Berdevka meclîsa jinan ya DBP’ê: Emê têkoşînê berdewam bikin

Berdevka Meclîsa jinan a DBP'ê di civîna çapemeniyê ya der barê geşedanên di rojevê de bal kişand ser polîtakaya tecrîdê ya li Îmralî belavî hemû gelan bûye û destnîşan kir ku wê jin têkoşîna xwe berdewam bikin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynûr Sarica der barê nirxandina geşadanên di rojevê de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bal kişand ser piştî hibijartinê pêvajoya ku li Tirkiye tê jiyîn, pêvajoyên rexnekirin û rexnedayînê berdewam dike. Aynûr Sarica da zanîn ku partiya wan ev berpirsyartî girtiye û wê rexnadayînê bidin.

‘Dixwazin gêradanbûna bi Abdullah Ocalan re were qutkirin’

Aynûr Sarica, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: “Her çendî astengiyan derdixin lê belê gelê kurd hin zêdetir bi birêz Ocalan ve tên girêdan. Çi dibe bila bibe divê tecrîd were şikandin. Tecrîd ji Îmralî belavî hemû girtîgeh û gelan bûye. Jinên Kurd tecrîdê qebûl nakin û li dijî vê têkoşînê dikin, em baş dizanin çiqas di tirsin. Ji ber jinên azad dema derdikevin qadan azadiyê ji civakê re tîne. Desthilat jî ji vê ditirs e.”

‘Bila girtiyên nexweş werin berdan’

Aynûr Sarica, destnîşan kir ku tecrîd belavî girtîgeh û civakê bûye û bal kişand ser tiştên ku li girtîgehan tên jiyîn û got: “Weke we di çapemeniyê de jî dît Ozge Ozbek piştî maseya emelyatê hate girtin, gelek nexweşiyên wê ên giran hene û her ku diçe rewşa wê xeter dibe. Di mijara girtiyên nexweş de peyama ‘Heta mirinê hun dernakevin’ dide. Em vê qebul nakin, em daxwaz dikin girtiyên nexweş werin berdan.”

‘Polîtakayên şerê taybet berdewam dike’

Aynur Sarica di berdewamiya axaftian xwe de destnîşan kir ku li bajarên Kurdistanê polîtakayên şerê taybet berdewam dike û wiha got:

“Pergal dixwaze bi polîtakayên şerê taybet, çand, ziman, mafên jin û ciwanên kurd ji holê rake û xwe li şûna wan bicih bikin. Pergal madeyên tiryakê di nava ciwanên kurd de belav dike. Dixwazin hişmendiya ciwanan şolî bikin, zimanê wan tune bikin. Ciwan bi her awayî tên astengkirin. Divê me di her warî de hişyar bin. Bi destê çawişên pispor û polîsan şerê taybet li bakurê Kurdistanê tê meşandin. Zarok û ciwanên kurd bi destê çawişên pispor tên îstîsmarkirin. Faîl û kujer nayên cezakirin, tên xelatkirin. Bersûc mafdar tên dîtin."

‘Em hişmendiya Lozanê qebûl nakin’

Aynûr Sarican di axaftina xwe de amaje bi komxebata derbarê peymana Lozanê de kir û got: “Di komxebatê de jinên Ermenî, Êzidî, Suryanî û hemû nasnameyan axivîn. Bi Lozanê re mefê hemû kêmnetewan hatine binpêkirin. Mafê perwerdehî, ziman û mafên hebûna jiyana netewan hatin binpêkirin. Di sedsala duyemîn a Lozanê de jî heman hişmendiye. Mafê jin û ciwana nayê naskirin, dixwazin bi vê hişmenduyê vê sedsalê derbas bikin, em vê qebûl nakin.”

 Aynûr Sarica bi bîrxist ku Meclisa Jinan a DBP’ê, ji bo mafê jin û zarokan berxwedanek dîrokî didin meşandin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Têkoşîna me ya jinan kolan bi kolan berdewam dike, li dijî hişmendiya mêrsalarî emê cardin li kolanan têkoşîna xwe bilind bikin û li kolanan bin. Em ê berxwedana jinan a 'Jin jiyan azadî' li her derê belav bikin.”