Bêrîvan Bahçeçî: 2024 wê bibe sala azadiya gelê Kurd

Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçeçî diyar kir ku soza xwe dubare dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Navenda Nûçeyan - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçeçî têkildarî nirxandina sala 2023'yan li Buroya Şewirmendiyê ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Bêrîvan Bahçeçî diyarkir ku sala 2023'an têkoşîan jinan ya li dijî desthilat faşît derbas bû û got: “Tevgera jinên Kurd ji bo têkoşîna jinên cîhanê re bûye îlham.”

‘Jin li dora dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûn xelek’

Berîvan Bahçecî da zanîn ku hemû jin li dora dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku hêza xwe ji îdeolojiya rizgariya jinê distîne, veguherandine serhildaneke ku bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dike kombûne û got: “Vê serhildanê diyar kiriye ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, li hemberî hemû desthilatên rastgir ên li dinyayê wekî tekane tevgera îtîraz û qebûlnekirinê derketiye holê. Dînamîka sereke ya vê îtîraz û qebûlnekirinê jî bêguman Tevgera Jinên Kurd bûye. Xala hevpar a têkoşîna jinan a ku di şexsê Jîna Emînî de li Îranê bû girseyî, ji danheviya 30 salan a Tevgera Jinên Kurd referans stendiye. Her çiqas Tevgera Jinên Kurd ji aliye desthilatê ve dixwaze were krîmînalîzekirin jî, hatiye asta ku îlhamê dide têkoşîna jinên cîhanê. Dema ku Weqfa Paûl Grûnînger Xelata ‘Mirovayetî û Cesaretê’ da Ayşe Gokkan a ku berdevka serdema berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) bû, careke din îspat bûye ku Tevgera Jinên Kurd gelek tişt li têkoşîna jinên cîhanê zêde kiriye û perspektîfek pêşkêş kiriye.”

 ‘Jinan bersiva polîtakayên qirêj ên dewletê dane’

Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku rastiyek berbiçav e ku li dijî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê, li Tirkiye û Kurdistanê berxwedana jinan xuya ye. Êrişên li dijî jinên têkoşer û destkeftiyên wan, ev rastî îspat kiriye û wiha got: “Tevgera Jinên Kurd hişmendiya zayendiyê ava kiriye û girêdayî vî tiştî di qada siyaseta demokratîk de serweriya mêran qels bûye. Dewletê tehamulî van tiştan nekiriye û bi metodên wekî binçavkirin, girtin û kuştinê êrişî jinan kiriye. Lê jin li dijî tacîza darazê li eywanên darizandinê ketine pozisyona ku didarizîne, li hemberî kuştinan hêrsa xwe veguherandine rêxistinkirinê û bi van awayan bersiv dane polîtîkayên qirêj ên dewletê."

‘Destkeftiyên Şoreşa Rojava bû hêviya Rojhilata Navîn’

Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser şoreşa Rojava û da zanîn ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn bûye hêvî û da Peymana Navnetewî a li Bakûr û Rojhlatê Sûriye hatî qebulkiri bi bîrxist û got: “Rêveberiya Xweser a Rojava, di du salên dawîn de tevî gelên herêmê û pêkhateyên xwe gelek civîn li dar xistiye, tevî sererastkirinên di 99 xalan de, Peymana Civakî ya ku ji 134 xalan pêk tê, qebûl kiriye. Bi vî tiştî re, mecbûriyeta ku divê ne hiqûqa dewletê lê hiqûqa civakê were avakirin, wekî peywirekê daniye ber me."

 ‘Tevgera Jinên Kurd rol di hişmedîkirinê de lîstin’

