Avan Ceza a 17 salî mînaka tundiya hovane ya li hemberî jinan e

Li başûrê Kurdistanê di van demên dawî de qetilkirina jinan gihîşt asta herî jor. Jin bi awayekî hovane tên qetilkirin. Dayika Avan Ceza, ya ku beriya çend rojan hat qetilkirin diyar kir ku Avan her dem daxwaza mafên xwe dikir.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li başûrê Kurdistanê bûyerên qetilkirin û tundiya li hemberî jinan zêde bûne, ji ber polîtîkayên bêcezakirinê, bûyerên qetilkirin û şewitandina jinan her diçe zêde dibin. Daneyên qetilkirina jinan ji aliyê Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya li dijî jinan û malbatê ve nayê parvekirin û ser bûyeran tê girtin. Ajansa me daneyên qetilkirina jinan ji meha Adarê heta 10’ê Hezîrana îsal berhev kir.

Li gorî van daneyan li herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanî 17, li Hewlêrê 5, li Germiyanê 3, li Dihokê 1, li Zaxoyê 1, li Akrê 1 û li Raperînê jî jinek hatin qetilkirin. Gelek bûyerên qetilkirina jinan jî di nava van çend mehên dawî de nehatine parvekirin û ji aliyê malbatan ve hatine veşartin.

Şeva 26’ê Hezîranê li taxa Malta ya Dihokê Kofan Nurî Tahir a 35 salî ku dayika sê zarokan bû, di mala xwe de ji aliyê birayê xwe ve hat îşkencekirin û şewitandin. Kofan Nurî ya ku ji sedî 80 bedana wê şewitîbû, rakirin nexweşxaneyê, di 30’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Avan yek ji mînakên tundiya zewaca di temenê biçûk de ye

Avan Ceza Cewher Emîn yek ji wan jinên ku ji aliyê hevjînê xwe ve bi awayekî hovane hat şewitandin e. Avan di Cotmeha 2006’an de ji dayik bûye heta pola 8’an xwendiye. Dema temenê wê dibe 15 salî tê zewicandin. Ev du sal bûn li taxa Kaziwe ya bajarê Silêmanî dijiya. Êvara roja Pênşemê 3’ê Hezîrana 2024’an di mala xwe de bi awayekî hovane hat şewitandin û bi zaroka xwe ya duyem ducanî bû. Beriya ku ku vê bûyerê biqewime, Avan Ceza ji aliyê mêrê ku pê re zevicî bû rastî îşkenceyê tê û piştre bi awayek hovane wê qetil dike. Ji ber bedena wê ji sedî 85’ şewitîbû di 12’ê Hezîrana 2024’an de jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotinên malbatê ji ber zext li ser keça wan hebûn nikaribû rastiyê ji malbata xwe re bibêje.

‘Her dem zext li keça min dihat kirin’

Dayika Avan Ceza, Sûad Celal Mihemed wiha behsa bûyera qetilkirina keça xwe kir: “Keça min her dem di bin zextê de bû, rastî îşkenceyê dihat û xiyanet lê dihat kirin. Şeva 6’ê Hezîranê li mala xwe keça min bi awayekî hovane hat qetilkirin. Divê tewanbar bi cezayê herî giran were cezakirin, ji bo vê yekê wê hewldanên me berdewam bikin.”

Seroka Perestaran a li Nexweşxaneya Şewatê ya Silêmaniyê, Nîgar Ehmed Marif der barê bûyerên qetilkirina jinan ku di van demên dawî de zêde bûne de wiha got: “Jin ji ber hevberdan û gefên li wan tên xwarin berê xwe didin dadgehan lê belê mixabin hinek caran beriya hevberdanê jin tên qetilkirin. Divê jin di warê mafên xwe de agahdar bin û em hebûna xwe di nava civakê de bidin qebûlkirin. Ji ber pirsgirêkên biçûk berê xwe nedin xwekuştinê. Divê jin riyên çareseriyê biafirînin. Ne berê xwe bidin xwekuştinê. Divê asta jinan a hişyariyê zêde be lê belê mixabin beşek ji wan di dema riyên çareseriyê de ji aliyê mêr ve tên qetilkirin. Mînak di nava mehên dawî de jinek ciwan di dema dîtina çareseriyê de ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.”

‘Dema ku jin tên qetilkirin malbat sûc dixe stûyê jinê’

Nîgar Mihemed Marif da zanîn ku zewaca jinan di temenê biçûk de sedema sereke ya pirsgirêkên civakî ye û wiha got: “Malbat di temenek biçûk de zarokên xwe yên keç dizewicînin û rê li ber pirsgirêkan vedikin, wan neçarî xwekuştinê dikin. Her wiha dema jinek tê qetilkirin, malbat sûc dixe ser jinê. Dema jinek rastî destdirêjiyê tê malbat bi silha eşîrê ser bûyerê digre.”

Nîgar Mihemed Marif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çend bûyerên qetilkirinên jinan hene, beriya jiyana xwe ji dest bidin daxwaza mafên xwe dikin. Di du mehên dawî de, bûyerên qetilkirina jinan nayên ragihandin û dadgeh lêpirsîn nakin. Her wiha malbat bi silhê eşîrê ser mijarê digrin û sûcdar bê ceza dimînin. Daxwaza min ji dadgehan ew e ku di bûyerên qetilkirina jinan de rê nedin silha eşîrê û tewanbar bi cezayê herî giran were cezakirin.”