Komeleya Riwad li ser pêşxistina jinan kar dike
Komeleya Riwad ya li Parêzgeha Îskenderiyeyê ji bo pêşxistina jinan di qadên aborî, siyasî, civakî û çandî de dixebite. Seroka Encumena Rêveberiya Komeleya Riwad, Ula Semîr Mihemed got ku ew ji bo bilindkirina hişyariya gel li ser mafên jinan dixebitin.
ESMAA FETHÎ
Qahîre - Parêzgeha Îskenderiyeyê ya Misirê cîhê ku herî zêde jin bi binpêkirinan re rûbûrû dimîne ye. Jinên parazgehê ji gelek mafê xwe ên bingehîn bêpar hatine hiştin û ev rewş jî di nav civakê de asayî tê dîtin. Komeleya Riwad ji bo maf û pêşxistina jinan di qadên aborî, siyasî, civakî û çandî de gelek xebat dide meşandin.Armanca komeleyê ya sereke hişyariya civakê ya ji bo mafê jinê ye.
Me li gel Seroka Encumena Rêveberiya Komeleya Riwad, Ula Semîr Mihemed re hevdîtinek pêk anî da ku ji rewşa parêzgeha Îskenderiyeyê û karê komeleyên xwecihî agahdar bibin.
'Em hewl didin civakê derbarê mafê jinan de zana bikin'
Beşên xebatên komeleya “Riwad” ên girîng çi ne?
Em ji sala 1995’an vir ve li parêzgeha Îskenderiyeyê dixebitin. Me bi riya alîkarî û xebatên demsalî dest pê kir. Piştre em ketin pêvajoyeke nû di xebatên xwe de. Em bêtir di warê hêzdarkirinê de xebitîn û ji xêrxwaziyê berbi femînîzma hiqûqî ve diçin. Me bi sazî û dezgehên navneteweyî re dest bi xebatên gelek projeyan kir. Di nav van de “Kêr Misir” heye, ku em niha piştgirî didin keç û jinan.
Bi projeyên ku em pêşdixin hewl didin jin û civakê pêşbixin. Em bi riya projeyên xwe hewl didin asta zanabûna civakê bilind bikin di mijara mafên jinan de. Ji ber ku mafên jinan beşeke sereke ji mafên mirovî ye. Ji ber cudahiyên çandî yên ku di encama çûyîna şandeyên ji Suriye, Sudan, Filistîn, Yemen û hin welatên din ên Misirê derketine holê, em girîngiyê didin mijara entegrasyonê. Beşek ji erka me ew e ku em bixebitin ku her kes bigihîje û rêz li mafê wan bê girtin.
'Em di warê siyasî de hewl didin jinan bihêz bikin'
Bi riya bernameya xwe we çi ji bo jinan pêşkêş kir?
Em li ser du xalan li ser mijara hêza qanûnî ya jinan bi hev re xebitîn. Ya yekem zêdekirina zanyariyên jinan li ser mijarên qanûnî yên girêdayî wan e û ya duyem jî ew e ku ger pêwîstiya wan bi parêzer hebe piştgiriya qanûnî ji jinan re bê kirin. Me di nava komeleyê de kargehek vekir ku ji bo jinên ku dixwazin fêrî karên hêsan bibin derfetê bidin ku karekî din bibînin da ku rewşa aborî ya zehmet derbas bikin.
Ji pêşîlêgirtina pirsgirêkên ku jin û zarokên keç pê re rû bi rû dimînin, wek zewaca di temenê biçûk û sinetkirinê de dixebitin. Em li ser gelek pirsgirêk û qeyranên cuda dixebitin. Em li ser kiryarên li dijî mafên jinan jî dixebitin. Dûrxistina wan ji qada giştî û binpêkirinên li dijî jinan ên weke zewaca di temenê biçûk de û sinetkirin. Ji bo ku di civînên perwerdehiyê yên ku di nava komeleyê de tên lidarxistin de asta zanyariya jinan di derbarê qanûnên taybet de zêde bikin û her wiha ji bo xurtkirina wan di warê siyasî de û bilindkirina hişmendiya li ser girîngiya beşdarbûna jinan, me bi saziya jinan a nû re hevkarî kir.
Di heman demê de, me bi karkerên jin û sendîkayan re kar kir ji bo aktîfkirina qanûna kar, nîqaşkirina xalên wê yên herî girîng û pêşxistina maf, erk û riyên rûbirûbûna dozên li dijî jinan li cihê kar. Me girîngiyeke mezin daye mijara tundiyê û me bi gelek beşên cuda re jî kar kiriye da ku rastiyek baştir ji jinan re peyda bikin da ku mafên xwe nas bikin û binpêkirinên li dijî xwe ti carî qebûl nekin.”
'Heta roja me ya îro civak ji xebata civaka sivîl bi guman e'
Komele rastî çi zehmetiyan hat?
Wek parêzgehên din, Îskenderiye jî bi kesên ku girîngî didin pirsgirêkên jinan re rastî zehmetiyan tên, lê ji ber hebûna bajarên şaristanî û gundan jî hin pirsgirêk hene. Ev rewş jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dihêle ku pêwîstî bi piştgiriya civaka sivîl heye. Herêmên Ebîs EL-Mendere û Birca Ereban ji ber ku herêmên eşîran in hene. Her wiha li El-Amiriye hîn jî jinên ku nikarin ji malê derkevin hene û ger derkevin derve jî divê endamekî malbatê li gel wan be. Em ji bo bilindkirina hişyariya gel li ser mafên jinan li wan herêman dixebitin, ji ber ku pêwîste jin azadiya xwe bi dest bixin, mafên xwe yên xwendinê bi dest bixin û li gorî kar û hezkirina xwe ji malê derkevin.
Yek ji zehmetiyên ku komele dikişîne ew e ku hîna civak li hember xebatên civaka sivîl di nava gumanan de ne. Hin jinên ku jê sûd werdigirin ji rayedaran vedişêrin. Dema em dipirsin çima, malbatên wan hişyar dikin ku bi komeleyê re nekevin têkiliyê, ji ber ku ev yek dê bandorê li wan bike û heta ji civakê dûr bixe. Ji ber ku heta roja me ya îro civak ji xebata civaka sivîl bi guman e û qebûl nake, ev yek ji rûbirûbûna zehmet e ku nahêle beşên civakê bigihijin hev.