Belgefîlma bi navê ‘Li Tahranê heft zivistan’ li Berlînalê ye
Belgefîlma bi navê ‘Li Tahranê heft zivistan’ ku behsa salên Reyhaneh Jabbarî di girtîgehê de dike di festîfala fîlman a Berlînê de hat pêşandan. Sholeh Pakrovan di festîfalê de axivî, ji bo girtiyên ku li Îranê cezayê dervekirinê girtine bang kir.
Navenda Nûçeyan- Reyhaneh Jabbarî li Îranê di sala 2007’an de dema ku diçû hevdîtina kar li dijî kesê ku destdirêjî lê kir xwe parast û neçar ma êrîşkar bikuje. Reyhaneh di 25’ê Cotmeha sala 2014’an de li girtîgeha Gohardasht a Karajê hat darvekirin. Darvekirina Reyhaneh Jabbarî di nav civakê de bû sedema helwestan.
Tiştên ku Reyhaneh Jabbarî jiya, di festîfala fîlman a Berlînê de bû mijara belgefîlma bi navê ‘Li Tahranê heft zivîstan’ di belgegîlmê de heft salên ku Reyhaneh Jabbarî di girtîgehê de maye û nameyên ku jê re çûne cih digrin. Nameyên Reyhaneh Jabbarî bi dengê aktirîsta Îranê Zahra Amirbrahîmî hat xwendin. Di belgefîlmê de ji derveyî nameyan, di salên ku Reyhaneh Jabbarî di girtîgehê de hinek deng û dosyayên bi dîmen ku ji aliyê malbata wê ve hatin qeydkirin bi veşartî ji Îranê derbikeve cih digrin. Di nava materyalên fîlm de wêneyên Reyhaneh Jabbarî yên di girtîgehê de jî hene.
‘Ji bo rizgarkirina wan tiştekî bikin’
Dayika Reyhaneh Jabbarî, Sholeh Pakrovan duh di festîfala fîlman a Berlînê de di dema belgefîlmê de axaftin kir û ji temaşevanan xwest ku ji bo ciwanên li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn tiştekî bikin û bi wan re bibin alîkar û wiha got: “Ji ber ez dayika keça Îranê ya bi cesaret, Reyhaneh Jabbarî me gelek şanaz im lê belê ew êdî najî, gelek ciwan, jin û mêrên di hucreyên darvekirinê de li bendê ne, ji kerema xwe re ji bo rizgarkirina wan tiştekî bikin.”