Ayşe Gokkan ji ber îşkence û nêzîkatiyên xirab gilî kir

Berdevka demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan, li dijî îşkence, muameleya xirab, astengkirina mafê tedawiyê ji aliyê peywirdarên girtîgehê ve, li Serdozgeriya Komarê ya Bati gilî kir.

Navenda Nûçeyan- Cezayê girtîgehê ku dane berdevka Tevgera Jinên Azad TJA’yê Ayşe Gokkan hat erêkirin. Piştî Amedê dema ku surgunî girtîgeha girtî ya jinan a Sincana Enqereyê hat kirin rastî îşkence û nêzîkatiyên xirab hat. Ayşe Gokkan ji ber îşkence, muameleya nebaş, astengkirina mafê tedawiyê ya peywirdarên girtîgehê li Serdozgeriya Komarê ya Batiyê gilî kir. 

Ayşe Gokkan di metna daxwaznameya xwe de diyar kir ku wê di 24'ê Nîsanê de birine nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê û di wesayîda rîngê de bi saetan bi kelepçeyê hatine sekinadin nikaribûne bêhnê bigrin. Destûr nehatiye dayîn ku biçin destşoyê. Ayşe Gokkan diyar kir ku erkdarên girtîgehê vê yekê weke rêbazeke îşkenceyê pêk anîne û ev ketine qeydan. 

 ‘Îşkence 3 seat û domiya’

Ayşe Gokkan da zanîn ku tevî îşkenceya sê saet û nîvan ew nehatiye tedawîkirin û got: “Bijîjkên kampusa girtîgehê aşkera kirin ku şopa kelepçeya destên wê kirine rapor. Ev jî piştî israreke mezin hatiye raporkirin.

Tedawî hat astengkirin

Ayşe Gokkan destnîşan kir ku mafê wê yê tedawîkirinê hatiye astengkirin û wiha got: “Ji bo tedawî bibim min daxwazname da lê belê ji bo tedawiya wê rojê derman nehat temînkirin. Tevî ku daxwazname hat dayîn jî peywirdarên revîrê gotine ‘serlêdana we ya daxwaznameyê çênebûye.’ Ev tê wê wateyê ku peywira xwe bi nebaşî bi kar tînin. Astengkirina mafê tedawiyê yê girtiyan li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî sûc e. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Astengkirina tedawiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber wê min gilî kir."