Bersûcê doza Şîmonî Dîrîl hat tehliyekirin

Apro Dîrîl ê yekane bersûcê girtî ya doza der barê kuştina Şîmonî Dîrîl de hatibû vekirin bû, bi şertê “hefsa malê” hat berdan. Parêzeran diyar kirin ku biryar wijdanan birîndar dike û anîn ziman ku ew ê îtîraz bikin.

Şirnex – Li gundê Merhî yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve di 11’ê çileya 2020’an de Hurmuz Dîrîl (71) û Şimonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev hatibûn windakirin. Piştî windakirinê bi 70 rojan cenazeyê Şimonî Dîrîl hat dîtin. Têkildarî bûyerê derbarê Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildzi de ji tawanbariya “kuştina bi eziyetî û hovane” û “kuştina plankirî” doz hat vekirin. Danişîna 5’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Bersûcê ku bi tenê girtî bû Aprol Dîrîl, muştekî û parêzer di danişînê de amade bûn. 

Şahidê bûyerê Aslan: Mi pêwist dît bêjim ku wijdana min diêşê

Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê hat destpêkirin de Emîn Aslan ê bi Apro Dîrîl re di heman koguşê de dimîne weke şahid hat guhdarkirin. Emîn Aslan anî ziman ku Apro Dîrîl jê re gotiye ku ew cinayetê kiriye û der barê bûyerê de wiha got:

“Em bi Apro Dîrîl re di heman qawîşê de bûn. Em 4-5 mehan bi hev re bûn. Min jê pirsî 'tu çima ketî girtîgehê?' Wî bi xwe ji min re qal kir. Got ku wan li 3 cihên cuda gor dîtine, ew, Hurmuz û Cemîl Usta çûne û armanca wîne parvekirina gorê bi wan re, kuştina wan bû. Ji ber ku wî got zarokê wî yê 16 salî hê jî kîna xwe li hember wan hildigire. Pêşî bi dar xist serê Şîmonî. Hurmuz xwest xwe xilas bike, lê piştre bi çekê lê xistine. Wî got ku wî 2 gule berdane wî. Wî got ku ew her du li cihê bûyerê mirine. Paşê Şîmonî avêtine avê. Wan jî Hurmuz binax kirine. Paşê got ku ew ji wir dûr ketine. Min jê re got, 'şopa tiliyên te wê di otopsiyê de derkevin’. Ji min re got, 'Ez ê pereyan pêşkêşî Cendirmeyan û Tiba Edlî bikim û ji wan bixwazim şopan ji holê rakin'. Got ku wan ev cînayet bi Celîl Usta re kirine. Min xwe mecbûr hîs kir ku ez werim vir û ji we re bêjim ji ber ku wijdana min heye. Ew ê rapora otopsiyê tune kiriba, ji ber vê yekê min biryar da ku bêjim."

 Bersûc Apro Dîrîl ku pişt re parastina xwe kir, îdia kir ku çîrok derew in û îdia kir ku ji ber ku bi Aslan re nîqaş kirine wî bêbextiyan lê kiriye.

'Lêpirsîn ji destpêkê ve bi rêk û pêk nehatiye kirin'

 Dozger daxwaz kir ku girtîmayîna bersûcê ku gumana revê lê heye berdewam bike. Ji parêzerên Şîmonî Dîrîl Rojhat Dilsiz bal kişand ser wê yekê ku ji destpêkê ve lêpirsîn bi rêk û pêk nayê meşandin. Rojhat Dilsiz, diyar kir ku şahid li gorî dosyayê axivîne û ew jî bi vê nêrînê razî ne û daxwaza berdewamkirina binçavkirinê kirin.

Parêzerê bersûc malbat hedef girt

Ji parêzerên bersûc Nîhat Karakaş, bi îdiaya ku bûyer sexte ye malbat hedef girt û ji aliyê malbata Dîrîl û parêzerên wî ve daxuyanî dayîna çapemeniyê weke sûc nirxand. Nîhat Karakaş got, "Dema ku di dosyayê de delîl nayên dîtin, bi hêza çapemeniyê hewl didin muwekîlê me di hundir de bihêlin."

Ji bo bersûc Apro Dîrîl biryara berdanê hat dayîn

Heyeta dadgehê ku piştî parastinan 10 deqe ji danişînê navber da, bi şertê "hefsa malê" biryara berdana bersûcê girtî Apro Dîrîl da. Rûniştin taloqî 23'ê Gulanê bû.

'Biryara wijdanan diêşîne'

Piştî danişînê dema malbata Dîrîl bertek nîşanî biryarê da, di navbera malbatan de rageşî derket. Parêzer Rojhat Dilsiz li ber edliyeyê axivî, diyar kir ku ev biryar wijdan diêşîne û wiha got:

“Di rûniştina doza Şîmonî Dîrîl de ku ji 11’ê Çileya 2020’an ve hate windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, biryar hat dayîn ku yekane bersûcê girtî Apro Dîrîl bê berdan. Tevî hemû delîlên di dosyayê de ku nîşana pêvajoya lêpirsînê bû û mixabin bi awayekî saxlem nehat darizandin jî, îşaret bi wî û şahidê ku di heman qawîşê de di girtîgehê de bû jî, biryara ku dadgehê bi piraniya dengan girt wîjdanan diêşîne. Em ê li dijî biryara tehliyê ya ku bi piraniya dengan hatiye dayîn îtîraz bikin.”