‘Bi guhertina demografyayê hewl didin nasnameya Kurd tune bikin’

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Efrîn-Şehbayê Îlham Mihemed der barê guhertina demografîk a li Efrînê tê meşandin de got: “Bi guhertina demografyayê hewl didin nasnameya Kurd li herêmê tune bikin.”

HESNA MIHEMED

Şehba – Li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve di sala 2018’an de hat dagirkirin, rêbazên guhertina demografîk ji hêla dewleta tirk ve tên pêkanîn. Guhertina demografîk li gorî zagonên herêmî û yên navdewletî tawanên şer in. Li gorî malpera Tora Efrin News 24 bîlançoya niştecihên ku li Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve ji destpêkê dagirkirinê heta niha di nav de wargeh, 62 yekîneyên niştecihî hatine avakirin.

Di van wargeh û kampan de koçberên ji deverên cuda yên Sûriyeyê weke gundewarên Şam, Idlib û Hamayê bi cih kirine. Der barê guhertina demografîk a li herêma Efrîn tê meşandin de, Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Efrîn-Şehbayê Îlham Mihemed ji ajansa me re axivî.

'Armanc ew e ku Kurdan li herêma Efrînê nehêlin'

Îlham Mihemed behsa guhertina ku dewleta tirk li Efrînê dide meşandin kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Piştî ku Efrîn hat dagirkirin û heya vê kêliyê dewleta tirk a dagirker bi rêbazên cuda guhertina demografîk li herêmê dide meşandin. Bi taybetî di warê avakirina yekîneyên niştecihî ku bi riya vê yekê gelên ji nasnameyên cuda û dûrî bingeha Efrînê tê de bi cih dikin. Di heman demê de bi riya guhertina navê gundan, dizîna şûnwarên herêmê û bi karanîna wan li gorî berjewendiyên xwe û ferzkirina zimanê Erebî û Tirkî ev hemû tên wateya qirkirina civaka Kurd. Dixwazin çanda ku gelê Efrîn li ser mezin bûye winda bikin û çandeke li gor sîstem û siyasetên xwe ava bikin. Bi avakirina yekîneyên niştecihî armanc ew e ku herêmê ji Kurdayetiyê dûr bixin û bikin herêmeke Ereb an Tirk."

'Li gorî siyaseta xwe herêmê ava dikin'

Der barê bandorên siyasî yên bicihkirina gelên din li Efrînê, Îlham Mihemed wiha got: "Li şûna xelkê resen bicihkirina gelên ji nasnameyên cuda bandorek siyasî li ser herêmê dike ku di pêşerojê de di demên hilbijartin an jî ji bo ku rêjeya zêde li herêmê tirkmen bin û bikaribin dengên wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Piştî dagirkirina Iskenderunê ji aliyê dewleta tirk ve ev yek li pêş bû ku herêmek bingeha wê Ereb bû veguherand herêmeke tirk û xist bin dagirkeriya xwe. Ew hewl dide Efrîn jî mîna Iskenderunê bike. Bicihkirina gelê koçber li Efrînê ji aliyekê ve dixwazin dîroka Efrînê bidin pişavtin ji aliyê din ve jî hewl didin nakokiyên civakî di nava gel de ava bikin."

'Divê çanda gelan were parastin'

Îlham Mihemed di dawiyê de teqez kir ku divê mafê parastina çanda mirovan li cîhanê bê parastin û ew li dijî guhertina demografîk li Efrînê ne û wiha got: "Li tevahî cîhanê divê mafê parastina çanda mirovan hebe û were parastin. Em li Şehbayê li dijî guhertina demografîk a ku tê kirin di nava hewldanan de ne. Em girêdayî çand û xwezaya Efrînê ne. Li Efrînê bi avakirina yekîneyên niştecihî gelek darên zeytûnan û xwezaya herêmê hat texrîbkirin. Qirkirina gel ji gava guhertina demografîk ve dest pê dike. Divê dewleta tirk a dagirker ji hemû xaka Sûriyeyê bi lez derkeve ji ber ku her diçe xeteriya li ser herêmên Sûriyeyê mezin dibe."