me hewl da ku bi qursên pîşeyî derfetên kar ji jinan re peyda bikin.”

Bernameyên komputerê du mehan digire

Hîndekara Qada Elektronîkî Areej El-Qaddur jî diyar kir ku 2 mehan dersên bingehîn ên bernameyên kompîturê hatin dayîn û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Me jinên ciwan ên ji ber krîza heyî nekarîn perwerdeya xwe biqedînin hedef girtin. 15 jinên ciwan ên ji temenên cuda beşdarî dewreyê bûn ji bo ku hunerên xwe yên pratîkî û zanistî pêş bixin. Armanca me ew e ku em li gorî serdema modernîteya elektronîkî tevbigerin û jinan ji bo beşdarbûna di sektorên karsaziya giştî de amade bikin.”