Bêrîvan Bahçecî bi amaje bi wê yekê kir ku Li aliyê din dewleta tirk a ku êrişên xwe yên li ser Rojava berfireh kiriye, di îdeolojiya xwe ya fermî de, mezinbûn û geşbûna Tevgera Jinên Kurd û rêxistinkirina têkoşîna navneteweyî jî ji xwe re kiriye hedef û wiha dom kir: “ Ji ber ku Tevgera Jinên Kurd di pêşxistina hişmendiya zayendî ya jinên gelên din de jî roleke rast û mezin pêk aniye. Tevgera Jinên Kurd bi tecrubeya xwe ya têkoşîna bi dehan salan û pratîka xwe; têkoşîna jinên neteweya serwer jî tê de, bandorek ava kiriye û ji ber vê jî bûye hedefa dewleta mêran. Bi taybetî di serdema AKP’ê de kuştina jinan zêde bûye û pêşiya kuştinan hatiye vekirin, ev jî tolstendina ji Tevgera Jinên Kurd e, ji ber ku Tevgera Jinên Kurd îdeolojiya têkoşîna jinan, di nav beşên civakê yên herî jêr de jî belav kiriye. Sûîqastên li dijî pêşengên Tevgera Jinên Kurd ku bi Sakîne Cansizan dest pê kir, bi Sêvê Demîr, Hevrîn Xelef, Nagehan Akarsel û Evîn Goyiyan re domiya, nîşaneke din a polîtîkayên tolhildanê ya dewletê ye. Ji Rindêxan, Zarîfe û Bêrîtanan heta roja me ya îro, rêbazên êrişên mêtingeriyê yên li dijî jinên kurd neguheriye. Ev êriş di asta dewletê de ji xeynî metodên leşkerî bi metodên siyasî û civakî jî domiyaye.”

‘Rêbazên êrişên mîtingeriyê li dijî jinên Kurd nehatiye guherîn’

Bêrîvan Bahçecî da zanîn ku di salên 1990’an de, êrişên li dijî jinên Kurd, ji ser teşhîrkirina bedena jinê domiyaye, heta îro hatiye û ev tişt wekî metoda şerê taybet hatiye diyarkirin û got: “Çawa ku me di êrişa li ser Ekîn Wan de dît, feraseta mêtingeriyê hêrsa xwe ya li hemberî têkoşîna jinên Kurdistanê bi metodên qirêj nîşan daye. Ji sala 2016’an vir ve ne tenê li ser bedenên jinên kurd şer tê meşandin, di heman demê de li dijî têkoşîna jinan, êrişên siyasî jî hatine meşandin. Di êrişên li ser Îpek Er, Gulîstan Dokû û êrişên wisa de, dewletê li dijî gelê kurd bi taybetî jî li dijî jinan di şerê qirêj de israr kiriye û ev bûye wekî polîtîkayeke fermî. Çawa ku faşîzm bi awayê herî paşverû yê emperyalîzm û fînans kapîtalê ye, vê konsepta şerê qirêj yê ku Netewe Dewleta Tirkiyeyê li dijî jinên kurd dike jî, di warê metodê de awayê dawîn ê neçariya wê ya di şerê li dijî kurdan de ye.”

‘Hiqûqa şer ê Tirkiye ji Îsrail û Hemasê tu ferqek xwe nîne’

Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku ev wekî polîtîkaya tepeserkirinê ye ku Îsraîl çawa têkoşîna mafdar a gelê Filistînê tepeser dike ye û got: “Netewe Dewleta Tirkiyeyê ya di bin rêveberiya Erdogan ku rexnekirina Îsraîlê ji ser zimanê wî nakeve, di warê hiqûqa şer de jî tu ferqa wan û Îsraîlê tune ku jixwe di pênaseya fermî ya dewleta Îsraîlê de jî peyva ‘netewe’ heye. Di heman demê de me di şerê Îsraîl û Filistînê de jî dît ku kirinên Tirkiyeyê wekî yê aqilê şer ê Hamasê ye. Ev şer jî ji ser bedena jinê dest pê kiriye, li kolanan bi êşkenceya li ser jinan, bi belavkirina dîmenên êşkenceyê û bi taybetî jî bi girtina jinan û bi kuştina jinan û zarokan domiyaye.”

‘Êrişên li dijî jinan di asta civakî de berdewam kir’

Bêrîvan Bahçecî îşaret bi wê yekê kir ku êrişên li dijî jinan ne tenê di aliyê siyasî de, di aliyê civakî de jî berdewam kiriye û wiha got: “Erdheja di 6’ê Sibatê de ya ku navenda wê Mereş bû, bandor li gelek bajarên Kurdistanê kir û rûxandin li qadeke berfiref belav bû. Ligel ku bobelatek wekî erdhejê bû, ji aliyê desthilatê û hemû siyasetên li dijî desthilatdariyê, veguherî şerekî mêran. Ji xeynî rêxistinên jinan, ji bo jinên di vê erdhejê de mexdûr bûne tu xebateke girîng nehate kirin û tu tiştek nehate gotin. Em bûne şahid ku pêdiviyên taybet ên jinan wekî ‘tiştên şerm’ hatine dîtin, li lîsteyên pêdiviyan nehatine zêdekirin. Li holê tu dane tuneye ku jinên ducanî yên ji erdhejê rizgar bûne, di şertên çawa de karine zarokên xwe bînin dinyayê. Zarokên ku dê û bavên wan mirine, wekî polîtîkayên sala 1938’an ên li Dêrsimê birine bajarên rojavayê Tirkiyeyê, li wargehên van bajaran hatine bicihkirin û aqûbeta wan hatiye windakirin.

