Bernameya RJAK’ê ya 8’ê Adarê diyar bû
RJAK’ê bernameya rêzeçalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyarkir. Li gorî bernamê dê li gelek navendên Başûrê Kurdistanê çalakiyên weke aheng, pêşengeh, semîner, civîn û belavkirina belavokan bên lidarxistin.
Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar kir. Li gorî bernameyê wê têkildarî wate û girîngiya 8’ê Adarê li hemû bajaran belavok bên belavkirin û jin vexwînin çalakiyan. Li nava bazarên Başûrê Kurdistanê de gul li jinên karker werin belavkirin. Dê pêşengeheke wêneyan, berhemên çandî û hunerî yên jinên Başûrê Kurdistanê were vekirin. Wê jin bi cil û bergên Kurdî yên herêmên xwe beşdarê pêşengehê bibin. Pêşengeh wê bi dirûşma, ”Jin Jiyan Azadî” bê vekirin.Wê li hinek bajarên Başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê bi şahiyan were pîrozkirin. Di serîde li navenda sereke ya RJAK’ê ya Silêmaniyê, li gelek bajaran semîner li ser têkoşîna azadiya jinên Kurd û cîhanê werin dayîn.
Dê serdana gorên jinên bûne qûrbanê tundiya mêr û desthilatê ku li goristana bêkesan spartine axê, bê kirin û gul deynin ser gora wan. Li hinek bajaran jî hem meş hem jî daxuyaniyên çapemeniyê werin dayîn.
Cih û diroka çalakiyan wiha ye;
Ahenga Navendî ya 5’ê Adarê li bajaroka Berdeqehreman a ser bi Silêmaniyê were lidarxistin.
Silêmanî
1’ê Adarê Pêşengeha wêne û berhemên destê jinan ya bi navê, ”Jin Jiyan Azadî” were vekirin.
Li navenda RJAK’ê ji bo jinan semînerek li ser girîngiya têkoşîna azadiya jin, pirsgirêkên jin rûberû tên û çareseriya wê were dayîn.
3’yê Adarê wê li nava bazara Silêmanî gul li jinên karker were belavkirin.
7’ê Adarê wê RJAK serdana Goristana Jinên Bêkes bike û gul deynin ser gorên jinên bûne qûrbanê eqliyet û tundiya mêr.
8’ê Adarê jî wê meşeke girseyî li Silêmaniyê bi hevpariya rêxistinên din ên jinan were lidarxistin.
Şarezûr
8’ê Adarê li Pêncwên gul li jinan bên belav kirin.
12’ê Adarê li Derbendîxanê şahiyek tê lidarxistin.
Li Helebce pêşengeha berhem û keda destê jinan ya bi dirûşma, ”Jin Jiyan Azadî” were vekirin û semîner bê dayîn.
Germiyan
Li Germiyan jî wê di navbera 1-4’ê Adarê de semîner bên dayîn.
10’ê Adarê wê jin li Kelarê di saet 14.00’an de bimeşin û peyama 8’ê Adarê bidin.
Wê 8 Adarê li Kelarê RJAK bi hevpariya rêxistinên din ên jinan daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Kerkûk
Wê li Kerkûkê semînerek bi navê, ”Tendûristî û Jin” were dayîn.
Wê li Kerkûkê jî gul ji bo jinan were dayîn.
8’ê Adarê jî daxuyanî were dayîn.
Raperîn
Wê li gundên herêma Raperînê semîner bên dayîn.
Wê 1’ê Adarê li Ranya stand bê danîn, li cihê standa dayîna belavokan wê stranên li ser têkoşîna jinan werin pêxistin.
Wê 4’ê Adarê li ber Zankoya Raperîn û seranserê Raperînê belavok werin belavkirin .
7’ê Adarê gul li jinên karker were belavkirin.
Koyê
Ji 1 heya 8’ê Adarê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar civîn werin lidarxistin.
Roja 8’ê Adarê serdana jinên karker were kirin.
Wê dîsa di heman roja 8’ê Adarê de daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.
Qendîl
RJAK wê ji derveyî pîrozbahiya navendî ya li Berdeqehreman, li Binarê Qendîlê jî ji bo jinên Binarê Qendîlê û herêmên nêz ahengeke taybet a pîrozbahiyê ya 8’ê Adarê bi dirûşmeya, ”Bi rihê berxwedana Îmralî û serkeftina Garê” lidar bixe.