Bi çandina titûnê hewl dide xwe li jiyanê bigre

Fatma Ekmen a ku di erdhejê de mala wê hilweşiya li kêlaka kona ku lê dimîne zevî cot kir, dest bi çandina titûnê kir. Fatma Ekmen wiha got: "Ji bilî xebatê tu çareya me nîn e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Semsûra ku piştî erdhejê mirov bê mal man û titûna ku yekane çavkaniya debara wan e di bin xirbeyan de ma, jinan di navbera konan de dest bi hilberînê kirin. Jinên ku bi gotina ‘Jiyan didome’ li zeviyên di navbera konên xwe de li wan titûnê diçînin, gotin ku ji bo debara xwe bikin dest bi kar kirine. Fatma Ekmen diyar kir ku ji bilî titûnê tu çavkaniyek wan a jiyanê nîn e û da zanîn ku ew ê titûnê hilberînin û bifiroşin û ji nû ve rabin ser piyan.

Fatma Ekmen piştî erdhejê xaniyê wê yê li Taxa Cumhuriyetê ya navendê hilweşiya, niha di konan de dimîne. Fatma Ekmen a li konên Zulfikar Yilmaz ku gel bi awayek komun li taxê ava kir dimîne, li zeviya vala ya li kêleka konê titûn çand. Fatma Ekmen avdanî û dermankirina titûna ku çandî ye dike, diyar kir ku ji bo jiyana nû ji bilî xebatê tu çareyek wan tune ye.

'Bi titûna ku diçîne debara xwe dike'

Fatma Ekmen, diyar kir ku titûn yekane çavkaniya wan a debarê ye, tu karekî din nikarin bikin û wiha got: “Em piştî erdhejê jî bêçare man. Ên wesayîda wan hebû di nava wan de man, em jî bi rojan li derve man. Niha jî di konan de dimînin. Çareyek din tune ye, ji destên me tiştek din nayê. Em nizanin niha çi bikin û ji niha û pê ve dê çi bibe. Me li vir destpêke erdê kola, piştre titûn çand, niha jî em av didin. Piştî em derman dikin, mezin dikin û hişk dikin. Me ji bo payîzê zeviyan girtibû lê piştî vê erdhejê her tişt çû.”

'Jiyan berdewam dike’

Fatma Ekmen, diyar kir ku tevî her tiştî jiyan berdewam dike û ji bo vê jî dixebitin û destnîşan kir ku piştî erdhejê yên herî zêde ked didin dîsa jin in. Fatma Ekmen diyar kir ku titûna niha diçînin piştre bi zuhakirin û firotinê debara xwe dikin, herî dawî wiha axivî: “Li konan roj û şeva me jî yek e. Ger kar nebe jî nabe, tiştekî em bikin nîn e. Em neçar in nanê xwe qezenc bikin. Em li vir bêçare ne, ez serê sibê radibim, heta êvarê dixebitim û niha jî li nava zeviyê dixebitim. Herî zêde jin ked didin, ger jin nebin dê mêr çi bikin? Ez ji bo zarokên xwe, ji bo xwe li vir dixebitim. Tevî her tiştî jî jiyan berdewam dike. Piştî ku me titûnê diçand, difirot, debara xwe pê dikir û malzemeyên xurekê ji xwe re dikirî. Ger ew nebe jî ji tune ne, qurişek jî çavkaniya me ya debarê nîne.”