Bi giştî siyaseta ku li dijî polîtîkayên hikûmetê tê meşandin, di meseleya erdhejê de jî bi zimanê mêran hatiye avakirin. Lê jinan, weke li her qadê li herêma erdhejê jî ji bo ku jiyanê ji nû ve ava bikin, gelek ked dan. Piştî erdhejê ya ku navenda wê Mereş bû, dewleta ku bi pîrozbûna xwe pesnên xwe dida, nekarî kavilan û xirbeyan rake lê jinan li bajarên ku rûxandin pêk hatiye jî bi hişekî kolektif, di nav bajarên rûxiyayî de, derfeta avakirina ji nû ve ya jiyanê ava kirine. Lê belê desthilatê tehamulî van derfetan jî nekir û ferman da ku konên hevgirtinê yên li bajarên konteyniran bila were rakirin, bi awayekî zordest, bi rêya hêzên ewlekariyê mudaxeleyî qadên jiyanê kiriye. Navendên koordînasyona krîzê jî bi metoda ku herî baş dizane, bi rêya qeyyûman desteser kiriye.”

‘Li hemberî Kurdan dijminatiya heyî bê navber didome’

Bêrîvan Bahçecî diyarkir ku helbet ev rewşa ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe, nabe ku ji tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye, cuda were nirxandin û got: “Desthilata ku êdî tecrîd veguherandiye şêwaza rêveberiyê, nahêle ku rêzdar Ocalan ê ku îradeya xwe ya çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane nîşan daye, denge xwe bigihîne derve. Desthilatdarî ya ku hêzê ji awayê rêveberiya li ser esasê zext û zordestiyê distîne, li hemberî Kurdan hiqûqa dijminatiya bêyî navber didomîne, bi vî awayî peyama xwe dide beşa dîtir a civakê jî. Lê belê ev siyaset ne berhema demeke kurt e, berdewamiya pêvajoyeke dîrokî ya 100 salî ye.”

‘2024 wê bibe sala têkoşîna azadiyê’

 Bêrîvan Bahçecî amaje bi wê yekê kir ku di 100 saliya komarê de înkarkirina kurdan berdewam dike û wiha anî ziman: “Komxebatên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û tespîta ku Peymana Lozanê peymaneke qirkirinê ye, jin rizgariya xwe di Konfederasyona Jinan de ya ku wê were avakirin de dibînin û ev tişt li hemberî tarîtiya ku tê ferzkirin jî, bi xwe dibe hêvî.” 

 Bêrîvan Bahçecî destnîşan kir ku li ser vî esasî, her çiqas sala 2023’yan ji bo netewe dewletan bûye sala şer û hilweşandinê jî, jinan jî li dijî vê qirkirinê berxwedana xwe bi awayekî xurt bilind kirine û wiha dom kir:

“Sala 2024’an bi taybetî ji bo jinên ciwan û hemû jinan wê bibe sala ku polîtîkayên şerê taybet were teşhîrkirin, tevî hemû jinan wê xebatên perwerdehî û balkişandinê were zêdekirin, li hemberî êrişên destkeftiyên jinan wê têkoşîna jinên rêxistinkirî were zêdekirin, hevgirtin were xurtkirin, ji bo mafên jinan û ji bo têkoşîna wekhevî û azadiyê jî wê bibe sala rêxistinkirina çalakiyên demokratîk. Pûsûlaya ku me jinên DBP'yî daniye pêşiya xwe, îdeolojiya rizgariya jinê bi xwe ye. Em çawa heta îro ji vê pûsûlaya xwe şaş nebûne, em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê ji niha û şûnde jî li ser heman rêyê bimeşin. Em didin dû şopa kesên ku beriya me li ser van rêyan meşiyane û em têkoşîna xwe geş dikin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya gelê kurd a ku tê xwestin di şexsê rêzdar Ocalan de girtî bimîne."