‘Aştî û demokrasî bi yek alî çênabe’
Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Almaz Romî têkildarî rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got; “Aştî û demokrasî bi yek alî çênabe. Ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên ku bandorê li ser pêşveçûna pêvajoyê bikin nehatiye avêtin.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – 8 meh di ser destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de, derbas dibe. Tevî ku gelek gav heta niha ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan û tevgera azadiyê ve hatine avêtin, dewleta Tirk tu gaveke berbiçav û bi bandor navêtiye. Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Almaz Romî, ast û çawaniya pêşveçûna pêvajoyê ji ajansa me re nirxand.
‘27 sal in li dijî qirkirin û tunekirinê têkoşîn ranewestiyaye’
Almaz Romî di destpêka nirxandinên xwe de komploya ku pêk hat her wiha pêvajoya destpê kiriye bi bîr xist û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve ev 8 meh in hatiye destpêkirin, rojeveke girîng û bi wate ava kir. Banga ku hat kirin bandoreke mezin li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir. Tê zanîn Rêber Apo 27 sal in di girtîgehê de ye, ev yek li pêşiya wî nebû asteng ku dest ji têkoşîna xwe ya avakirina civakeke demokratîk û aştiyane, misogerkirina maf û hebûna gelê Kurd berde.”
Almaz Romî ku diyar kir; Rêber Apo 27 sal in ji bo aştiyê dixebite, wiha berdewam kir: “27 sal in hêzên komploger hewl didin Rêber Apo ji armancên wî qut bikin ku ev yek bi rê û rêbazên cuda pêk hat. Tecrîdeke mutleq li ser Rêber Apo hat meşandin ji hemû mafên xwe bêpar hat hiştin. Her wiha pêşî li belavbûna projeyên Rêber Apo yên ji bo gelê Kurd, jinan û pêkhateyan girtin. Encam çi bû? Ev komplo di hundirê girtîgehê de berovajî bû ku Rêber Apo cihê xwe veguherand navendeke akademîk û zanistî ku bi riya wê mudaxeleyî Kurdistan û Rojhilata Navîn kir.”
‘Ji her aliyî ve zemîn hatiye amadekirin’
Almaz Romî di berdewamiya nirxandina pêvajoyê de destnîşan kir ku Ocalan zemînê serkeftina pêvajoyê ji her aliyî ve amade kiriye û got: “Tevî hemû zext, êrîş û komployên ku me dîtin, projeyên Rêber Apo bi ser ketin, destên wî û gel xurt bûn û pêvajoyeke wiha destpê kir. Bi pêşengiya Rêber Apo pêvajo ango serdemeke nû destpê kir, piştî daxuyaniyê Tevgera Kurd yekser banga Rêber Apo bi cih anî, PKK’ê xwe fesh kir û dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî anî. Yanî ez dikarim bibêjim ji aliyê Rêber Apo ve zemîneke bihêz ê destpêkirina qonaxeke nû ya diyalog, siyaset, demokrasî û aştiyê ava kir.”
Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan
Almaz Romî ku mijara azadiya fîzîkî ya Ocalan bi berfirehî nirxand, rewşê bi van gotinan anî ziman: “Kesayeteke weke Rêber Apo ku pêşengiya pêvajoyeke bi vî awayî dike û projeyeke heyatî birêve dibe û perspektîfên wê dide, heta niha jî di girtîgehê de ye. Rêber Apo ji ber şert û mercên ku li ser hatine ferzkirin nikare weke tê xwestin tevlî pêvajoyê bibe, birêve bibe û bi pêş bixe. Pêvajoyeke bi nirx e û projeyeke bi rûmet e lê heta ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe em nikarin behsa serkeftinê bikin. Ji bo vê jî beramberî gavên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatine avêtin, diviyabû heta niha di guhertina şert û mercên girtîgehê de veguhertinên cidî pêk bihatana.”
‘Vekirina pêşiya Rêber Apo dê niyeta çareseriyê teqez bike’
Almaz Romî çavdêriyên xwe yên li ser guhertinên şert û mercên girtîgeha Îmraliyê wiha anîn ziman: “Em vê rewşê û geşedanên ku çêdibin wiha dixwînin. Dewleta Tirk heta niha jî di pêkanîna aştî û demokrasiyê de ne cidî ye û di hişmendiya xwe ya netew-dewletê de îsrar dike. Ger niyeta dewleta Tirk a çareserî û lihevkirinê hebe dê niha Rêber Apo di nava komîsyon, meclîs û parlmentoyan de cih bigirta. Hevdîtinên şandeya Îmraliyê û parêzeran her wiha nameyên ku ji Îmraliyê tên têr nakin û rê li ber aloziyeke din vedikin.”
‘Tevgera dewleta Tirk pêvajoyê dixetimîne û lawaz dike’
Almaz Romî bi gotinên; “Dewleta Tirk dest ji gef û siyaseta xwe ya li hemberî gelê Kurd bernedaye. Heta niha jî û tevî hemû pêşketinên ku çêbûn jî em dibînin Rojavayê Kurdistanê di serê rojeva wan a sereke de ye” da zanîn ku dewleta Tirk ji siyaseta xwe ya berê didomîne wiha domand: “Rojane gef ji rayedarên Tirkan li hemberî gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên xwarin. Her wiha nûkirina muzakeriyên dirêjkirina hebûna hêzên Tirk li Başûrê Kurdistanê û Sûriyeyê jî mijareke din e. Li aliyekî din destdirêjiya dewleta Tirk li ser avakirin û lihevkirinên me yên bi hikumeta Sûriyeyê de jî heye. Gelo ku mirov van xalan hemû analîz bike û binirxîne dê çi derkeve pêşberî me? Ji bo vê jî em dibêjin dewleta Tirk di pratîka xwe de tu gaveke ku bandora erênî li ser pêvajoyê bike navêtiye, berovajî bi siyaset û kirinên xwe pêvajoyê dixitimîne û lawaz dike.”
Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Almaz Romî herî dawî teqez got: “Aştî û demokrasî bi yek alî çênabe. Ji bo vê jî weke gelê Kurd û gelên ku dê sûdê ji vê pêvajoyê bigrin pêwist e ku em rojeveke din ava bikin û zexteke wisa bikin ku pêvajo bi rengekî rast berdewam bike.”