Zarokên Lîbyayî ji ber şîdeta navmalî di xeterê de ne
Li Lîbyayê zêdebûna bûyerên şîdeta nava malê ya li dijî zarokan, nîşan dide ku divê mekanîzmayên parastina zarokan, ji nû ve di ber çav re werin derbaskirin û rola saziyên perwerdeyî, civakî û hiqûqî mezintir be.
MÛNA TÛKA
Lîbya – Li çar aliyê cîhanê şer, alozî, tundî û xizanî herî zêde ji bo jin û zarokan xeteran bi xwe re tîne. Yek ji van deveran jî, Lîbya ye. Li vî welatî di demên dawî de bûyerên şîdeta nava malê nîşan didin ku ji ber tunebûna pergaleke bi bandor, zarok bê parastin in. Ên ku herî zêde zirarê dibînin jî zarok in. Bi krîzên aborî û civakî re pirsgirêkên derûnî yên dê û bavan, hebûna pergaleke ku bav tê de xwedî raye ne; gelek saziyên fermî dereng mudaxele dikin, ji nedîtîve tên û ev yek jî zarokan bê parastin dihêle.
Zarokên ku rastî îşkenceyê tên
Bûyereke bi xof a ku civaka Lîbyayê hejand, yek ji van mînakan e. Midûriyeta Ewlehiyê ya Bingaziyê diyar kir ku, di wesayîdeke ku li herêma El-Huwarî hatibû parkkirin de cenazeyên 7 zarokan û bavê wan hatine dîtin. Li gorî îfadeyên xizmên malbatê û mamosteyên zarokan, bav her dem îşkence li zarokên xwe dikir. Bavê ku piştî zarokên xwe kuşt, xwe jî kuşt, li dû xwe şopa sersarî û jiyana ku bi şîdetê derbas bûye hişt.
‘Tevî biryarên fermî jî me nekarî zarokan bigrin ba xwe’
Meta zarokan Faîze Mehyyus, diyar kir ku biraziyên wê her dem rastî şîdeta bavê xwe dihatin û wiha got: “Ji bo em welayeta zarokan bigrin, gelek caran bi biryarên dadgehên cuda me hewl da. Me biryarên îtiraz, doz û biryarên welayetê girt, lê ji ber gendelî û ruşwetê me encam negirt. Zarokan teslîmî me nekirin. Her dem lêdan dixwarin û birîndar dibûn, ser û diranên wan hatibûn şikandin. Carna bi eşyayên li malê yan jî bi ben li wan dixist. Ji tirsa nikaribûn hereket bikin. Bav bi telefonê jî gef li wan dixwar. Gelek caran me ji rayedaran alîkarî xwest lê me tu encam negirt. Ji bo ewlehiya zarokan min dest ji hinek dozan berda. Tevî ku biryarên fermî yên destûr didan em wan bigrin ba xwe hebûn jî tu saziyê vê yekê bi cih neanî.”
Bûyereke bi heman rengî jî li Misratayê qewimî. Piştî hevberdanê zarok bi bavê xwe re mabûn, bav zarokan teslîmê dayîka wan nekiribû. Encam bi heman awayî bû; qirecira nava malbatê, şîdet û mirin. Bûyerên bi vî rengî, kêmasiya zagonên ku zarokan diparêzin û qelsiya mekanîzmayan nîşan didin.
Zêdebûna bûyerên şîdeta nava malê
Li gorî raporeke ku di malpera “El-Arab el-Cediîd” de hatiye weşandin; li Lîbyayê bûyerên şîdeta nava malê par ji sedî 30 zêde bûne; tenê di sala 2023’yan de ji 1500’î zêdetir bûyer hatine ragihandin.
Rapora Banqeya Cîhanê, destnîşan dike ku li dijî şîdeta nava malê ya li Lîbyayê, zagonên ku pêşî li şîdet û kuştina jinan bigrin tunene. Raporên “Parêzeren ji bo edaletê” û “Human Rights Watch” jî diyar dikin ku saziyên parastina malbat û zarokan, tenê bi girtina serlêdanên giliyê û lidarxistina semîneran bi sînor dimînin, ji bo pêşîgirtina şîdetê bernameyên bi bandor li dar naxin.
