Basketbolvanên jin: Nêrînên neyînî nebûn asteng

Jinên ciwan ên lîstikvanên basketbolê ya Tîma Asayîşê diyarkirin ku li pêşberî xeyalên wan zor û zehmetî nebûn asteng, li beramberî her tiştî têkoşîn kirin û armanca wan pêşxistina basketbolê li Bakur û Rojhilatê Suryê ye.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Xeyala ku di salên borî de di dil û mêjiyê gelek jinan de, di nav rûpelên bêhêvî û biçûkxistinê de mabû, jinên ciwan niha bi saya şoreşa ku gelek tişt pêşkêşî jinan kir û xeyalên xwe pêk tînin. Lîstika basketbolê wekî her lîstikeke din a ku piştgiriya wê nedihat kirin li herêmên Bakur û Rojhilatê Surye de di dema rejîma Sûriyê de, derfet ji jinan re nedihatin pêşkêşkirin ji ber ku bi çavekî biçûk li wan dihat meyzekirin, îro bi saya şoreşê jin xwe di qada werzîşê de jî pêş dixin û digihin armanca xwe.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Yekemîn tîma basketbolê ya jinan e

Tîma basketbolê ya jinan di sala 2018’an de li klûba Asayîşê hat damezrandin.  Armanca avakirina tîma basketbolê ew e ku jinên ciwan tê de cih bigirin. Werzîş ji bo mirovan yek ji bingehê xwepêşxistin û pêkhatina kesayetiyê tê hesibandin. Ji bo hîn zêdetir aktîvkirina katagoriya werzîşê  xebat tên meşandin. Li kêlek vê tîmê, dibistana basketbolê ya Suqûr El-Asayîş hat vekirin û temenê bejdariyê ji 7 heta 14 salî ye.

 ‘Nêrînên neyînî li pêşiya gihîştina armanca min nebûn asteng’

Hala Hemo ya 21 salî ji bajarê Qamişlo ya Bakûr û Rojhilatê Surye ye, xwendekara beşa Huqûqê ye û ev zêdeyî 8 salane basketbolê dileyîze. Derbarê gava xwe a destpêkê û hezkirina beramberî basketbolê de wiha got: “Min ji vê werzîşê gelek hez dikir, ji ber vê yekê beriya sê salan beşdarî klûbekê bûm, paşê di sala 2017’an de min di  tîma Asayîşê ya jinan de cih girt. Malbata min piştgiriya min kir. Ez hertim rastî gotinên civakê ên neyînî dihatim, min tu caran guh neda gotinên wan. Werzîş ji bo tenduristî û derûniyê gelek başe. Gelek kes hebûn ji min re di gotin;  ‘hewce nake tu dewam bikî, feydeyên vê lîstikê tûne ye’, ev jî cûrek ê werzîşê ye sûdek mezin yê werzîşê bi taybet ji bo tendirustiya bedenê hene. Her wiha ji bo derûniya mirov jî xwedî roleke girîng e.”

‘Eger tu jin be, divê li hember her tişt îrada te hebe’

Hala Hemo destnîşan kir ku hezkirin dihêle ku mirov hîn zêdetir pêşbikeve û wiha domand: “Ji bo mirov bibe listokvanek baş ê basketbolê gelek gav pêwiste û divê îradeya mirov xurt be. Di heman demê de ger mirov jin be divê xwe  ji her gotinê re amade bike û li hember her tiştî xwe bihêz bike da ku bikaribe  jiyana xwe berdewam bike. Di heman demê de westandin jê re lazim e û pratîkî pir girîng e. Çar sal derbas bûne em divê klubê de cih digrim, lê dîsa jî em rêya xwe berdewam dikin ji ber ku hezkirina me ji vê lîstikê re gelek mezin e û klûba me ya Asayîşê  û mamostayên  pişgiriya me dike. Hêviya me ewe ku Yekîtiya Werzîşê hîn zêdetir pişgirtiya me bike û ji bo pêşketina lîstika basketbolê bi qasî ya futbolê derfet û alternetîf ji bona me bên çêkirin.”

‘Vê lîstikê hêz li karektera min zêde kir’

Nûr Haco ya 18 salî  ji bajarê Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyêye, diyarkir ku tesaduf bû ku bejdarî tîmê bibe û wiha got: “Di sala 2015’an de ez bejdarî  Klûba Asayîşê bûm û ev 9 sale  ez basketbolê dilîzim. Ji ber ku em jin in di aliyê feraseta civakê de, zehmetî dihatin kişandin, lê baş e ku malbata min bi min re bû alîkar. Demeke dirêj e ez bi havalên xwere dilîzim û em zarokên biçûk jî bi xwe re fêr dikin. Ji salên destpêkê  heta niha gelek tişt di kesayeta min de bi saya lîstika basketbolê hate guhertin, vê lîstikê hêz li karektera min zêde kir. Basketbol enerjiya min a neyînî ji holê radike, ez ji hemû temrînên ku ez dikim kêfxweş dibim. Hêviya min jî ewe lîstika basketbolê li herêmên me pêş bikeve, tiştekî ne mumkin tune ye, her tim hêvî heye. Jin hêja ne ku jiyaneke xweş bijîn û qalibê ku jê re çêkirine ku tenê di mal de be bê şikandin.”

Sê caran bûn şampiyonên gera yekem

Jiyan Erselan a 18 salî ji bajarê Qamişlo ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeye, destnîşan kir ku jinên Klûba Asayîşê sê caran li pey hev di gera yekem ya sala 2019/2020’an bûn şampiyon. Ez refa 12 dixwînim, hewldaneke mezin dikim da ku hevsengiyek di navbera lîstik û xwendina xwe de çêbikim. Bêguman ev cureyên werzîşê zarok û mirovên ciwan ji tevlîbûna cîhana virtual  neyîniya kolanê diparêzin, divê malbat bi xwe berê zarokên xwe bidin werzîş û lîstikan ji ber ku feydeyên wê hene. Dixwazim armanca xwe a şampiyoniya cîhanî pêk bînim û bi hevalên xwe re pêş bikevim.”