58 zarokên mexdûrên erdhejê li saziyên Wezaretê ne

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kir ku 58 zarokên ku di erdhejê de ji binê xirbeyan hatin derxistin li saziyên wezaretê ne û ragihand ku agahî nasnameya 2 zarokan jî nehatiye zanîn.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirk, li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û der barê rewşa zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefakat ên li saziyên xwe de agahî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hezar û 914 zarokên bêrafekat ên ji binê xirbeyê hatin derxistin qeyda wan hat kirin û piştî kontrol û teyîdkirina nasnameya kesên serlêdan kirine hezar û 823 zarok teslîmê malbatên xwe hatin kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêj dermankirina 22 zarok li nexweşxaneyan berdewam dike.

Hîn nasnameya 2 zarokan nayê zanîn

Di daxuyanîya ku hat destnîşankirin 58 zarokên tedawiya wan li nexweşxaneyê temam bû ji aliyê wezaretê ve girtine di bin çavdêriya sazîyê de û wiha hatin gotin:

“2 zarokên me li saziyên lênêrîna zarokan hene û heta niha jî nasnameya wan nehatiye tesbît kirin. 11 zarokên me yên di qeydên me de ne, dema dermankirina wan a li nexweşxaneyê berdewam dikir, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di encama xebatên ku li ser îxbarên Modula Zarokan a Rêveberiya Afatê ya Pergala Agahdariya Malbatê hatine kirin de hat tespîtkirin ku 546 zarokên me jiyana xwe ji dest dane.”