Dê û bav ji ber pirsgirêkên xwe şîdetê li zarokan dikin
Xwendekara lisansa bilind a psîkolojiyê û mamoste Tewaddud el-Ahdar wiha dibêje:
“Şîdeta nava malbatê ya li dijî zarokan wisa tesaduf û jixweber nîn e. Pirsgirêk û êşên dê yan jî bav nîşan didin. Îro gelek bavên ku şîdetê dikin, di zarokatiya xwe de wan bi xwe jî şîdetê dîtine yan jî pirsgirêkên derûnî yên nehatine dermankirin bi wan re hene. Gelek caran girêdana bi madeyan ve, xizanî û travma dibin sedema vê yekê lê yên bedela vê didin her dem zarok in. Rola şêwirmendiyên derûnî yên li dibistanan pir girîng e. Divê li ser zarokên ku di nava xwe de ne yan jî êrîşkar in çavdêriyan bikin, desteka derûnî ya li gorî wê rewşê bidin wan. Bi rêbazên weke hayjixwebûn, terapiya lîstikan, xebatên xweîfadekirinê hesta xwebariyê bidin zarok. A herî girîng, ew e ku dema zarok ji aliyê derûnî ve pirsgirêkek bijî, destek jê re were dayîn û malbat, kesên li derdorê di vî warî de werin hişyarkirin.”
Desteka derûnî şert e
Pispora xizmetên civakî Behîce el-Ahdar, balê dikşîne ser girîngiya desteka derûnî û wiha dibêje:
“Malbat, hêrsa xwe ya ku nikaribûne der bikin, di serê zarokan de derdixin. Sedemên vê yekê jî dibe ku zextên derûnî, madî yan jî pirsgirêkên ku her dem di navbera dê û bav de derdikevin bin. Şîdet tenê lêdan nîne; biçûkxistin, sersarî, cezakirin jî awayên şîdetê ne. Jiyana zarokên ku bi dê û bavên ji aliyê ruhî û madî ve kêm in, ji yên di rewşeke bi îstîqrar dijîn de pir cuda ye. Ji ber vê yekê desteka derûnî ya ji bo malbatan, hînkirina rêbazên perwerdeyî, pir girîng e. Mînak dema ku zarok ji tiştekî ku hez dike tenê ji bo demek be jî bêpar were hiştin, ev yek ji cezakirina fizîkî zêdetir dibe disîplîneke baştir.”
Zagonên Lîbyayê di warê parastina zarokan de nebes in
Hiqûqnas Huda Muftah radighîne ku li Lîbyayê şîdeta fizîkî û derûnî ya li dijî zarokan, an jî şîdeta zayendî, hem di makezagona demborî de hem jî di Peymana Mafên Zarokan a 1989’an de binpêkirin e. Huda Muftah diyar dike ku dîsa jî Zagona Parastina Zarokan a hejmar 10 ya sala 2013’an xwedî hukmên ku lêdana zarokan di nava malbatê de yan jî cezayê fizîkî sûc nabîne, nîne û wiha dibêje: “Ev yek jî dibe sedem ku şîdet di bin navê ‘terbiyeyê’ de were rewakirin. Her wiha nebesiyên zagonan û kêmasiya kontrolê, têgeha parastina zarokan tenê li ser kaxiz dihêle. Avakirina saziyên ku kiryaran ceza bikin, desteka derûnî bidin mexdûran pêdiviyeke lezgîn e. Dibistan, malbat, dewlet û hiqûq ev hemû niha perçeyên pergaleke bê hevseng in. Di encamê de xwîna zarokan dirje û li bajarên weke Bîngazî, Zawiye el-Mahcub trajediyên wiha dubare dibin. Lewre civak û hikûmet vê çerxa şîdetê nadin sekinandin.”
Bûyerên dawî careke din nîşan dan ku li Lîbyayê pergala parastina zarokan qels e û di mekanîzmayên zagon û kontrolê de kêmasî hene. Li gorî daneyên fermî di sala 2023’yan de ji 1500’î zêdetir bûyerên şîdeta nava malê hatine qeydkirin lê hê jî mudaxeleya saziyên parastina zarokan û malbatê bi sînor e.
Ev yek jî nîşan didin ku zarok hem ji aliyê derûnî hem jî fizîkî ve ji şîdeta nava malê zêdetir zirarê dibînin. Kêmasiya koordinasyona di navbera malbat, dibistan û dewletê de xeteran zêde dike; raporên rêxistinên mafên mirovan jî nîşan didin ku zagon kêm tên bicihanîn, kêmasiya kontrolê zarokan bêparastin dihêle û tedbîrên ku ji bo desteka heyî ya derûnî û civakî ten girtin jî, hê jî nebes in.